‘Jinan bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê hebûna xwe îspat kir’

Endama Kongra Star Nahed Silêman diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo jinan bû îlham ku xwe bi rêxistin bikin, rola xwe di civakê de pêş bixin û tevî zehmetiyan jî gelek serkeftin bi dest xistine.

DELAL REMEZAN

Hesekê - Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi Şoreşa Jinê ya 19’ê Tîrmehê re hîn xurtir bûn. Xwe birêxistin kirin û di her qadê de hîn çalaktir tevger kirin. Bi şoreşê re jinan mafên xwe berfireh û mîsoger kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi projeya Neteweya Demokratîk ku gelan dike yek, guhertin çêbûn. Jin bingeha vê projeyê bûn û hê jî wisa ye. Jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi şoreşê re qalikê ku di nava wan de asê mabûn şikandin. Piştî bi dehan salan a cudakirinê, rastiya xwe dîtin û li her qadê hebûna xwe avakirin.

Bi Şoreşa Rojava re jin li her qadê cih girtin û hewl dan ku xwe birêxistin bikin, konsey, komîn û saziyên xwe ava kirin. Yekitiya Star ku di sala 2005’an de hat damezrandin, di sala 2016’an de wek Kongra Star rêya xwe berdewam kir. Her wiha gelek navendên femînîst ji aliyê jinan ve hatin avakirin ku dinav de Mala Jin, Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Sara û navendên bîrdozî, hene. Meclisa Jinan a Suriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê di nava saziyên ku ji aliyê jinan ve hatin avakirin de cih girt.

Me bi endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê Nahed Silêman re li ser rewşa rêxistin û tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Suriyê di sala 12’emîn a şoreşê de axivî.

‘Jinan hebûna xwe îspat kirin’

Nahed Silêman diyar kir ku piştî şoreşê jin bi hêztir bûne û got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve bi awayekî xurt tevlî hemû qadên jiyanê bûne û hebûna xwe îspat kirine ku ev şoreş weke şoreşa jinê tê binavkirin. Birêxistinbûna jinan a li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, di pêşxistina fikir û felsefeya wan de roleke mezin lîst.

‘Jinan xwe bi hêz kirin’

Nahed Silêman diyar kir ku piştî ku jin derbarê mafê wan de hatin perwerdekirin û hişyar kirin, gelek saziyên sivîl û civakî hatin avakirin û destnîşan kir ku Kongra Star jî saziya ban e.  Nahed Silêman, da zanîn ku xebatên wan di çarçoveya komîteyên ku di nav de komîteyên civakî, aborî, tenduristiyê û akademiyên perwerdeyê jî hene, tê rêxistinkirin û diyar kir ku hemû komîte ji bo alîkariya jinan, hişyarkirina wan, piştgiriya menewî û derûnî bidin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de xebatan dimeşînin. Nahed Silêman destnîşan kir ku divê saziyên jinan ji bo hemû jinan weke referans û mînak bên girtin û wiha got: “Ji destpêka şoreşê û vir ve ku rêxistin û tevgerên jinan aktîf bûne, van saziyan xwe pêş xistine û di hemû qadan de ji bo piştgiriya jinan dixebitin. Jinan derbarê mafên wan yên rewa de hişyar kirin û bi hêztir bûn. Baweriya jinan a bixwe zêde bû, bûn pêşeng û rêveber. Bi saya van rêxistin û tevgeran civakên xwe arasteyî pêşketinê dikin. Ew civakek ku edaleta civakî û azadî tê de bi ser bikeve ava dikin.”

Bang li jinan dikin

Nahed Silêman bang li hemû jinan kir ku weke garantîkirina mafên xwe tevlî tevger û rêxistinên jinan bibin û got: “Îro, piştî 12 salan ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê, me hewl da ku xwe bigihînin hemû jinan, ku xwe û kesayeta xwe pêş bixin û wan ji zîhniyeta ku wan kontrol dike, maf û beşdarbûna wan bisînor dike rizgar bikin. Ji bo ku xwe bigihînin hemu jinên cîhanê, em ê hemû astengiyan derbas bikin. Divê jin nasnameya xwe biparêzin, her jinekê biparêzin û bi hev re dinava hevgirtinê de bin. Li hemberî hêz û jêhatiya jinê tiştek ne gengaz nîne.”