Jinek ciwan a Filistinê ji dinyayê dipirse: Çima em koç bikin?
Nesme Îsa ku li Xezaya dibin êrîşên Îsraîlê de dijî, bi kampanya ‘Çima em koç bikin?’ li ser medyaya dijîtal dayî destpêkirin, berxwedana xwe digihîne dinyayê.

REFÎF ESLEEM
Xeza – Êrîşên Îsraîlê ku li Zîvala Xezayê dijwar bûye û hewldana dagirkeriya mayînde, gelê Filistînê rû bi rûyî xeteriyek nû ya koçberkirinê kiriye. Jina ciwan a Xezayê Nesme Îsa ku li dijî vê rewşê dengê xwe bilind kir, kampanyaya hişyariyê ya ‘Çima em koç bikin?’ da destpêkirin.
Kampanya ku bi aramnca bal kişandina ser bihêzkirina dilsoziya bi xaka Filistînê re, bilindkirina moralê gel û xeteriyên koça bi zorê hatî destpêkirin, li ser medyaya dijîtal di demek kin de xwe gihand girseyek berfireh.
'Kampanya xeteriyên planên koçberkirinê eşkare dike'
Nesme Îsa wiha behsa armancan kampanya ‘Çima em koçber bibin’ ku daye destpêkirin kir û got: “Ev kampanyaya hişiyarkirinê ye, balê dikşîne ser xeteriyên planên koçberkirinê û armancên Îsraîlê li Xezayê. Konsepta kampanyayê encama nîqaşên komek ji ciwan û jinên ciwan, derket holê. Me xwest balê bikşînin ser pirsgirêk, berxwedan û sekna gelê Filistînê, her wiha bilindkirina moralên gel.”
‘Kampanya rastî eleqeyek mezin hat'
Nesme Îsa da zanîn ku kampanya bi riya medya dîjîtal bi taybet li ser Facebookê belav bû û wiha got: “Me bi riya hashtagê gelek dîmen, wêne û naverokên ku xwe dispêre hiqûqa navnetewî li dijî politîkayên koçê derdikeve parve kirin. Bi taybet hewldana ji aliyê Wezareta Derve ya Misrê ve ji bo ragihandina agirbesetek mayînde tê piştgirîkirin, bertekên li dijî êrîşên Îsraîl di kampanyayê de tê destgirtin. Di heman demê de kampanya tenê bi belavkirina qada dijîtal de sînordar nema. Wêneyên li ser diwarên kolanên Xeza hatine xêzkirin, bala gel kêşa. Hemwelatiyan li ber wêneyan wêneyên xwe kişandin û desteka xwe nîşan dan. Rûniştinên hişyariyê ku li zanîngehan hatin li darxistin û bi munazarayan me serî li nêrînên ciwan de, bi roportajên kolanan me hewl da em dengê gel bigihînin dinyayê.”
'Ji Şeriaya Rojava û derveyî welat destek hatin’
Nesme Îsa destnîşan kir ku kampanya di destpêkê de di asta xwecihî de hate destpêkirin û got: “Di demek kin de bi beşdariya ciwanên li Şeriaya Rojava kampanya berfireh bû. Ciwanên Filistinê yên ji derveyî welat jî bi parvekirinên dîmen û çîrokan destek dan kampanyayê. Divê em van kampanyayên xwe yên ji bo bilindkirina hişyariya navxweyî, herêmî û navneteweyî derbarên xeteriyên koçberiyê de zêde bikin.”
‘Eve qirkirine, bila dinya nebe temaşevan’
Nesme Îsa herî dawî bi van gotinan bang li civaka navnetewî kir û got: “Ev qirkirine her roj jin û zarokên bê guneh tên qetilkirin. Her wiha hewldanên hêzên Îsraîlê ji bo astengkirina jiyana civaka Xezayê cihên giştî, xetên avê dike hedef û derbaskirina xwerinan asteng dike. Wê gelê me tu caran teslîm nebe. Em dest ji vê xakê bernadin.”