Jinan peyam dan: Serhildana jinan bersiva li dijî tecrîdê ye

Jinên ku beşdarî semînera li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn bal kişandin ku jinan bi felsefeya Ocalan ya Jin, Jiyan, Azadî yekîtiya xwe ava dikin û gotin: “Ev serhildanên jinan bersiva li dijî tecrîdê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 meh in li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê di bin tecrîde giran de tê girtin. Parêzerên Dadgeha Gel a bajarê Hesekê bi tensîq bi Kongra Star û Mekteba Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda Tevgera Civaka Demokratîk a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê semînerek da.

Semînera ku bi beşdariya nêzî 80 jinên ji saziya civaka sîvîk hat lidarxistin li ser du beşan hate dayîn. Mijara yekemîn li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclan, mijara duyemîn  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bû. Jinên beşdarî semînerê bûn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan weke tecrîdek li ser hebûna civaka azad û jina azad pênase kirin.

‘Destkeftiyên hatin bidestxistin encamê keda Rêber Ocalan e’

Hevseroka Yekîtiya Giştî ya Parêzeran ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Beşîra Cemal Dîn a di semînerê de amade bû tekez kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan tecrîdek li ser hebûn û felsefeya azadiyê ye û wiha got: “Felsefeya Abdullah Ocalan hebûna jinan zindî kir. Ji dema zarokatiyê xwe de hewl dida ku jinan ji pencên koletiyê û tundiyê xelas bike. Niha jî hewldanên wî pêk tên mînaka herî mezin ew e ku îro em li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di bin felsefeyek û sîstemek hevserokatiyê xwe bi rêve dibin û birêxistin dikin. Deskeftiyên ku jinan di Şoreşa rojava bidestxistin encamê ked û felsefeya Rêber Ocalan e. Lewma tecrîdek li ser kesayeta wî didin meşandin da ku bikaribin rê li ber vê felsefê bigirin. Ji bo wê li aliyekî êrîş û li aliyekî tecrîd bi armanca rê girtina li ber felsefeya Ocalan e.”

‘Serhildanên jinan bersiva li dijî tecrîdê ye’

Beşîra Cemal Dîn di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan li seranserî cîhanê belav bûye û got jinan bi felsefeya wî ya Jin, Jiyan, Azadî yekîtiya xwe ava dikin û ji bo azadiya xwe serî hildidin. Beşîra Cemal Dîn a got ku ev serî rakirin bersivek mezin a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e axaftina xwe wiha domand: “Bi serhildanên xwe jinan pêyamê didin ku tu bendav nikarin li ber hêz, îrade û herikîna li pêşiya fikr û felsefeya Rêber Ocalan bigre.”

Beşîra Cemal Dîn da zanîn ku dewleta Tirk bi tecrîdê pîvanên navdewletî û zagonan binpê dike û destnîşan kir ku li hemberî tecrîdê bêdengiya navnetewî tê wateya erêkirina binpêkirinên mafên mirovî. Beşîra Cemal Dîn axaftina xwe wiha bidawî kir: “Tu zagon kiryarên ku dewleta Tirk pêk tîne qebûl nake. Nayê hiştin ku parêzer û malbatê wî jî serdana Rêber Ocalan bikin. Ev li dijî pîvanên navnetewî ye. Banga me li saziyên mirovan ew e ku li gor qanûnên xwe tevbigerin û pêşî li tecrîdê bigrin.”

‘Armanca tecrîdê têkbirina Netewa Demokratîk e’

Endama Komîreya Perwerde ya Kongra Star a kantona Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Mihemed jî bi gotina “Felsefeya Ocalan weke jin riya me ronî dike” polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê li ser lingan û di nav çalakiyan de bin. Tecrîd bi armanca têkbirina Netewa Demokratîk û rê girtina li ber azadiya jinan e.”

Endama Mekteba Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Silava Ehmed jî bal kişand ku hedefgirtina jinên pêşeng ên Şoreşa Jinê berdewamkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Li dijî jinan siyasetek qirêj ji aliyê hêzên hegemon ve tê meşandin. Dixwazin rê li ber pêşketinên jinan bigrin di her qadê de. Pêşengên şoreşê hedefgirtin parçeyek ji vê polîtîkayê ye.” Silava Ehmed di dawiya axaftinên xwe de bêdengiya li dijî tecrîdê şermezar kir û bi gotina “Xwedî li erkê xwe derkevin û erkên xwe pêk bînin” bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan kir.