Jin li gundên xwe xebatên çandiniyê berdewam dikin

Jinên Helepceyê li gundên xwe xebatên xwe yên çandiyê berdewam dikin, bi projeyên ku xistine meriyetê dahatek aborî bi dest dixin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce- Jinên ku di qada çandiniyê de ked dane li keda xwe xwedî derdikevin, bi projeyên ku xistine meriyetê dahata aborî bi dest dixin. Yek ji van jinan jî Rêjne Hisên e, piştî ku xwendina xwe temam dike vedigere gundê xwe û dest bi karên di nava baxçeyan de dike. Rêjne Hisên diyar kir ku berhemên xwe yên weke hingiv, çerez û gelek berhemên xwemalî bi marqeya xwe derxistiye.

‘Li ser malperê ez berhemên xwe difiroşim’

Rêjne Hisên wiha got: “Min bi mêşvaniyê karê xwe yê xwemalî bi mirovan da nasîn, bi riya malpera xwe ya bi navê Kijî Dehat ez berhemên xwe difroşim. Piştre jî min biryar da ku berhemên din jî bixim nava marqeya xwe. Ji ber ku her gund bi xwarin û taybetmediyên xwe tê nasîn. Rêjne Hisên da zanîn ku herî zêde der barê jiyana li gund û zehmetiyên ku dikşîne de jê pirsan dikin û got: “Zehmetî heye lê belê bi alîkariya malbatê ez dikaribûm wan zehmetiyan derbas bikim.” 

Ji fêkiyan sirkeyê çêdike

Leylana xelkê Karadaxê ye xwedî çewlika ku li Iraqê fêkiyên sor tê de hildiberîne ye ew jî dibêje: “Piştî ku min beşa çandiniyê qedand, min dest bi vê projeyê kir û dahatek aborî bi dest xist. Min serkeftinên girîng bi dest xistin.”

Trifa Bekir a ji gundê Wazha yê girdayî Şarbajêr destnîşan kir ku divê fêkiyên ku tên berhevkirin werin parastin û bi vê fikrê ketiye rê û got: “Ez ji fêkiyan sirkeyê çêdikim. Êdî jin bi awayekî bi cesaret ketine nava jiyana kar.”

Mamosteya çandiniyê Beyan Celal diyar kir ku rola jinan a di projeyên çandiniyê de layiqê teqdîrê ye û wiha got: “Ez mamostehiyê ji bo jinên ku bi projeyên mêşvanî, lawirvani û zuhakirina fêkiyan bi pêş dixin dikim. Ez gelek kêfxweş dibim dema ku jin bi kar re mijûl dibin.”