'Jin wê bi têkoşîneke hevpar pergala kapîtalîst biguherînin'

Rojnameger Jiyan Dêrîk diyar kir ku êşên jinan hevpar in û ew ê bi têkoşîna xwe ya hevpar pergala kapîtalîst biguherînin.

SILVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Tevî hemû pêkanîn û binpêkirinên mafên jinan, jin bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ku li cîhanê deng veda, berxwedana xwe didomînin. Rojnameger Jiyan Dêrîk diyar kir ku girîng e civak li cewhera xwe vegere û pergala kapîtalîst biguhere û got, ev yek bi têkoşîn û berxwedana hevpar a jinan pêk tê.

'Sîstema kapîtalîst civak ji cewherê wê dûr xistiye'

Jiyan Dêrîk bal kişand ser rojeva jinan û bandora zîhniyeta mêr a li ser jinan û got, “Di sedsala 21’an de ku sedsala jinê ye, gelek krîz û astengî derketin. Divê civak bi her awayî biguhere. Civak di van demên dawî de ji cewhera xwe dûr ketiye. Rastiya ku rola jinê derdikeve pêş, bi têkoşîn û şoreşa hevpar a jinê pêk tê. Jin bi vîn û hêza xwe rastiya xwe pêşkêş dikin. Jin îro koletiya 5 hezar salî ya li ser wan hatiye ferzkirin ji holê radikin. Îran, Efxanistan û gelek welatên Rojhilata Navîn hewl didin civaka paşverû zindî bihêlin.”

'Civak bi jinan vedigere cewherê xwe'

Jiyan Dêrîk işaret bi sîstema kapîtalîst û sîstema dewletê kir û got, “Serdest hin ferzkirinan li ser jinan ferz dikin. Rastiya dîrokî ya jinê vedişêre. Pergala serdest û kapîtalîst ji serdema Sumeran heta niha heman tişt e. Tenê rêbazên xwe li gorî serdemê diguherîne. Di koletiya jinê de rêbazên xwe her ku kûr dike, civakê jî di destê xwe de digire. Vegera civakê ya li cewhera wê, bi vegera jinê ya li cewhera wê ve girêdayî ye. Ger jin pêşengiya şoreşê neke civak nikare li ber xwe bide. Em vê yekê li Rojhilatê Kurdistanê û şoreşa Îranê dibînin.”

'Êşa jinan hevpar e'

Jiyan Dêrîk derbarê tundiya li ser jinan de nirxandinan kir û got, “Sûcên li Efxanistanê li dijî jinan tên kirin, weke sûcên li Îran, Sûriye, Iraq û dewletên din tên kirin. Rêbaz dikare cuda be, wek îşkence, daliqandin, kuştin, şîdeta derûnî û fîzîkî, lê encama wê kuştina mafên jinan e. Êşa jinan li her derê hevpar e. Jîna Emîn li Îranê şehîd bû. Li Fransayê Sakîne Cansiz û Evîn Goyî şehîd bûn. Mîrsal Nebî Zade li Afganistanê hat kuştin. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin tên qetilkirin. Ev jin ji ber mafên xwe xwestin hatin qetilkirin. Jin ji ber zîhniyeta dewleta mêr a paşverû tên qetilkirin. Şîdeta li ser jinê sînor derbas kiriye. Jin bê ferq û cudahiya nîjad, reng û çandê tên kuştin. Tenê jinan dike hedef. Jixwe ev zîhniyet qatilê cin, jiyan, azadî ye.”

'Jin xwe birêxistin dikin'

Jiyan Dêrîk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şoreşên jinan ên di dîrokê de û wiha got: “Jin di jiyana hevpar de, di Şoreşa Fransa de jî komuna Parîsê bûn mînaka wekheviyê. Her wiha jin di şoreşên Rojhilatê Navîn, Misir, Iraq, Cezayîr û Sûdanê de bi awayekî aktîf cih girtin. Dîrok nikare vê veşêre. Lewma em dikarin bêjin jin bi xwe şoreş e. Sedsala 21’emîn ev yek îspat kiriye. Li cihê ku şoreş lê be, jin li wir e, li ku derê jin lê be, sembol bûye û dibe. Em vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Têkoşîna Azadiyê dibînin. Jinan di her wateyê de karibû xwe bi rêxistin bike. Jinên Afganî xwedî asteke mezin a pêşketinê ne. Sazî û rêxistinên taybet hene. Di serhildana dîrokî de rolek girîng lîstin. Kanala yekem a bi navê jinan vekirin. Dema jin bi hêz be dibe hedefa êrîşan. Wek ku parlementer Mursel Nabî Zade bû hedefa Talîbanê. Rêbaza serwerên Efxanistan û Îranê yek e. Rêveberên her du dewletan li ser navê olê her cure şîdetê li jinan dikin. Zagonên zordar ferz dikin. Lê jin tevî hemû êşên xwe jî teslîm nabin. Gelek jinên Afganî dîrok nivîsandin û ji jinên din re bûn mînak.”

Jin temenê krîzan diyar dikin

Jiyan Dêrîk di dawiyê de wiha got: “Berxwedanên ku bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî dest pê kirine li hemû cîhanê berdewam dikin. Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de diyar kir ku ev dirûşm dê bibe bersivek ji zîhniyeta dewleta serwer. Diyar kir ku li cihê ku jin lê nebe jiyan û azadî jî nabe. Jinên cîhanê her çiqas ji aliyê fizîkî ve cuda bin jî, wê bi vîna xwe ya ruhî, biryardarî, yekîtî û têkoşîna xwe pergala kapîtalîst biguherînin.”