Jin li malên xwe jî xwe di ewlehiyê de hîs nakin

Li Tirkiyeyê, di sala 2023’an de ji sedî 43,6’ê jin dema bi şev tenê bimeşin û ji sedî 16,7’ê jî dema li mala xwe bi tena serê xwe bin xwe di ewlehiyê de hîs nakin.

Navenda Nûçeyan- Di Lêkolîna Memnuniyeta Jiyanê ya 2023’an a Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) de, derket holê ku jin dema li mal û li kolanan bi tena serê xwe ne xwe di ewlehiyê de hîs nakin.

Di sala 2023’an de rêjeya jinên ku dema bi şev bi tena serê xwe li cihê ku dijîn dimeşin xwe di ewlehiyê de hîs nakin bûn 43,6. Daneyên li ser rewşa mirovan xwe di ewlehiyê de hîs dikin an na hatin eşkerekirin. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku ji sedî 10,3’ê jinan dema li mala xwe bi tena serê xwe ne xwe di ewlehiyê de hîs nakin, ji sedî 5,6’ê wan xwe bê ewle hîs dikin û ji sedî 8’ê jî xwe pir bê ewle hîs dikin. Rêjeya jinên ku dema li malê bi tena serê xwe dimînin xwe bi ewle hîs dikin ji sedî 66,4 û rêjeya ku xwe pir bi ewle hîs dikin jî bû ji sedî 17.

Gelek jin li mal û kolanan xwe di ewlehiyê de hîs nakin

Li gorî daneyên 20 salan, di hejmara jinên ku dema li mala xwe bi tena serê xwe dimînin xwe bi ewle hîs dikin de zêdebûn heye. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku di sala 2004’an de ji sedî 15,5’ê jinan dema bi tena serê li malê ne pir bi ewle, ji sedî 51,2’ê xwe bi ewle, ji sedî 16,3 bi ewle û ne jî bêewle, ji sedî 13,5 jî xwe bê ewle û ji sedî 3,5 jî xwe pir bê ewle hîs kirine.

Li Tirkiyeyê, di sala 2023’an de rewşa xwe bi ewle hîskirina mirovan ku dema li mala xwe bi tena serê xwe dimînin, wiha ye; "Pir bi ewle 20,1, bi ewle 66,9, ne bi ewle û ne jî bê ewle 8,4, bê ewle 3,9 û pir bê ewle jî ji hezarî 6’e.”