Jin li dijî Komkujiya Parîsê li qadan in

Di 11’emîn salvegera Yekemîn Komkujiya Parîsê de ku di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat û di encamê de pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li qadan in.

Navenda Nûçeyan – Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Di 11’êmîn Yekemîn Komkujiya Parîsê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ daketin qadan.

Qamişlo

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û navçeyên wê di bin bi dirûşmeya “Bi rihê Şehîdên Parîsê em ê faşîzim û dagirkeriyê têk bibin” û tevlîbûna rêxistinên jinan meşiyan. Meş ji Çarxereya Osman Sebrî dest pê kir û li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişlo Şaha Xelîl daxuyanî da.

‘Komkujî bi komployê ve girêdayî bû’

Şaha Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi komkujî û êrîşan dixwazin komloyan dewam bikin û got: “Yek ji damezrandina Partiya karkerê Kurdistan bû bi îsar bû di têkoşîna xwe de û li ber xwe da li ser asta her car parçê kurdistanê li ber xwe dida. Komploya navnetewî li ser Rêber Apo hat meşandin û felsefeya Rêbertî ne hat qebûlkirin û ev 24 sal in ku Rêber Apo hatiye dîlgirtin. Lê dîsa jî wê nikaribin vê felsefeyê û pirojê bi dawî bikin ew komploya ku hat meşandin bi komploya heval sakîne ve girêdayî bû. Ji ber ku tekoşera di xeta azadiya jinê de li ber xwe dida dixwest ku pêşengtiya jinê şoreşa jinê bibe ûoreûeke cîhanî bi pêşengtiya hemû jinê cîhanê. Lê dîsa jî dewleta navnetewî xwestin ku bi şehîdxistina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de şoreşa jinê bişkînin. Em bêdengiya Dewlet Ferensa şermezar dikin ku ji 2013’an ve heya roja îro sûcdarê van here hevalan ne hatiye dîtin. Ji ber wê em dibjin ne tenê 9’ê çile li qada bin em ê herdem li qada bin û ji bo xeta têkoşîna azadiya jin li ber xwe bidin.”

Meş bi dirûşmeya ”Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Kobanê

Şêniyên navçeya Kobanê di bin dirûşma “Geşkirina agirê berxwedanê tolhildana şehîdên Parîsê ye” ji bo yekemîn komkujiya ku li Parîsê pêk hat meşiyan. Rêxistina Kongreya Star a kantona Firatê bi wesîleya 11’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku di encamê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, meşek li dar xist.

Di meşê de şêniyên navçeya Kobanê, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn. Meşê bi hilgirtina wêneyên têkoşerên herdu komkujiyên Parîsê, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star ji qada Jina Azad dest pê kir û li dibistana şehîd Seydo ya li ser riya Cerablûsê rawestiya. Di meşê de bênavber dirûşmên “jin, jiyan, azadî” û “şehîd namirin” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi navê rêxistina Kongreya Star Mihabad Dêrik axivî.

Mihabad Dêrik wiha got: “Her çendî komkujiya ku pêk hat êşeke dijwar bû, di heman demê de şehadeta wan jî serkeftin, serbilindî û riya azadiyê ye. Ji bo wê jî weke hevalên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, tişta ku îro ji me tê xwestin ew e em li dijî pergalên desthilatdar û netew-dewlet têbikoşin, ala azadî û serkeftinê hildin jor. Em ê weke jin pêşengiya rizgariya gelê Kurd û tevahî jinên cîhanê bikin, soza me şopdariya riya hevala Sakîne ye û azadî misogerkirin e.”

Şehba                                       

Kongreya Star Efrîn-Şehbayê yekemîn komkujiya Parîsê bi dirûşma "Geşkirina agirê berxwedanê tolhildana şehîdên Parîsê ye" bi meşekê bi bîr anî. Meşê ji qada ajokariyê ya navçeya Fafîna kantona Şehbayê dest pê kir û berê xwe da goristana pakrewanan a navçeyê. Gelê Efrîn û Şehbayê û hemû  xebatkarên saziyên herêmê beşdar bûn. Her wiha gel di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên komkujiya Parîsê û pankartên bi nivîsa "Parîs di tarîtiyê de ye, edalet li ku ye" û "Ji Sekîne û Evînan heta Jîna û Negîhanan, Jin, Jiyan, Azadî" hildan.

Piştî ku girse gihîşt goristanê meş, veguherî mêtingê paşê endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Ferîda Îbo axivî. Ferîda Îbo diyar kir ku hedefgirtina Sakîne Cansiz û rêhevalên wê, hedefgirtina fikrên azadiyê ye û got: "Em bi hurmet pakrewan Sakîne û rêhevalên wê bi bîr tînin. Di kesayeta Sakîne Cansiz de xwestin derbeyek li doza Kurd û fikrên azadiyê bixin. Li dijî faşîzma Tirkiyeyê hevala Sakîne têkoşiya û ji bo azadiya jinan her dem xebitî, lewre hate hedefgirtin. Em ê li Şehbayê bi çalakiyên xwe xeta îxanetê têk bibin û xeta berxwedanê bilind bikin. Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna xwe bidomînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Hesekê

3 jinên têkoşer ji aliyê gelê kantona Hesekê bi hemû neteweyên xwe Kurd, Ereb, Ermen û Suryan hatin bibîranîn û bi hezaran kes daketin qadan û gotin "Em hemû Sakîne ne".

Meşvanan wêneyên 3 jinên têkoşer, pankartên bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" , "Em hemû Sakîne ne" hilgirtin. Meşê ji ber çerxeriya Sînalko dest pê kir û li ber çerxereya Kevokê bi dawî bû û daxuyanî hat dayîn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Kongra Star a kantona Hesekê Fatma Keleş teqez kir ku destkeftiyên şoreşa jinan bi ked û têkoşîna her sê jinan pêk hatiye û wiha anî ziman: "Felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku Sakîne Cansiz û hevalên wê di oxira wê de canê xwe dan, îro li tevahî Rojhilata Navîn û Efrîqayê dibe mîrasek ji hemû jinan re û di serî de serhildana jinên îranê û Rojhilatê Kurdistanê. Mixabin Parîsa ku bi edalet û azadiyê bang dike tenê weke gotin xwe dide nîşandan. Parîs li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma. Li hemberî edalet, wekhevî û azadiya jinan û civakê komkujî pêk tînin û heya roja îro ev komplo berdewam dike.”

Meş bi dirûşma " Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.