Jinan erîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin

Jinên TJA, Çepa Kesk û HDP'ê li Amedê ji bo nirxandina hilbijartinê û xebatên serdema nû hatin gel hev. Di civînê de êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Keskan a Çep û Pêşerojê (Partiya Çep a Kesk), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî serdemeke nû encamên hilbijartinê yên piştî 14 û 28’ê Gulanê û avakirinê li Şaxa Yekemîn a Sendîkaya Perwerdeyê hatin cem hev.

Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Emîne Înan ku di civîna ku gelek jin lê amade bûn de ewil axivî û nirxandinek kurt kir. Emîne Înan êrîşa li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê û di encamê de Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wê Firat Tuma jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û got, “Di şexsê Yusra Derwêş, Liman Şiwêş û Firat Tuma de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Deynê me li van nirxan heye. Ev êrîşên hewayî ne asayî ne, bi zanebûn hevala hedef didin nişandan û qetil dikin. Ev peyamek e, tişta ku li Bakur nekarî bi dest bixe, bi tolhildana li Rojava hewl dide bi dest bixe. Bi taybet tevgera jinên Kurd hedef tê girtin. Divê em di ferqa wê de bin. Tu êrîş ne ji rêzê ye."

'Em hemû ji vê pêvajoyê berpirsyar in'

Emîne Înan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dê civîn û civînan li dar bixin û pêvajoya hilbijartinê binirxînin. 

“Îro dema ku li Tirkiye û Kurdistanê ev hevdîtin tên kirin, divê mirov nebaş nêzîk bibe. Divê ev hevdîtin cidî bên dest girtin. Tevgera jinê di demeke pir girîng re derbas dibe. Pêvajoya hilbijartinê pêk hat û me bi koordîneya ku hem li navend û hem jî li navçeyan hatibû avakirin ev pêvajo meşand. Tevgera jinan rola pêşengiya vê pêvajoyê lîst.  Wekî ku tekoşîn xelas bûye hat tevgerandin, bê moraltî xwe di hemî saziyên me de nîşan da. Lê hilbijartinek têkoşînê diyar nake, nayê wê wateyê ku her tişt qediya ye. Em hemû ji vê pêvajoyê berpirsyar in. Em di vê pêvajoyê de li ku bûn û me çi bersiv girt? Weke tevgera jinê me pêşengî kir, lê der barê rastiyê  de em ê nîqaşan bikin.”

 Piştî axaftina Emîne Înan civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.