Li Tebqayê jinan panel lidarxist

Li Tebqayê bi pêşengtiya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê bi diruşma ˊBi xurtkirina rihê neteweya demokratîk em ê komployê têk bibin û dagirkeriyê bi dawî bikinˊ panel hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan-Bi dehan jinên ji kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, tevgerên jinan, ciwan, komîte û nivîsgehên girêdayî wê beşdarî panela ku li hola Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate lidarxistin, bûn. Panel bi diruşma ˊBi xurtkirina rihê neteweya demokratîk em ê komployê têk bibin û dagirkeriyê bi dawî bikinˊ hat lidarxistin.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn bi sernavê ˊSiyaseta dewleta Tirk ji hedefgirtin, binpêkirin û sûcên li dijî gelê Sûriyeyê û jinan tevî dîtina çareserî û sînordarkirina dagirkeriyê ji xaka Sûriyeyê reˊ û mijara duyemîn bi sernavê ˊBandorên şer û rewşan û encamên wê yên civakî û derûnî li ser civakê bi giştî û jinan bi taybetˊ ji hêla berdevkê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nadya El Mihemed ve hatin şîrovekirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Nadya El Mihemed di mijara yekemîn de got dewleta Tirk a dagirker, piştî xaka Sûriyeyê dagir kir, ol, etnîk û çand qir kir. Ew yek bi hinceta pêkanîna îstîqrarê pêk anî, lê di dîroka Sûriyeyê de komkujiyên pêk anîne, hîna di bîrewariyê de ne.

Nadya El Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê ve bi hemû rêbazan hewl da pêkanîna çareyên demokratîk asteng bike.

Piştre  beşdaran li ser girîngiya xurtkirina panel û çalakiyan ji bo belavkirina fikra neteweya demokratîk nîqaş kir.

Di dawiyê de sînevîzyonek derbarê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê û heta roja îro tundiya li ser jinan hate temaşekirin.