Jin Jiyan Azadî li gelek bajaran olan da

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ku ji hêla polîsên exlaqê yên Îranê ve li Tehranê hat qetilkirin li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyan hate bibîranîn.

Navenda Nûçeyan – Jina Kurd Jîna Emînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê di 16’ê Îlona 2022’an de ji hêla polîsên exlaqê yên Îranê ve li Tehranê hat qetilkirin, li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Wan, Agirî, Riha, Enqere, Edene û Mêrsînê bi çalakiyan hate bibîranîn.

Amed

Li Amedê bi pêşengiya Platforma Dîcle Amed a Jinan (DAKAP) ji Qada Şêx Seîd a Yenîşehîra Amedê heta mizgefta Uluyê meş hat lidarxistin. Partiyên siyasî û gelek nûnerên saziyê sivîl tevlî meşê bûn. Bi meşê de pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên Jîna Emînî hat vekirin. Dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Jin, Jiyan, Azadî, azad dike Rêbertî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Esnaf û welatiyan bi çepik, tîlîlî û nîşana serketinê piştgirî dan.

Endama DAKAPê Çagla Sanay daxuyanî xwend. Çagla Sanay diyar kir ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” her aliyê cihanê bûye dengê berxwedana jinê û wiha got: “Di sala sêyemîn de felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” vegeriyaye serhildanê. Jinên li dijî feodalîzm û kapîtalîzmê bi zagonên jiyana azad a bi pêşengtiya jinên Kurd re di çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” de têkoşîn û rêxistinbûnê nîşan dide.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenk axivî. Sevîlay Çelenk diyar kir ku têkoşîna Jîna Emînî ji jinên cîhanê re bûye pêşeng.

Şirnex

Li navçeya Cizîr a Şirnexê endamên Tevgera Jinên Azad, meclîsa jinan a DBP’ê û DEM Partiyê li ber Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek kom bûn û li hember qetilkirin Jîna Emînî ku di 16’ê îlona 2022’an de ji aliyê Îranê ve hatî qetilkirin ber bi Parqa Birca Belek ve meşiyan.

Jinan di meşê de dirûşmên, “Jiyan, Jiyan, Azadî” û “Jin jiyan e jiyanê nekuje” berz kirin. Piştî meşê jinan wêneyê Jîna Emînî bi diwarên Birca Belek ve daliqandin.

Piştî daliqandina wêneyê Jîna Emînî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acû ve daxuyanî hat xwendin. Acû diyar kir ku ew ê li her qadê serhildana Jîna Emînî bilind bikin û wiha got: “Em careke din ji her cihê ku em îro lê ne, serhildana jinan bilind dikin ku li Îranê bi kuştina Jîna Emînî bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dest pê kir û li seranserê cîhanê belav bû.”

Mêrdîn

Li Nisêbînê jî bi banga TJA’yê jinan li ser Pira Şehîdên Newrozê “Zincîra Azadiyê” ava kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkoşîna Jîna Emînî bi felsefeya Rêber Apo re bûye yek.

Wan

Li Wanê jî jin daketin qadan. Jinan pankarta “Jîna Emînî serhildana me ye” vekir û diyar kirin ku kuştina Jîna bûye serhildana jinan li Rojhilata Navîn.

Li ser navê platformê aktîvîsta TJA’yê Ayşe Mînaz metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku Jîna Emînî di bîranînên jinan de weke birîn û serhildanekê cihê xwe girtiye. Ayşe Mînaz da zanîn ku kuştina Jîna Emînî ne tenê îfadeya herî zelal a zordariya li ser beden û jiyana jinan e, lê di heman demê de ya pergala serdest a mêran e ku îradeya jinan paşguh dike.

Agirî

Li Agirîyê ji ber avahiya DEM Partiyê meşek dest pê kir û li Qada Komarê bi daxuyaniyê bi dawî bû. Jinan bi panqarta “Bi jin jiyan azadiyê em ê bibin serhildana Jîna yê” û bi dirûşma “Em di serhildanê de ne û li gel hev in” têkoşîna xwe anîn ziman.

Riha

Li Rihayê jî bi pêşengiya Platforma Jinên Bajêr, bi panqarta “Em li porê xwe, li azadiya xwe xwedî derdikevin” çalakî hate kirin. Li ser navê platformê Sema Koroglu daxuyanî xwend û got: “Hişmendiya ku Jîna kuşt, îro bi darvekirinan hewl dide jinan bêdeng bike.”

Enqere

Platforma Jinên Enqereyê li Kolana Yuksel bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Farisî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, Jinên ku li dijî şer aştiyê û li dijî dagirkeriyê azadiyê diparêzin, ji Filistînê heta Efxanistanê têkoşînê bilind dikin.

Edene

Li Parqa Înonu, Platforma Jinên Edeneyê daxuyanî da. Li ser navê platformê Sevîl Araci axivî û got: “Li dijî rejîmên paşverû têkoşîna jinan mezin dikin. Me Jîna ji bîr nekiriye û em ê bîr nekin jî.”

Mêrsin

Navendek din a çalakiyên jinan Mêsîn bû. Li Parqa Zarokên Azad, Platforma Jinên Mêrsînê bi panqarta “Ji Îranê heta Tirkiyeyê, li dijî tundiya dewletê ya mêran em di serhildanê de ne” daxuyanî da.

Li ser navê platformê Hêlîn Onuk daxuyanî xwend û got: “Em xwedî li rûmeta Jîna Emînî, jinên di sêdarê de hatine darvekirin û hemû gelan derdikevin. Em azadiya Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî û bicîhanîna Peymana Stenbolê û dawîkirina polîtîkayên şer daxwaz dikin.”

Çalakî li hemû bajaran bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bûn.