Jin li hemberî ezmûnên kargeriyê bi bertek in

Jinên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser rêjeya zêde ya bêkariyê û zehmetkirina ezmûnên kargeriyê axivîn bi gotina, “Şansê girtina karan tenê ji bo hinek kesên alîgêrê partiyên hikumetê derbasdar e” bertek nîşanî rewşê dan.

LARA GOHRÎ

Mehabad – Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê li ser rêjeya bêkariyê û zehmetkirina şert û mercên ezmûnên kargeriyê axivîn. Jinan destnîşan kir ku ezmûn bi awayekê adil nayê pêkanîn û kesên alîgirên hikumetê tên hilbijartin. Jinan bi gotina “Şansê girtina karan tenê ji bo hinek kesên alîgêrê partiyên hikumetê derbasdar e” bertek nîşanî rewşê dan.  

 ‘Zor û zehmetî ji bo jinan di pîşeya mamostetiyê de hene’

Şîma Fehîmî derbarê bajdarbûna xwe ya ezmûna girtina mamostatî de wiha got: “Bi rastî ez bi mamostatî û zarokan re eleqedar im  lê niha ez bi belgeya lîsansê di aliyê zanista perwerdeyê de bêkar mame. Min berê li dibîstanêekê sere saetekê bi 100 hezar tumen min mamostatî dikir, ji ber zext û gefan min dest jê berda. Gelek giringe ku mamosta zana bin û xwedî fikr û raman bin. Ji ber ev rasterast bandorê li perwerde û fikrê zarokan dike û yê ku civakê ava dike mamoste ye, di pîşeya mamostetiyê de ji bo jinan gelek zor û zehmetî heye.  Kesên di perwerdekirina zarokan de dikeve pey partiyan û baş zaroka perwerde nakin pêşeroja wan xira dikin. Beşdariya jinên wek min di vê ezmûnê de û berdewamiya karê mamostetiyê di Komara Îslamî de cûrek yê têkoşînê ye, ez dixwazim ji civakê re zarokên azadîxwaz perwerde bikim.”

 ‘Li bajêr hejmara bêkaran her diçe zêde dibe’

Evîn Kerîmî yek ji beşdarên ezmûna wergirtina mamadotayan ji bo dibîstana seretayî ya  Mihabadê ye û got: “Dema ku min pirtûka qeydkirinê xwend, min dît ku hinek mafê qeydkirinê 250 hezar tûmen zêdetire û hem jî şansê qebûlkirinê gelek kême.

Bajareke wekî Mihabadê ku gelek kargeh û dibîstan hene roj bi roj hejmara bêkaran zêde dibe, tenê 6 jin tên hilbijartin, ez bi israra malbata xwe beşdar bûm. Hevalên min hene ku di sala yekem a kar de ne û fermî ne, mehane sê milyon mûçe werdigirin û dibin zextan de kar dikin û di jiyana xwe de nikarin kirasek û cilek ku jê hez bike li xwe bikin.”

 ‘Serhildana Jîna bandor li ser ciwanan kir’

Evîn Kerîmî  di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser cûdahiya li darxsitina vê ezmûnê li gora salên bûrî û got: “Ev rastiyeke ku jinên ciwan ên ku dixwazin bejdarî van ezmûnan bibin, divê xwe bigrin û li gora quralên komara Îslamê bin. Îsal min dît hejmarek gelek kêm ji beşdaran, tenê çend kesan xwe girtibûn û hîcaba xwe girêdabûn û xwegirtin jibo perwerdê neçariye. Tişta herî balkêş a vê ezmûnê ew bû ku dema me xwest dest bi ezmûnê bikin, hertim di destpêka ezmûnê de sîroda Komara Îslamî tê lêxistin, lê îsal sîrodeke kurt ji Quranê parvekirin û sîroda Komarî bi giştî hate rakirin.

Êdî dilxazên perwerdeyê jî ewqas ji wergirtinê tirsa wan heye, gelek tiştan ciddî nagirin û ev rastî jî bandora serhildana Jîna ya li ser gel e. Gelek hevalên min piştî ezmûnê gotin me bersîva hinek pirsên raya giştî nedane, ji ber ku ev yek mohra pejirandina cinayeta Komara Îslamî ye. Di ezmûnê de pirs di du beşan de bûn, giştî û taybetî, di beşa giştî de, berevajî salên borî, heta di beşên girêdayî zanyariyên olî de jî, pirsên ku rasterast û nerasterast bi xwepêşandanên vê dawiyê ve girêdayî bûn, gelek ji me bersiva wan nedan. Ji ber bersivên me û Bersiva Komara Îslamî ve ne yek bû."