Jin li ser pergala netewa demokratîk lêhûrbûn dikin

Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan a di bin sîwana Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Rojava bi armanca ku hemû jinan û ferdên civakê di zanista jinê û hevjiyana azad de lêhûr bibin, xebatên xwe dimeşîne.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di Kongreya 9`emîn a Kongra Star de biryar hatibû girtin ku qada perwerdeyê bi vekirina akademiyan were pêşxistin da ku zanista jinan û zanîna pergala netewa demokratîk belav bikin. Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwedî 17 akademiyan e, 7 jê girêdayî Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star e.

Komîteya Perwerdeyê, KPCD (Komîteya Perwerdekirina Civaka Demokratîk), HPC-JIN (Hêzên Parastina Cewherî ya Jin), Edalet, Zanîngeha Rojava, Jineolojî cihê xwe di Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin a Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digre. Bi vî rengî ev meclis kar û xebatên xwe dide meşandin. Di 25’ê Hezîranê de Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo amadekirina kadroyên pispor li gorî têgeha netewa demokratîk, Hevjiyana Azad û azadiya jinan li taxa Xiwêran a Hesekê vekir.

Jin li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ perwerdeyê dibînin

Dewreya yekem bi nave Hevserokatiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Saroxan ku di 27’ê Îlonê de bi êrişekê dewleta Tirk hat qetilkirin, hat vekirin. 17 jinên endamên rêvberiyê ên hêza leşkerî ya jinan, erka xweparastin û YPJ’ê, desteya jin, komîteya tenduristî ya Kongra Star, komîteya Perwerdeya Kongra Star Rêveberiya Xweser û rêxistinên jin tevli dewreyê bûn. Mijara dewreya perwerdeyê li ser pirtûka sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Sosyolojiya Azadiyê bû.

Zeyneb Saroxan kî ye?

Zeyneb Mihemed Saroxan di 6’Nîsana 1981’ê de ji dayik bûye û di nava malbatek welatparêz de mezin bûye. Zeyneb Mihemed Saroxan bi cesaret û îradeya xwe ya mezin dihat naskirin. Di destpêka şoreşa Rojava de kar û xebatên avakirina Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê dida meşandin, paşê cihê xwe di nava Desteya Jinan a herêma Cizîrê de girt. Her dem ji bo azadiya tevahî jinan di nava liv û tevgerê de bû. Zeyneb Mihemed Saroxan ku herî dawiyê xwedî erka hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser bû, di 27’ê Îlonê de dema diçû ser karê xwe li ser riya Dêrikê bi balafirek bê mirov ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedfgirtin û jiyana xwe ji dest da. Zeyneb Zaroxan ji bo tevahî jinên cîhanê bû mînaka hêz, cesaret û îsrarê.

‘Armanca me ew e em bîrdoziya azadiyê ji êrîşan biparêzin’

Endama Koordînasyona Perwerdeyê ya Kongra Star Koçer Hisên da zanîn ku armanca sereke ya vekirina Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan a branşan ew e ku bikaribin rê li ber êrîşên li ser bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bigrin û wiha axaftina xwe domand: “Bi hezaran salan zanista civakî hatibû tepisandin, dixwestin zihniyeta desthilatdar her dem kûrtir bikin di nava civakê de. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan û bi naskirina Sosyolojiya Azadiyê em ê bikaribin civakê vegerînin cewherê xwe û ji pencên koletî, tundî û desthilatdariyê xelas bikin. Plansaziya me ji bo demên pêş ew e ku mijarên wekî zayendperestî, jineolojî û Hevjiyana Azad bidin da ku em bikaribin kadroyên pispor di van mijaran de bidin avakirin û di nava civakê de bi rengekî saxlem were belavkirin.”

‘Xwenaskirin û li xwe vegerandin girîng e’

Cîgera Desteya Jin a bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Îbrahîm teqez kir ku dewreya Şehîd Zeyneb Saroxan dewreyek xwe naskirin û li xwe vegerê ye. Rûken Mele Îbrahîm bal kişand ser paraznameya sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê û wiha got: “Di vê pirtûkê de Rêber Apo her dem dibêje li xwe vegere, xwe nas bike, tu kî ye? Em bi van gotinan pir bi bandor bûn û watedayînek mezin didin wan. Bi vî rengî mirov zana dibe, mirovên ku heqîqet û dîroka xwe hîn bibin ew zana ne. Rêbertî dibêje: “Dîrok wekî çemekî diherike ji dema destpêkê heya roja me ye îro berdewam dike lê tenê mekan û zeman tê guhertin.” Ev gotinek pir bi bandor e, di dema sîstema rejîma Baasê de me digot dîrok cuda ye lê piştî xwendin û naskirina pirtûka sosyoljiya azadiyê em pir ketin guman û giraniya vê yekê. Ji ber ku ger em dîroka xwe nekin em xwe nas nakin û roja xwe ya îro jî wate nabînin.”

‘Rêber Ocalan hevalê jinan e’  

Rûken Mele Îbrahîm bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku tê de azadiya jin esas digre û wiha axivî: “Di dema civaka xwezayî de jin wekî xwedawendek dihat dîtin, ji ber ku ew jiyanê diafirand û niha jin gihîştiye kîjan astê? Rêber Apo di vê pirtûkê de wate didê jin e, dibêje jin dayika, dîrok û zanist e, ger civakek rast were meşandin ew civak wê bi pêşengiya jinê were meşandin ji ber wê jî şoreşa ku em dijîn, şoreşa jinan e bi pêşengiya jinan e. Mînaka wê jî pêşengên şoreşê Zeyneb Saroxan, Hevrîn Xelef, Barîn Kobanê, Yusra Derwêş û Leyman Şiweş e. Di vê pirtûkê de Rêbertî hemû pirsgirêkên civakê dinirîxîne û çareseriya wê jî dide pêşiya me da ku em bi awayekî rast bijîn.”

Jinek çalak bû: Zeynep bi me re dijî

Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku Zeyneb Saroxan hevala wê ya herî nêz e ji zaroktiyê heya roja îro ew hevaltî nehatiye helandin û wiha domand: “Zeyneb jinek pir bi hêz û hişk bû lê hişkbûna wê jî ji bo pêşketina heldanên wê bû. Di şoreşê de me bi hev re kar kir, her ji bo pêşxistina kar û xebat û bi taybetî azadiya jinan bi eşq di nava tevgerê de bû. Zeyneba ku hevala me bû , me bi hevre kar dikir û niqaş dikir îro em li akademiyek di bin nave wê de xwe zane dikin. Heya bi şehadeta wê jî em îro di bin navê xwe bi pêş dixin. Ez vê yekê pir bi nirx dibînim û wekî kesayet ez pê jî êşiyam. Ev heyvek di akademiyê de her sibeh min cavên xwe li wêneya wê vedikir, min mijarên ku min sûd digirt min pê re par vedikir. Di vê dewrê de Zeyneba min her kêlî bi min re dijî. Di şexsê şehîd Zeyneb em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”

‘Jiyana rast bi pêşengiya jinê ye’

Endama Rêvberiya Perwerde û fêrkirin Zeyneb Elî bi vî rengî behsa dewreya Şehîd Zeyneb Sraoxan kir:  “Ev dewre ji hemû perwerdeyên ku em tê re derbas bûn cudatir hat di vê pirtûkê de me jiyana rast a bi pêşengiya dayikê nas kir a dûrî ezezî û desthilatdariyê, çawa ew jiyan hat guhertin û desthilatdarî belav bû. Pirsgirêkên heyî yên di nava civakê tê jiyîn hemû ji ber ku em di jiyana ne rast dijînin jiyana ku zayenda bingehîn jin koleya zilam kiriye û zilam jî koleyê desthilatdariyê ye. Di riya vê pirtûkê de mirov bikaribe hemû pirsgirêkan çareser bike û jiyana rast û bi watedayîna her zayendekî were jiyîn. Xwenaskirin pir girîng e, heger em xwe nas bikin em ê bizanibin çawa bijîn û pêşerojek azad bidin avakirin.”