Jinan di hevdîtina Parîsê de bal kişandin ser têkoşîna hevpar

Rêxistinên jinan ji bo bîranîna jinên Kurd ên ku li Parîsê di 23’yê Kanûnê û 9’ê Çileyê de hatin qetilkirin bi dirûşam “Jin Jiyan Azadî. Tolhildana me dê şoreşa me be” hatin ba hev. Jinan gotin ku têkoşîna hevpar şert e.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd TJK-F, Platforma Jin Jiyan Azadî, Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê, Solidaires, Yekitiya Sendîkayan, Alerta Feminista, 10. li partneryaya Şaredariya Parîsê ji bo jinên Kurd ên 23 Kanû û 9’ê Çileyê de hatin qetilkirin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî. Tolhildana me dê şoreşa me be” li paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev. Li salona 10’emîn a Şaredariya Parîsê Şaredarê Herêmê Alexandra Cordebard axaftina vebûnê kir.

‘Qetilkirina jinan dibe sedem ku hêrsa me mezin bibe’

Alexandra Cordebard, wiha axivî: “Ez pir şanaz im ku jinên Kurdi li avahiya şaraderiyê bûne mêvanên min. Xwezî em ji bo şahiyan bihatana ba hev lê mixabin li vê herêma ku ez lê peywir dikim, gelek jinên milîtan hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li vê derê hatin qetilkirin. Beriya wê jî hevala têkoşînê ua Mandela Dulcie September, jî li vê herêmê hatibû qetilkirin. 10 sal in ji bo hêzên li pişt komkujiya 9’ê Çileyê werin dîtin em têkoşiyan. Dûre dîsa li Parîsê, li herêma min, sê kesên ku Evîn Goyî jî di navbera wan de bû hatin qetilkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev rewş hêrsa me mezin dike. Em parçeyek ji têkoşîna edaletê ne û di heman demê de şopdar û aliyê wê yê sivîl in. Komkujiya di 23’yê Kanûnê de bûyereke ji rêzê nîn e. Ji bo ku ev bûyer di çarçoveya ‘têkoşîna bi terorê re’ were dîtin em têdikoşin.”

‘Li Îranê tu tişt ji ber xwe ve çênebû’

Piştî axaftina destpêkê Fatemeh Karîmî, li ser navê Platforma Jin Jiyan Azadî, bûyerên li Îranê û Rojhilat nirxand. Fatemeh Karîmî behsa pêvajoya beriya Jîna Emînî kir û wiha got: “Îro tiştên ku li Rojhilat diqewimin, encama tecrubeyen me yên ku me li parçeyên din ên Kurdistanê girtine ye. Li Îranê tu tişt ji ber xwe ve çênebû. Wekî dirûşma Jin Jiyan Azadî.”

‘Em dikarin li dijî êrîşên li ser jinan bisekinin’

Li ser nave Sendîkaya Solîdaîres Julie Ferrua axivî û got “Ji ber ku ez nikarim baş navê şehîdên me bînim ser ziman lêborînê dixwazim. Wan temenê xwe di riya vê têkoşînê de borandin. Em çiqas têkoşîna xwe bikin yek, çiqas bi hev re li heqîqetê bigerin em ê ewqas bikaribin li dijî êrîşên li ser jinan bisekinin” û bal kişand ser têkoşîna bi hev re.

 ‘Li dijî zextan divê têkoşîn were mezinkirin’

Li ser navê Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê û di heman demê de li ser navê jinên Tûnisê Nadia Chaabane jî got: “Ji jinên têkoşer ditirsin lewre jinên ku têdikoşin civakê diguherînin. Ji ber vê yekê li Tirkiye, Kurdistan, Îran, Tûnis, Fransa û gelek cihên cîhanê divê têkoşîna jinan were mezinkirin.”

Ji bo kampanyaya Heyva Sor banga piştgiriyê

Axaftina girtinê ya çalakiyê jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd Cemîle Renklîçay kir. Cemîle Renklîçay jinên ku ji bo bîranîna jinên Kurd amade bûn yên ji Fransa, Meksika, Tamîl, Kabîl, Amazing, Emerîkaya Latîn û ji gelên din, silav kir û diyar kir ku dê têkoşîna ji bo edaletê heta dawî bidome. Cemîle Renklîçay der barê encamên giran ên erdhejê de jî agahî dan, bang li tevgerên jinan kir ku ji bo kampanyaya Heyva Sor piştgiriyê bidin.

Bi hev re stranên berxwedanê gotin

Di tevahiya çalakiyê de Koroya Jineolojiyê, koroya ku jinan a sendîkayên Fransayê û Koma Jinan a Kevana Zêrîn stranên şoreşê gotin.