Jinan di sala 2022’an de li her qadê berxwedan bi rêxistin kirin

Yek ji damezrînerên EŞÎK'ê Ozgul Kaplan a li Tirkiyeyê di warê jinan de sala derbasbûyî nirxand, bal kişand ser êrîşên li dijî destkeftiyên jinan û diyar kir ku li dijî vê yekê wan berxwedan birêxistin kirine.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê di 10 mehên ewil ên sala 2022’yan de 299 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Hejmara vê yekê her roj zêde dibe. Dîsa di 10 mehan de hejmara mirina jinan a bi guman ku  hatiye qeydkirin bû 202. Jin li ser riyan, kolanan, li malên xwe li her derê li ber çavên hemû kesan rastî tundiyê tên û tên qetilkirin.

Li Tirkiyeyê ku cihêkarî gihiştiye lûtkeyê û di her firsendê de bi taybetî ji aliyê desthilatdariyê ve tê geşkirin, li hemberî van hemû polîtîkayên zextê têkoşîna jinan jî xurtir dibe. Yek ji van qadên têkoşînê jî Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) e. EŞÎK’ê ku bi gotina “Em li qadên qadên jiyanê yên hatine qedexekirin, li malên di hundirê wan de tundî û giraniya kar heye, li cihên kar ên ku cudakarî tê asayîkirin, li zanîngehên ku hewl tê dayîn ramana azad were tepisandin, li çiya û çemên ku ji bo dewlemendiya zêdetir çavkaniya me ya jiyanê bi hovenê tên tunekirin û li her derê ku jiyan di nava xizaniyê de berdewam dike de, her roj hin zêdetir berxwedana xwe berdewam dikin” têkoşîna jinan kurte dike, dixwaze ji bo jinan polîtîkayên bi bandor bên sepandin û  tundî bê bidawîkirin.

Me bi yek ji damezrîner û dilxwazên EŞÎK'ê bi Ozgul Kaplan re di warê jinan de sala derbasbûyî, tiştên ji bo misogerkirna wekheviya zayendî pêwistî heye û helbet meclsê, têkariya tecrubeyên têkoşîna jinan û geşedanên li cîhanê axivî.

Pergala Serokatî û 'Nobedarên Şevê'

*Di salên dawî de hûn li Tirkiyeyê ji Meclisê re ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinan gavên bi bardor bên avêtin bang dikin. Hûn sala dawî çawa dinirxînin?

Ji bo nirxandina sala dawî, pêwîst e ku 10-15 salên dawî bi çavê zayendiya civakî wek tevahî bixwînin. Di bingehê de Platforma EŞÎK’ê ne tenê ji meclisê re ji hemû civakê peyaman dide. Mînak me di kampanyayên xwe yên Peymana Stenbolê de, her dem destnîşan kir ku yek ji taybetmendiya herî girîng a peymanê ew e ku tundiya li dijî jinan wek pirsgirêkek wekheviyê bê pênasekirin û di misogerkirina wekheviya zayendî de îşaret bi hemû mekanîzmayên civakî bên kirin.

Di van 2,5 salên dawî de kampanyayên me yên bi taybetî îşaret li Meclîsê dike, xebatên me yên şopandinê, daxuyaniyên çapemeniyê û serdan me çêbûn. Em neçarbûn ku bi şev û roj Meclîsê bişopînin da ku ka çi tê kirin, ji ber ku rastiyek wek bêyî agahiya me çêkirina qanûn, biryarnameyên nîvê şevê, biryar, guhertinên qanûnê yên di tirûkê de hatine veşatin, tevlî jiyana me bibû. Heta komeke me ya xebatê ju îşaret vê rewşê dike heye: Navê wê "Nobetdarên Şevê"…

‘Bi pêşnûmeyê re armanca bingehîn daxistina temenê zewacê yê 12 ye

Mînak, hat xwestin ku ji Pêşnûmeya Efûyê (Nîsana 2020) ku bi Pandemî hat rojevê re, mijara Efûyê ya ji êrîşkarên zayendiya zarokan a TPC 103’an ku di sindoqê de tê rawestandin bê zêdekirin. Ger me di wexta vê de ferq nekiribûya û bi parlamenterên muxalefetê yên li meclisê re mil bi mil xebat nemeşanda, ne mimkun bû ku ew were Lijneya Giştî û derbas bibe. Ev hewldana guhertina TPC 103’an ku bû sedema çêbûna platforma EŞÎK’ê jî di sala 2016’an de hatibû ceribandin û piştî bertekên mezin ên rêxistinên jinan paşve hatibû kişandin. Mebesta bingehîn a vê pêşnûmeya ku bi hinceta "malbatên mexdûr" hewl tê dayîn bê meşrûkirin, ew e ku temenê zewacê daxin 12 sal û sûcê destdirêjiyê bi girêdana zewacê re ji sûc bûyinê bê derxistin e. Di perwerdeyê de yek ji armancên vêşartina derbasbûna pergala 4+4+4 ew bû ku zarokên keç zû ji xwendinê werin qutkirin û neçarkirina wan ya zewaca di temena biçuk de bê hesankirin bû, lê mixabin di van dîrokan de piraniya civakê hişyariyên derbarê vê mijarê pir nebihîsti bûn.

'Me ji meclisê dengekî xurt nebihîst'

*Li gorî we partiyên li meclisê têkildarî misogerkirina wekheviya zayendî û pêşîlêgirtina tundiyê, îsal çawa derbas kirin?

Tevî di warê xistina têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê de di çarçoveya partiyên takekesî û parlamenterên takekesî de îstîsna hebin jî me ji meclisê dengekî xurt nebihîst. Bi tevahî rewşekî ku partiyên hemû bi hev ra, binê vê xêz kirin û deng derxistin tune ye. Ez difirim ku sedema vê ya herî girîng jî ew e ku di nav pirsgirêkên welat de pêkanîna “birêzkirina girîngiyê” û ji mijara pirsgirêka wekheviya jin û mêr û tundiyê  re di birêzkirina girîngiyê de di rêzên jêrîn de cih dayîn e. Mînak, ez bibawer im ku hejmarek zêde parlamenterên muxalefetê ku bê nîqaş hevoka "ewqas pirsgirêkên aborî heye" bi kar bînin hene. Lêbelê hûn dikarin ji perspektîfa wekheviya zayendî behsa xizanî û aboriya talanker bikin. Heta li vir ne rast axaftin kêmasiyek pir mezin e, ji ber ku wek tenê ji sedî 26’ê jinan di îstîhdamê de bûyin, hûn ê gelek encamên pir berbiçav ên xizaniya jinan ku ji newekheviya herheyî derdikeve, paşcav bikin.

'Rewşeke şer heye'

Erê tundiya li ser jinan dibe mijar lê wek min got ev ne dengên berbelav, pir kûr û bi bandor in. Ger gotin di cih de be, tevî hemû hewldanên hikûmetê yên ji bo veşartina daneyan jî hejmara cînayetên jinan ên di çapemeniyê de tên nîşandan di astên ku divê qiyamet rabe dişopîne. Wekî ku rewşekî yê şer heye. Hema bêje şer e. Baş e, ji kijan cenazeya jinê re hemû liderên muxaletê bi awayî pêşbazî diçin? Em xeyal bikin ku mînak ger li dijî serhildana dayika Ezgî Zerkîn civîneke çapemeniyê ya ku hemû liderên muxalefetê beşdarbûne hatiba li dar xistin, dê bandorê çawa bibûya… Belê, helbet 41 canên ku me di cînayeta madenê de winda kir jî can e, îhmalek tirsnak e û rih dişewtine ye. Lê li vî welatî di mehekê de heman hejmar jin tên qetilkirin. Ma hemû mijar, di heman demê de mirina wan e? Çima em di merasîma cenazeyê jinekê de qet  siyasetmedarên ku alî girtine nabînin?

'Bi qasî vîdyoyên Sedat Peker jî nehat axaftin'

Mijareke din Peymana Stenbolê ye. Helbet em nikarin bibêjin ku qet xwedî Peymana Stenbolê derneketin. Lê wek min got, balkêşiya vê nîne. Mijara ku mohra xwe li sala 2022!an hişt pêvajoya Peymana Stenbolê ya Şûreya Dewletê bû. Bi hewildana Platforma EŞÎK’ê hezar parêzer û bi sedan jin biryara serokomar darizandin. Di warê qeyrana rejîmê ku em hundirê vê de dijîn, ev darizandin bi qasî peymanê girîng bû. Li dijî 2 dadgehên Şûreya Dewleta, 3 dadgeh biryarek ku di ewlehiya hiqûqî ya welat de gedika herî mezin vekir, dan. Baş e, ma me hemû lîderên muxalefetê an jî herî kêman cîgirên serokê komên bi hev re li pêşberê kamerayê dît? Dibe ku yek bi yek axivîn, lê li gorî giraniya rewşê tu bertek nehat nîşan da. Bi qasî vîdeoyên Sedat Peker jî nehat axaftin.

'Riyeke din a diçe qedexeya kurtajê'

*Gotinên zayendperest di rojeva siyasetmedaran de her dem cih girtin. Serokomar Tayyîp Erdogan di her firsendê de îsrara xwe ya sê zarokan tîne li ser ziman. Hema bejê ev ket nav rêziknameyan jî. Sedema vê israrê çi ye? Gotînan tundiyê çawa xwedî dike?

Ev axaftina sê zarokan rasterast xurtkirina newekheviya zayendî, rêyek din ya diçe qedexeya kurtajê ye. Ya yekem ev axaftin tê wê wateyê ku jin li welatekî ku lê xizmetên lênêrînê yên giştî tune ye, li 3 zarokan binêre û nexebite. Ya duyemîn ji jinan re tê gotin, "tu nikarî biryar bidî ku ka çend zarokan çêbikî, seroka welat, seroka malê wê ye divê tu gotina wî bikî.” Ya sêyem, tu bijarteka ku doxum neke û nezewice nîn e, neyne bîra xwe jî. Ya çarem jî tê gotin ji welat re leşker û hêza kar a erzan pêwîst e û ev jî erka we ye ji xwezaya we tê ye, ji bilî vê tu jiyan nîn e.

‘Newekhevî tê xurtkirin’

*Nîşaneya polîtîkayên ji bo malbatê ya li ser jiyanê çi ye?

Helbet gel encamên vê hene. Ya herî girîng xurtkirina newekheviyê. Jin ji derveyî malbatê neqebûlkirina welatiya wekhev, dema ne zewicandibe emanetkirina bav an jî figûra mêr ê li malê, dema zewicî jî emanetê hevjînên xwe werin kirin çandekî hebûnekî duyem tê zêdekirin. Li aliyê din, ez difikirim ku rasterast cînayetên jinan zêde dibin. Xwazî ev mijar hatibûya lekolînkirin. Wiha; her çiqas gotina malbata pîroz tê xurkirin, nêrîna li dijî jinên ji ber rizgarbûna tundiyê dixwazin hev berdin sûcdariya “xirakirina mal” derbas dike û kiryar rasterast tên xala ‘kuştina wacib’ “Di wijdanê de” qetilkirina jina dixwazê hev berde tê meşrûkirin. Rihê ku Xweda daye nayê girtin, ango ji Xwedê re şirîk çêkirine û ev yek tê jibîrkirin. Dema hiqûq û edalet di vê astê tê be encam ev e.

‘Kiryar cesaret digrin’

*Piştî Peymana Stenbolê çi guherîn?

Me gelek caran encamên rasterast ên gotinên li dijî wekhevî û dijminahiya jinan li ber çavan girt. Li pişt gotinên “Jin û mêr ne wekhev in, li dijî fitrateyê”, hevalê me yên li dibistanek li mijara zewicandina di temanê zarok de xebat dimeşandin, ji aliyê midûr ve bi hincet nîşandana vê axaftinê ji dibistanê hatibûn derxistin û xebatên wan hatibû astengkirin. Piştî gotina “Jina hevberdayî bê îfet e” beriya salek piştî kiryarek hevberdayî diçe hevjîna xwe ya berê qetil dike, bi bîranîna vê gotine wiha gotibû “Ez nû ferî mafê xwe yê qetilkirinê bûm.”Kujerê Pinar Gultekin dema biryara betalkirina peymanê bihîstibû, spasiya xwe pêşkêş kiribû. Encama herî rasterast wêrekîgirtina kiryaran e. Beriya biryara betalkirinê nîqaşkirina vê jî ji bo wêrekiyê têrker bû.

‘Li dijî Destûra Bingehîn e’

Helbet yekane encam ne ev e. encamên vê yên hin girîngtir hene. Piştî ku di Nisana 2020’an de cara ewil îhtimala betalkirinê ji aliyê Nûman Kurtulmuş ve hat ragihandin, me di hemû daxuyanî û axaftinên Platformaya xwe ya EŞÎK ku der barê Peymana Stenbolê de, binê du mijarên xêz kir. Ya yekem me got betalkirina vê peymanê, îlankirina devji berdana misogerkirina wekheviya jin-mêr ya Tirkiyeyê. Ya duyem me got, ji peyamanek girêdayî mafên bingehîn derketina bi rêbazek wiha ya dijhiqûqî, rêya derketina ji peymanên din jî vedike. Ya seyem me got, ev biryar rasterast li dijî Destûra Bingehîn e û biryarek îradeya meclîsê bitemamî sifir dike ye. Me ew hemûyan û hin zêdetir di danîşana Şûreya Dewletê de anî ziman.

‘Dê biryara bêhiqûqî paşve bê kişandin’

Lêbelê ger em li aliyê tijîbûna berdaqê binêrin: Destpêke dawî nebûna pêvajoya hiqûqî deynin aliyekî. Her wiha heta qanûna meriyetê ya der barê peymanê hebe, peyaman bihiqûqî hêj derbasdar e. Lê encama bingehîn ew e; dê ev biryara bêhiqûq paşve bê kişandin. îcar wê demê dê ji bo pêkanîna vê peymanê, bi destekên cidî yên civakî û rêxistinên piştgiriyê bihevrerûnek pêk were. Ez ê qet mûtawazî nebim, li vir para herî mezin ya platforma EŞÎK e.

‘Tenê wekî meseleya jinan hat dîtin’

*Em hinekî li Îranê binêrin, piştî qetilkirina Jîna Emînî welat bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" veguherî qadên berxwedanê. Berxwedanê li hemû cîhanê bersiva xwe girt, hûn çi dibêjin? Berxwedana jinan ji me re çi vedibêje?

Berxwedana li Îranê, ji aliyekî ve mirov dikşîne nav êşên kûr, ji aliyekî ve hêviyê dide. Di warê nîşandayîna wekheviya jin-mêr mijareke bingehîn e ku hemû pirsgirêkên din ên newekhevî û xizaniyê di nav xwe de dihewîne, dema ku tenêbûyina meseleya jinan derdikeve û civakî dibe, dikare rejîmên otorîter ên herî hov bihejîne de, pir girîng e. Ji aliyê din, ez hêja dibînim ku ji ber nîşandayîna em pêvajoyek pir dişibe hev dijîn de jî li ser bifikirin. Gotinên Tirkiye naşibe Îran e, li vir nîzameke hiqûqî ya laîk heye jî wek pir saxikî û hem jî li Tirkiyeyê bi taybetî ji 2010’an vir çi çêbûye û xilas bûye qet nehatiye şîrove dikim.

Li dijî êrîşan berxwedan…

*Di warê Tirkiyeyê de riyên têkoşînê çi ne? Hûn dikarin der barê girîngiya têkoşîna hevpar a EŞÎK dide û nexşeya xwe de çi bibêjin?

EŞÎK, helbet ne zemîna yekemîn a hevpar a têkoşînê ye ku ji aliyê tevgera jinê ve hatiye afirandin e. Pratîkeke pir berfireh a têkoşîna hevpar ya tevgera jinan a Tirkiyeyê ku pêşengiya femînîstan dike heye. Lêbelê EŞÎK ji tercûbeyên xwe yên heta niha cuda, di warê yelpazê de xelekên herî berfireh anî cem hev. Beşek ji van xelekan beşên ku di zemînen têkoşîna hevpar a berê de cih negirtine ne. Difikirim ku di aliyê civakîbûna têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê de ezmûnek girîng e.

Qet ne hêsane ku li welatekî wek Tirkiyeyê, nexşeya rê ya avahiyek ewqas mezin û di her warê de çav tên zivirandin bê xêz kirin. Lêbelê, erka ku me dema hat damezrandin diyar kir;  li dijî êrîşên topyekûn ên li ser mafên me yên wek bingeh hatine bidestxistin, birêxistinkirina berxwedanê bû. Eşkere ye ku dema hikûmet biguherî, dê ev êrîş ji nişka ve bi dawî nebin. Lê ya ji vê girîngtir, belkî ji bo paşve zivirandina tahribatên hatine avakirin jî, kedek hin mezintir ya ku me heta niha dayîna holê hewce dike.

Lê ya girîngtir, belkî ji ya ku me heya niha kiriye bêtir hewldan hewce ye ku zirara ku rû daye paşve vegerîne. Em dixwazin vê hewldanê nîşan bidin û li ser Destûra Bingehîn a nû di hawirdoreke bi rastî demokratîk, wekhev û azad de nîqaş bikin. Di van şert û mercan de helbet em dibêjin ne dest li Destûra Bingehîn û ne jî qanûnek din bikin, tenê bi kar bînin. Em dixwazin vê kedê deynîn holê, di hawirdoreke demokratîk, wekhev û azadİyek rast de Destûra Bingehîn a nû nîqaş bikin. Helbet di van şert û mercan de em dibêjin ne dest bide Destûra Bingehîn û ne jî qanûnek din, tenê pêk bîne.