Jîna Emînî dê li ser gora xwe were bîranîn

Dayik û bavê Jîna Emînî Mojgan Îftîxarî û Emced Emînî diyar kir dê di salvegera qetilkirina keça xwe de, li ser gora wê merasîmekê li dar bixin.

Navenda Nûçeyan- Di 13’yê Îlona sala 2022’yan de Jîna Emînî ya ji bajarê Seqîz ya Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta ku pora xwe baş nenixumandibû, ji aliyê ‘Polîsên Exlaq’ ên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Jîna Emînî ya di dema nezaretê de îşkence lê hat kirin, sê roj piştî ku rakirina nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dabû.

Dê li ser gora xwe bibîranîn

Dayik û bavê wê Mojgan Îftîxarî û Emced Emînî daxuyaniyek dan û diyar kirin ew ê li ser gora wê merasîmeke bîranînê li dar bixin.