Jinan ji bo tundiyê gotin: Berbirsyar desthilatdarî ye çareserî rêxistinbûn e

Jinên Amedê anîn ziman ku berpirsên tundiya li dijî jinan zêde bûye, polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan in û dan zanîn ku ji bo çareseriyê divê jin têkoşîna xwe ya havpar mezin bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Kurdistan û Tirkiyeyê jinan têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinan mezin kiriye, jin xwe bi rêxistin dikin. Jin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi xebat û çalakiyan pêşwazî dikin, jin difikirin ku divê li dijî tundiyê tedbîrên mayînde werin girtin û divê rêxistinên ku mafên jinan diparêzin zêdetir bibin. 

Me li kolanên Amedê tundiya ku li dijî jinan zêde bûye û li dijî tundiyê divê tedbîrên çawa werin girtin ji jinan pirsî. Jinan bi gotina ‘Bila kes tundiyê qebûl neke’ banga têkoşîna hevpar kirin.

‘Divê jin tundiyê qebûl nekin’

Zarîfe Eren da zanîn ku divê jin nekevin bin zextan û wiha got: “Bila zilm li jinan neyê kirin. Divê jin azad û kêfxweş bin. Dema em nûçeyên cînayetên jinan dibihîsin, gelek xemgîn dibin. Her roj jinek tê qetilkirin, tundiyê dibîne. Mirov hînî vê rewşê bûne lê belê divê mirov hîn nebe. Divê jin vê tundiyê qebûl nekin. Em êdî naxwazin bi nûçeyên cînayetên jinan rabin. Divê li dijî vê çi pêwîst be were kirin. Bila yên ku tundiyê dikin û jinan qetil dikin bê ceza nemînin.”

‘Divê jin li cihê pêwîst e xwe biparêzin’

Summeye Tokmak diyar kir ku tundiya li ser jinan polîtîk e û ev tişt got: “Tundiya ku hatiye kirin û failên ku jinan qetil kirine bi tu awayî cezayên pêwîst nagirin. Ev bûyer bi qasî pêwîst e deng dernaxe. Gelek kêm di rojeva civakê de cih digrin. Di nava van de dema fail werin darizandin û bikevin girtîgehê jî piştî demek kurt tên berdan. Ji ber vê mirov ji vê pêkanînê hêzê digrin. Civak ji kesan pêk tê. Di vê xalê de perwerdekirina kesan girîng e. Divê mirov ji bo zarokên xwe pêvajoyên girîng ên perwerdeyê ava bikin. Ger ne wisa be kesek ku hemû tiştî bixwaze derdikeve pêşberî me. Dema ew kes mezin dibe, dema ku jinek ku jê re bibêje na, serî li cînayet yan jî tundiyê dide. Di demên borî de dema me dixwest em bibin xwedî azadiya aborî, em dikaribûn hev berdin lê niha ne wisa ye. Îro jin li cihek nenas ji aliyê kesek nenas ve tên qetilkirin. Ez di wê baweriyê de me ku ev rewş baş bibe lê belê di rastî de ez pêşerojek baş nabînim. Mirov dema li kolanê dimeşin ditirsin. Divê jin di komeleyan de aktîf bin divê xebat zêde bibin. Divê weke jin em têkoşînê mezin bikin. Di vê mijarê de divê serdanên malan werin kirin û perwerdeyên hişyariyê bidin jinan. Jin li her qadê jiyanê rastî tundiyê tên, li dijî vê divê hêza meya herî mezin têkoşîn be.”

‘Berpirsê vê tundiyê desthilatdarî ye’

Înce Akin jî got: “Sedema zêdebûna tundiya li ser jinan dewleta li ser serê me ye. Ji ber bêberpirsyarî û çavgirtina ji her tiştê re zêdebûnek ewqas heye.” Înce Akin bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê û wiha got: “Ji ber polîtîkayên wan jin tên qetilkirin, zarok rastî destdirêjiyê tên û krîza aborî kûr bûye. Di vê xalê de divê jin li dijî tundiyê derbikevin. Li dijî vê tundiyê bêdeng nebin. Em her roj qetliamên jinan dibînin û xemgîn dibin. Beriya her tiştî divê perwerde ji mêran re were dayîn. Ev perwerdeya ku bi malbatê dest pê dike, piştre belavî hemû civakê dibe. Divê ev cînayet demek ji ya din zûtir rawestin divê li dijî vê em bibin yek. Divê em bibin xwedî wê hêzê û têbikoşin. Bila tu jin ne li malê û ne jî li derve serê xwe ji kesê re netewîne.”

‘Bêcezatî tundiyê zêde dike’

Hasret Yorulmaz bi bîr xist ku li dijî failan polîtîkayên bêcezatiyê hene û wiha got: “Bêcezatî di warê tundiyê de cesaret dide mirovan. Di vê xalê de divê hem hêzên ewlehiyê, hem jî dewlet tedbîran bigre. Divê ewil peymana Stenbolê şûnde were vegerandin. Dema bi rast peyman were bicihanîn wê ev tundî kêm bibe. Li zanîngehê divê perwerdeyê de  em fêrbûn ku dewleta yekem ku ev peyman îmza kiriye Tirkiye ye, lê belê mixabin nehat pêkanîn. Divê xalê de divê di qada jin û zarokan de xebat werin meşandin. Îro em çi bikin, wê çareseriyek çênebe, lê belê bi zêdebûna rêxistinên jinan wê ev pirsgirêk were çareserkirin. Divê jin li dijî tundiyê bi hevre bibin yek. Li dijî civaka mêrsalar, weke jin em li kêleka hevbin û piştevaniyê zêde bikin. Em bê westan têbikoşin. Divê civaka mêrsalar were hilweşandin, em hişmendiya jinê pêşbixin.” 

‘Min qet edaletê hîs nekir’

Ronahî Huseyîn jî bal kişand ser têkoşîna li dijî tundiyê û wiha got: “Ez ne bawer im li vî welatî edalet hebe. Rojek ku em nûçeyên tundiya li ser jinan nebihîsin tune ye. Bila jin li dijî vê tundiyê bêdeng nebin, dengê xwe derbixin. Divê jinek li hemberî tiştên tên jiyîn bêdeng nebe. Tundî îro li mal, kolan û her derê heye. Ez li vî welatî xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Lê li vê derê min ne edaletê dît ne jî hîs kir. Hemû tişt bi awayek kêfî tên pêkanîn. Ji derve û li malê her cureyê tundiyê heye. Divê em bendên li pêşiya xwe rakin û bêdeng nemînin.”