Jinan li dijî tecrîdê komxebatek li dar xistin

Bi pêşengiya Kongra Star di çerçoveya kampanya “Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e” komxebatek bi dirûşma “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e” hate li dar xistin.

Qamişlo – Di çerçoveya kampanya “Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e” Kongra Star komxebatek bi dirûşma “Felsefeya Rêber Abdullah ocalan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e” li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Komxebat li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzer, mamoste, jinên siyasetmedar, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Êzîdî hate li dar xistin.

Hola komxebatê bi gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna “Şoreşa ku jin di nav de cih negire nikare serkeftinê bi dest bixe”, “Konfederalîzma demokratîk a kurdistanê wê bibe bingeha yekitiya netewyî li Rojhilata Navîn”, “ Şoreş di wateya felsefî de nayê wateya guhertina sînorên siyasî û ruxandina dewletê, yan avakirina dewleteke nû, lê tê wateya avakirina civak li mirovekî azad û demokratîk wek garantiya bingehîn a destkeftiyên şoreşê” û “Heger azadî yek ji xemên jinan be bi bilî veguherîna şoreşgerî û siyasî tu rê li pêşiya wan nemaye” hatibû xemilandin. Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser riya sînevîzyonê beşdarî komxebatê bû û di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din de agahî da.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, mijarên mîna ‘Rêbertî li Rohilata Navîn û rastiya wê bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan’, ‘Komplo tecrîd û sîstema ku li Îmraliyê tê meşandin’, ‘Projeya netewa demokratîk weke modela çareseriyê’ û ‘Konfederalîzma Jinên Demokratîk’ di komxebatê de hatin nirxandin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed a di komxebatê de axivî wiha got: “Li ser Rêber Apo komployek navneteweyî hate li dar meşandin. Tevger û Rêxistinên jinan li vir amadene ku bi hemû pêkhateyên xwe, tevahî pirskirêkên li Rojhilata Navîn tê jiyîn li ser Rêber Apo tê meşandinû binirxînin. Ev bû 25 sal li ser Rêbertî komployek tê meşandin ku Rêber Apo ji bo tevahî Rojhilata Navîn di aşitî de bijî, xebat da meşandin, lê dewletên navneteweyî tehemûl nekir ku Rêber Apo kar bike komloyek pêk anî. Xwestin di şexsê Rêber Apo de Gelê Kurd tune bikin.”

‘Li dijî tecrîdê em ê têkoşînê mezin bikin’

Remziye Mihemed a got “Jin dikarin tecrîd û kiryarên dagirkerî ku li ser jin tê meşandin vala derbixînin” wiha berdewam kir: “Salên dirêj qirkirinên mezin li ser gelê kurd û gelê mezepotamya pêk hat ku heta Şengal û Rojhilatê Kurdistan dewam dike. Dixwazin li başurê Kurdistanê qirkirinek siyasî pêk bînin. Li dijî van êrîşan, berxwedan û têkoşînek mezin destpêkir. Bi pêşengtiya jinan 12 sal şoreş pêk hat û bû mala tevahî Kurdistan û cîhanê. Rêber Apo felsefeya azadiyê nîşanî me da ku jin xwe di nava vê felsefe de dît û têkoşîna xwe xurt kir. Kesayetên ku şoreşa me dibînin û vê sûretê nîşan didin, hebûna me û rêxistina me ye, lewma asta êrîşan zêdetir bûye. Çiqasî êrîş û hedefgirtina pêşengên jin pêk werê jî  wê karê me dom bike û ji bo azadiya xwe têkoşînek mezin bidin meşandin. Em ê bi konfederalîzma jin a demokratîk jinê azad bikin. Em ê bi vê têkoşînê bikaribin Rêbertî bi awayek fîzîkî azad bikin.”

‘Riya artêşbûn, rêxistinbûn û rizgariya jin vekir’

Endama Desteya Rêvebir a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ya derbarê lidarxistina komxebatê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî wiha got: “Rêber Apo ji destpêka têkoşîna xwe heta niha, gelek gav di aliyê birdoziya rizgariya jin, artêşbûn û rêxistinbûna jin de avêt. Ji bo ku jin bi awayekî wekhev û azad di hemû warên jiyanê de xwedî rolbin, heta di asta serokatî de him ji pirskirêka xwe re him jî ji pirskirêka civakê re bibe bersiv, kedek mezin da. Di roja îro de şoreşa jin di cografya me de pêş dikeve em vê yekê deyindarê fikir û keda Rêber Apo ne. Rêber Apo bi hezaran jin ji bo pirskirêkên jin, malbat û civakê perwerde kirin. Jin kir pêşenga çareseriyê. Îro şoreşa jin bi pêşengtiya van jinan bi pêş dikeve, lewma mirov dikarê bêje şoreşa jin bi pêşengtiya fikrê Rêber Apo, him di cografya me de him jî li tevahî cîhanê bûye riya xelasî û çareseriyê.”

‘Keda ku Rêber Apo ji bo jin daye, divê em bibin bersiv’

Foza Yûsif destnîşan kir ku di komxebatê de bal hat kişandin li ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku divê hîn bêtir fikrê wî di cîhanê de bê belav kirin û wiha domand: “Fikrê Rêber Apo ji bo tevahî jinan manîfestoya sedsaliya 21’an a azadiya jin e. Divê astê de jin xwedan rol e. Îro tevahî jinên cîhanê di wê zanebûnê de ne ku yekane rêber, fîlozof, zanyar û civaknas ên ku azadiya jin destek dike û rêhevaltî ji azadiya jinê re dike, Rêber Apo ye. Di roja îro de hemû serok û rêberên heyî, dûritiyek pir mezin ji bo pirskirêkên jin û civakê re dikin an jî li hember azadiya jin siyaset dikin. Yên herî dirûst bi jinê re Rêber Apo ye. Îro di vê komxebatê de cardin bal hat kişandin ku Rêber Apo keda ku ji bo jin daye, em wek jin divê bersiva wê bidin. Divê xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin, di heman demê de keda ku ji bo me hatiye dayîn, rêxistinbûna xwe xurt bikin û fikrê Rêber Apo di cîhanê de belav bikin. Di heman wextê de ji bo avakirina civakê li ser fikrê Rêber Apo, xebat û têkoşînê bi pêş bixînin.”

‘Bi tecrîdê dixwazin têkiliya Rêber Apo bi jinan re qut bikin’

Foza Yûsif bal kişand li ser tecrîdê û wiha got: “Tecrîd û girtina Rêber Apo 25 salin dewam dike. Rêber Apo bi jinê re di nav diyalogê de bûya, wê pêngavên azadiya jin dê gelek xurt bi pêş biketa. Di demên derbasbûyî de û di her 8’ê Adarê de Rêber Apo ji bo azadiya jinê, pêngavên azadiyê ya nû bi pêş dixist. Ji aliyê jinan ve jî pêşwazî û xwedîderketinek pir mezin, plan û programên ku Rêber Apo datanî holê, çêdibû. Bi tecrîd û siyaseta îşkence ya li Îmraliyê tê meşandin û komploya ku çêbû, bê guman dixwestin derbeyek li pêngava azadiyê ku bi pêş diket bixînin. Em wek jin di wê zanebûnê de bin ku, em çiqas têkoşîna xwe ya azadiyê fireh bikin, berdewam bikin, gavan li paş navêjin û li hember êrîşan xwedî sekna bi hêz bin, polîtîkaya li dijî Rêber Apo tê meşandin, em ê bibin bersiv. Li hember polîtîkaya tecrîdê ku dixwazin têkiliya Rêber Apo û jinan ji hev qut bikin, weke jin di cebha xwe de xwe xurt bikin û rêxistinbûna xwe mezintir bikin û zanebûna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em dijmin neçar bikin ku dev ji van siyaset û kiryarên xwe yên li dijî Rêber Apo berde.”

Banga çalakiyan

Foza Yûsif wiha bi dawî kir: “Di rojên pêş me de, komploya 9’ê Cotmehê salvegera wê ye, divê em salvegera komployê bikin pêngava azadiya Rêber Apo. Pêwiste herkes û di serî de jin pêşengtiya wê bike. Di heman demê de tevahî civaka me cardin, hêzên ku di pilangerî û komployê de cihê xwe girtine, em ji wan re bêjin ku ew tiştên ku dikin, bê encame. Fikrê Rêber Apo ku li pêş xistiye, tucaran nayê rawestandin û her roj wê bi hêz û pêşengtiya jinê li ser vê axê û hemû cîhanê, bi awayekî bêhempa bê pêş xistin û meşandin.”