Jin li her derê di nav piştevaniyê de bûn: Eniyek bihêz a têkoşînê divê

Endama Akademiya Jineolojî Bihar Avrîn pêngava jinan a piştevaniyê nirxand û got ku pêngavên wiha wê bihêlin rewş û qirkirina jinan bêtir bikeve rojeva cîhanê û dengê jinên Şengal û Efganîstanê were bihîstin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Bi armanca piştevaniya jinên Şengal û Efganîstanê Komeleyên Jinên Kurdistanê KJK'ê ji 3'ê Tebaxê dest bi kampaniyekê kir. Endama Akademiya Jineolojî Bıhar Avrîn pêwîstiyên kampanyayê nirxand.

'Kampanya KJK'ê pir girîng û di dema xwe de hat destpêkirin'

Bihar Avrîn got ku di parçeyekî wekî Rojhilata Navîn de hebûna kampanyayên ji bo piştgiriya jinan pêwîstiyeke herdemî ye û wiha dom kir: "Kampanya ku KJK'ê dabû destpêkirin di dema xwe de hat, taybet di wextekî de ku bi her awayî li dijî jinan qirkirin tê meşandin. Em qirkirina jinê tenê di aliyê fizîkî de bînin ziman wê ne rast be, ji ber qirkirineke çandî û baweriyan jî di Rojhilata Navîn de tê meşandin. Di rewşeke wiha de ku jin her dibe qurbaniya şeran, sîstemên netew-dewlet yên gihiştine asta dîktatorî û faşîzmê, jinan bi rewşeke xirab re rû bi rû dihêle. Bi qasî ku tekoşîna jinan dorfireh dibe, reng û şêweyê xwe diguhere, li hember wê jî sîstema netew-dewlet êrîşên xwe berfirehtir dike, şêwaz û rêbazê şîdeta li dijî jinê diguherîne. Ya ku şîdetê dijwartir dike hevkariya ol, netewdewlet û hişmendiya baviksalarî ye, ji ber her sê jî hev dû gewde dikin. Kampaniya ku KJK'ê da ye destpêkirin, em pir girîng û erênî dinirxînin."

'Pêngavên wiha rê li ber rojevkirina qirkirina jinan û bihîstina dengê wan vedike'

Bihar Avrîn bandora kampanya û rêxistinên ku piştgirî nîşan dan bibîrxist û got: "Kampanyaya hat destpêkirin, gelek jinan piştevaniya xwe nîşan dan. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigre heta jinên Efganîstanê û gelek komxebat hatin lidarxistin. Xebatên wiha pir girîng û hêja ne ku dihêle qirkirina jinan bi awayekî xurt bikeve rojeva cîhanê, heman demê dengê jinên Efganîstan û Şengalê hîn bêtir bidin bihîstin. Ji lewra ev kampanya dihêle ku rihê hevgirtinê di nav jinan de were avakirin. Ev rih jî bi Şoreşa Jinê ku êdî bûye modelek pir balkêş di cîhanê de, hat avakirin û bihêzkirin. Yek ji destkeftiyên girîng yên şoreşa jinê, serhildana "Jin Jiyan Azadî" bû ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat destpêkirin. Pêwîste di serdema 21'an de, li erdîngriya ku jin lê hatiye kolekirin, azadî ji wir careke din dest pê bike û ev jî wê di Rojhilata Navîn de rû bide. Ji ber şoreşa jinê şoreşekî civakî ye, ji lewra divê hemû tevgerên civakî yên ku ji bo azadiyê têdikoşin, di zik hev de werin meşandin. Bê guman serkeftina şoreşek li ser vê erdîngariyê bêyî azadiya jinê, ne pêkan e. Hêmanê sereke ji bo demokratîkbûna herêmê jî, azadiya jinê ye."

'Avakirina hêzên xweparastinê faktorekî pir girîng e'

Bihar Avrîn balkişand ser rewşa jinên Efganîstanê û têkoşîna ku du salan ya piştî bidestxistina destkeftiyên 20 salan û wiha destnîşan kir: "Piştî hatina Talîban li ser desthilatê, rewşa jinên Efgan zehmet bû. Destkeftiyên di nav 20 salan, ji wan hatin girtin. Du sal ên pir dijwar di ser jinan re derbas bûn. Bi rengekî veşartî jî be dikarîbûn hinekî xwe birêxistin bikin, lê zehmetiya wê danexistina vê rêxistinê di nav civakê de ye. Hewldanên jinan ê rakirina çekê  û avakirina hêzeke cewherî li hember Talîbanê çêbû û cihê rêzê bû, lê belê domdar nekir. Ji lewra perwerdekirin û zanakirina jinan têrê nake, rêxistin û avakirina hêzên xweparastinê faktorekî pir girîng e ji bo jinên EAfganîstanê. Li hember recimkirina jinan, kuştin û zewaca temenê biçûk ya ku rêjeya wê bilind bûye, kampanyayên ku tên destpêkirin girîng in. Pir girîng e ku di nav ewqas zehmetî û dorpêça Talîbanê de, jin asta têkoşînê û xebatê pêşbixin. Ji warê şoreşa jinê em dikarin bi perspektîfên pêşxistina têkoşîneke mayinde û afrîner, bi jinên Efganîstanê re bibin alîkar."

Zagon û hiqûq jinan nas nakin!

Bihar Avrîn da zanîn ku xwespartina hêz û welatên derve û bendewariya zagonan ji bo parastina mafê jinan ne tiştekî rast û aqilane ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di salên 2003'an de bindestiya ku jinên Efganî û Iraqî dikişandin, bûn bihaneyên ku hêzên derve êrîşan bibin ser wan welatan. Qaşo êrîşên wan, ji bo vegerandina mafên jinan bû, lê ev jî nekirin û rewşa jinan ji berê xirabtir kirin. Ji lewra ji bendewarî û xwespartina derve zêdetir, pêwîste ku ew jin li kêleka hêz û îradeya xwe, xwe bispêrin dînamîzmên xwe yê hundirîn. Ev ne tenê ji bo jinên Efganî, ji bo giştî jinên herêmê ye û xwespartina hêza xwe wê gelek destkeftiyan bi xwe re bîne. Mînaka herî berbiçav serhildana "Jin Jiyan Azadî" ye ku gelek jinan ji bo piştevaniya xwe nîşan bidin porê xwe qusandin an jî çalakî kirin. Li ber çavan e ku niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ewqas jin û kes tên darvekirin, qetilkirin û şîdet rû didin, lê belê zagonên ku ewqas welat û hiqûqa behsa wê dikin, ji jinên Rojhilatê Kurdistanê re nebû alîkar. Berjewendiyên welatan, dide ser zagonan û mafê jin û mirovan binpê dike û nas nake. Dewletên cîhanî wiha ne, ger berjenwendiyên wan nebin piştevaniya gelan jî nakin. Pêwîstî bi avakirina sîstem û hêzên xweparastinê hene ku xwe bi rê ve bibin."

'Ji bo pêşîlêgirtina qirkirina jinan, pêngavên pratîkî girîng in'

Bihar Avrîn behsa pêşîlêgirtina qirkirina jinan kir û wiha pêl da gotina xwe: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirina malên jinan, kooperatîfên jinan ku jin di warê aborî de xwesertiya xwe çêdike, avakirina gundên jinan, ev hemû jî mînakên ku jin xwe pê li dijî qirkirina xwe diparêzin. Heman demê li Şengalê faktorê xweparastinê û xwesertiya xwe dan avakirin pir girîng bû, ku bawerî di xwe de dan avakirin û qalibên bêhêzbûna jinan di mêjiyê civakê de hatibû çandin, şikandin. Bi van gavan jinên Êzidî rê li ber qirkirineke din digrin. Ya girîng di vê pêvajoyê em komxebatan an jî pêngavan lidarbixin, ji wê girîngtir ku em rêxistina xwe daxin nav civakê û divê perspektîfên ku em didin bi pêngavên pratîkî pêk bînin. Gavên pratîkî hatine avakirin, lê bes têra pêvajoyê nake, ji ber dijmin her li ser qirkirina me di tevgerê de ye."

'Qirkirina jinan fîzîk derbaskiriye, bîrdoziya wê armanc dike'

Bihar Avrîn da payin ku êrîşên tên kirin asta fîzîkî derbas kiriye, êdî di asta bîrdozî de tê meşandin û wiha pê de çû: "Êrîşeke wiha ye ku taybet li ser destkeftiyên şoreşa jinê tê meşandin û hedefgirtina pêşengên jin ê Kurd beşek ji siyaset û qirkirina jinê ye. Sîstema heyî, pêşketinên ku di encama têkoşîna jinan de çêbûye qebûl nake û şehîdxistina pêşengên jin di salên dawiyê de, vê yekê piştrast dike. Ji ber wê em dibêjin ku zanebûna jinê faktorekî girîng ji bo civakeke demokratîk e. Li hember her cûre êrîşên dijmin, xebat û têkoşîna jinan di astên herî jorê de ne û ji xebatên tên kirin wê li gorî perspektîfên werin girtin, pêngavên nû werin destpêkirin."

'Di nav kaos û qeyrana heyî de, avakirina eniyeke bihêz a têkoşîn û berxwedanê'

Bihar Avrîn bi vê gotinê dawî li nirxandinê xwe anî: "Ji ber çêkerên zagon û hiqûqan mêr in, tu carî bi van zagonan piştgiriya jinan nehatiye kirin, berovajî wê hatiye bikaranîn. Ji lewra ya ku em dixwazin hevpeymaneke civakî ye ku jin bikaribin li dora wê xebatên xwe bide meşandin. Heta niha ya ku pirsgirêkên jinan kûrtir û dijwartir kiriye, zagonên ku ji hêla mêr ve hatine nivîsandin e. Zagonên navdewletî jin neparastine û berovajî wê pirsgirêkên wê kûrtir kirin e. Ya ji vê girîngtir ew e divê jin bi hêz û îradeya xwe, hevpeymana xwe ya civakî û li dora wê sîstema xwe avabikin. A ku em dixwazin bikin ne hilweşandina dewletê ye, çawaniya avakirina sîstemeke nû ya xwerêvebirinê ye. Li herêmê kaos heye, kîjan rêxistin û tevger karibin ji nav vê kaosê de sîstemekê avabikin û kêliyên azadiyê biafirînin, dikarin serkeftinekê bidestbixin. Naxwe, di nav qeyraneke wiha de esasgirtina sîstemeke wiha, wê zehmet be. Divê ku eniyek bihêz ya têkoşîn û berxwedanê, li hember qirkirin û tundiya pir alî her roj dorfireh dibe, were avakirin."