Jin li dijî talankirina xwezayê li ber xwe didin: Hêviya me hêj neqediyaye

Konên gundiyên ji Îkizderê, ku bi rojan li dijî kana Cengiz İnşaat li ber xwe didan, bi serdegirtina di şevê de ji cihên wan hatin derxistin. Jinan diyar kir ku ew ê konên xwe ji nû ve danin û bivan gotinan, peyama berdewama berxwedaniya xwe dan: "Dema ku hêviya jina Behra Reş xelas bû, înada wê dest pê dike, Hêviya me hêj neqediyaye, paşê înat…"

Navenda Nûçeyan - Konên gundiyên ku ev 25 roj in li dijî kana kevir a ku ji hêla Cengiz İnşaat ve dixwest li navçeya İkizdere ya Rîzeyê were çêkirin li ber xwe didin, ji hêla leşkeran ve şevê di 02:30 an de hatin belav kirin. Biryara Meclisa Bajêr a Hifzisihha wekî hincet nîşan dan, leşkeran hemî kon belav kirin. Gundiyan diyar kir ku ew serê sibehê çûne Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê, gundiyan diyar kirin ku hinceta pandemi ji wan re hatiye nîşandan.
"Qanûnên Cengîz pêktê”
Gundiyan destnîşan kirin ku wan ji leşkeran biryarek nivîskî xwestine û gotin, "Ne qanûnên Komara Tirk, qanûnên Cengîz pêktên. Bêwijdaniyek wusa tune. Mirov li wir jiyan dikin, hûn bêyî ku ji wan bipirsin lez û bez konên wan ji wan digirin. Ew makîneyên Cengîz diparêzin, çi tê serê mirovan ne xema wan e. Xema wan tenê kevir e.”
"Em ê dîsa ava bikin" 
Jinên ku li dijî talankirina xwezayê li pêşberî berxwedanê ne, li hember tiştên diqewimin jî bertek nîşan didin. Jinên ku bi şev û roj li dijî kana keviran serî netewandin, bivan gotinan biryardariya xwe nîşan dan:”Dema ku hêviya jina Behra Reş xelas bû, înada wê dest pê dike, Hêviya me hêj neqediyaye, paşê înat…"
Jinên ku bertek nîşanî hilweşandina konan dan wiha gotin:"Ew nîvê şevê hatin û kon hildan. Dema ku gel rewş ferq kir û hatin herêmê, ew tirsonek reviyan. Em ê dîsa ava bikin, têkoşînê bidomînin. "