Jin Li Clevelandê li dijî Şîdetê meşiyan
Meşa Jinan a li dijî Tramp îsal jî hate lidarxistin. Li Emerika jin ji bo daxwazên xwe him li kolanên bajaran û hin jî di çalakiyên medya civakî de civiyan.
Navenda Nûçeyan - Jin di çaremîn salvegera Meşa Jinan ya li dijî Tramp de li Cleveland a Emerîka yê dîsa li kolanan bûn. Jinan nijatperestî, neheqî, tundu tujiya li dijî jinan û êrişên li dijî mafên wan yê hilberînê prostesto kirin û gotin “Em Edeletê dixwazin.” Yek ji endama Komita amedekariya meşê Kathy Wray Coleman, di heypeyvîna xwe ya li ajansa News5’ê de balkişand li ser kuştina jinên reşik ên di bin temenê 25 saliyê de veguheriye nexweşiyêk û diyar kir ku Kamala Harris di cîgiriya xwe ya serokatiyê de ji jinan re serdemek nû destnîşan dike. Di meşê de malbatên jinên ku hatî qetilkirin jî cih girtin.
Li gelek bajaran, meşa jinan ji ber tedbîrên Covid -19 wekî çalakiyên medya civakî hatin pêkanîn.