Jinan dosyeya amade kirî li Berlînê radestî wezaretê kirin

Komisyona Jin a KNK’ê ya Ewrupa bi dirûşma “Li hemberî qetilkirin û kuştina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve bisekne” çalakiyên berfireh dane destpêkirin û dosyaya di derbarê mijarê de amade kirine îro bi daxûyaniya çapemeniya li Berlinê radestî Wezareta Karê derve kirin.

 
Navenda Nûçeyan - Bi pêşengiya Komisyona Jin a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê bi dirûşma “Li hemberî qetilkirin û kuştina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve bisekine” çalakiyek berfireh hat destpêkirin. Bi vê ve girêdayî nameyek vekirî der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê de radestî NATO’yê hat kirin û ji bo pêşîlêgirtina dagirkirina axa başur li bajarê Kolna Ewrupayê di demjimêr 14:00’an de bi daxuyaniyekê  dosya ya der barê qirkirina gelê Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye amadekirin radestî wezaretên karê derve kirin û daxwaz ji deweletên navneteweyî hat kirin ku pêşî li dagirkeriya dewleta tirk û qirkirina jinan bigrin.
Çalakiyên di bin pêşengtiya Komîsyona jinan ya KNK’ê wihaye: 
 Li Berlînê dibin pêşengitiya Komisyona Jinan a KNK’ ji ber rewşa virosê 5 jinan li ber wezaretê daxuyanî dan û pîştî daxuyaniyê dosaya di derbarê êrîşên dewleta Tirk ku qetlamên li derverên dagirkerî pêkanî de amade kirine wê radestî wezareta karê derve bikin.
Li Holanda ji ber qedexeya derketinê heye wê daxuyanî were dayîn û li bajarê Koln ê daxuyaniyek li himberî dagirkeriya dewleta Tirk di saetên êvarê li gora demjimêra Ewrupa di saet 18’an de were dayîn.