Jin pirsgirêkên xwe di komînên xweser de çareser dikin

Endama Kongra Star û endama meclisên xweser ên li bajarê Helebê diyar kirin ku bi meclis û komînan pirsgirêkên jinan çareser dikin û diyar kirin ku deriyên wan ji hemû jinan re vekirîne.

 HESNA MIHEMED

Heleb- Şoreşa rojavayê Kurdistanê li ser bingeha azadiya jinan û civakê dest pê kir li cîhanê deng veda. Bajarê Helebê jî di nava vê şoreşê de kedek mezin da û civakê bi rêxistin kir. Ji destpêka şoreşê ve heya vê kêliyê, gelê Helebê xwe li ser pergala neteweya demokratîk bi rêxistin û zana dike. Ji bo xwedîderketin li şoreşa ku bi navê şoreşa jinan tên pênasekirin, gelek bedelên giran hatin dayîn. Bi armanca pêkanîna felsefeya azadiyê û xurtkirina asta şoreşê li taxên bajarê Helebê, ji sala 2015'an ve komînên xweser ji aliyê Kongra Star ve hatine avakirin.

Di van demên dawî de jî Kongra Star meclisên xweser li taxan ava kirine û komînên xweser ên girêdayî wan hene. Li taxa Şêx Maqsûd Şerqî, meclisa şehîd Şîlan Kobanê ku 23 komîn girêdayî wê ne, heye. Li taxa Şêx Maqsûd xerbî meclisa şehîd Gulê Selmo ku 15 komîn girêdayî wê ne hene û li taxa Eşrefiyê meclisa şehîd Rûken Zerdeşt jî komînên girêdayî wê hene. Ev komîn zêdetir bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin û dibin hêza çareseriya van pirsgirêkan bi riya perwerde û nîqaşan. Her komînek jî bi navê pakrewanek jin hatiye binavkirin bi armanca xwedîderketin li tekoşîna wan. Der barê kar û xebatên komîn û meclisên xweser ên bajarê Helebê de Endama Koordînasyona Kongra Star û rêvebera meclisa şehîd Gulê Selmo ji ajansa me re axivîn.

'Komîn ji bo pirsgirêkên jinan hatin avakirin'

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava û xebatên ku li taxên Helebê didan meşandin û wiha got: "13 sal di ser Şoreşa Rojava de derbas dibin, di nava vê şoreşê de destpêkê bajarê Helebê para xwe ji şer girt û ruxmî wê xwe di milê pergala neteweya demokratîk de bi pêş xist û komînên xwe di taxên bajêr ên weke Şêx Maqsûd û Eşrefiyê de ava kir. Di sala 2014'an de komînên giştî hatin avakirin û di 2015'an de jî li ser esasê şoreşa jinan komînên xweser ên Kongra Star di nava civakê de hatin avakirin û heta vê kêliyê jî xebatan didin meşandin. Ev komîn zêdetir bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin û tê de komîteyên tendirustî, perwerde, zimanê Kurdî û lihevkirinê hatine avakirin û her komîteyek erka wan cuda ye. Li gorî pêwîstiya taxê komîn dihatin vekirin û civakê bi rêxistin û perwerde dikirin. Şoreşa me li ser xwîna têkoşeran hatiye avakirin. Bi taybetî pakrewanên jin loma her komînek bi navê pakrewanek jin hatiye binavkirin. Komîn di nava şer de bûn çavkaniya çareseriya pirsgirêkên gel."

'Erka me ew e ku em di nava civakê de jinan biparêzin'

Nêrgiz Bekir diyar kir ku li ser asta taxên bajarê Helebê sê meclisên xweser hatine avakirin û her meclisek di taxê de bi riya komînên xwe xebatê dide meşandin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Destpêkê tenê komînan kar didan meşandin lê di van demên dawî de ji ber pêwîstiya taxê, meclisên komînên xweser hatin avakirin. Li taxa Şêx Maqsûd Şerqî meclisa şehîd Şîlan Kobanê, li taxa Şêx Maqsûd Xerbî meclisa şehîd Gulê Selmo û li taxa Eşrefiyê meclisa şehîd Rûken Zerdeşt hatine avakirin. Bi riya komînên girêdayî wan kar tên meşandin, di her komînek de du rêveber cih digrin. Her sê meclis jî mehê carekê li hev dicivin, pirsgirêkên heyî bi Kongra Star re parve dikin ji bo çareseriyê nîqaş dikin. Her wiha erka me ya sereke ew e ku em di nava civakê de parastina jinan bikin, wan bi rêxistin bikin."

'Divê her jin berê xwe bide komînên xweser'

Rêvebera meclisa xweser a şehîd Gulê Selmo ya taxa Şêx Maqsûd Xerbî Fatimê Mihemed behsa xebatên xweser ên di nava taxê de kir û wiha pê de çû: "Di meclisê de em sê rêveberên jin berpirsyariya taxê digrin ser milên xwe. Her wiha 15 komîn di taxa Xerbî de girêdayî vê meclisê ne û di nava civakê de xebatê didin meşandin. Piranî komîn û meclisên me li ser pirsgirêkên jinan ên di nava civakê de disekinin. Ji bo ku komîn bibin cihê çareseriyê xwe li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin. Heftane jin di nava komînan de perwerdeyên xwe dibînin û di encama van perwerdeyan de dibin bersiv ji pirsgirêkan re. Hemû komîteyên ku pêwîstiya civakê bi wan heye di komînan de hene. Deriyên me her dem ji jinan re vekirîne. Di aliyê aborî û jiyanî de heya em dikarin destek didin jinan. Em rojane di nava civakê de ne. Herî zêde komîteya lihevkirinê bi pirsgirêkan re mijûl dibe û hewl dide çareser bike. Di meclisan de dewreyên perwerdeyê ji jinan re tên vekirin. Em hêvî dikin her jin berê xwe bide komîn û meclisên xweser ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe û em dibêjin ku deriyên me ji hemû jinan re vekirîne."