Jinan di salvegera erdhejê de bi mûman meşiyan
Jinan bi boneya salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê ye, li Enqereyê meşiyan. Jinên beşdarî meşê bûn gotin: "Em ji bîr nakin, efû nakin, em ê hesab ji wan bipirsin."
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240205-20240205-823x463cc-nk-05-02-24-kadin-platformu-deprem-basin-aciklamasi5-jfifee7962-image-jpg0ba663-image.jpg)
Enqere- Jinên di salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya Mereşê de li ber Abîdeya Mirovahiyê hatin cem hev û bi mûm û pankartên di destên xwe de meşeke bêdeng li dar xistin û gotin, "Em ê ji bîr nekin, efû nekin, em ê li ber xwe bidin."
Platforma Jinan a Enqereyê di salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê, li ber Bîrdariya Mirovahiyê ya li Kolana Yukselê hatin cem hev û heta Kolana Sakaryayê meşeke bêdeng li dar xistin. Bîrdariya Mafên Mirovan a ku beriya meşê jin lê kom bûn, ji aliyê wesayîtên polîsan ve hat dorpêçkirin. Gelek rêxistinên jinan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê platformê Emîne Akyildiz axivî.
Emîne destnîşan kir ku ji bo bibin dengê mexdûrên erdhejê kom bûne û got: “Ji bo em jiyanê bidomînin çi hewce bike divê em bikin. Pirsgirêkên çareser bikin, kontrolkirina tenduristiyê, li dijî şîdetê em ê bi mexdûran re piştevaniyê mezin bikin. Li dijî polîtîkayên talanê ya îktîdarê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li dijî şîdetê bajarên azad avabikin. Em ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin. Em efû nakin û em ê hesabê bipirsin.”
Meşa jinan piştî daxuyaniyê bi dawî bû.