Jin ji Xezayê dipirsin: Ma mafên me li ku ne?

Jinên Xezayî li bajarê ku bûye wêran 8’ê Adarê pêşwazî kirin û gotin, “Li hemû cîhanê behsa mafên jinan tê kirin, lê em di vê mijarê de li ku ne? Dema ku em li nuqteyên alîkariyê dimirin û heqaret dikin mafên me li ku ne?”

NEXEM KERACÊ

Xeza – Di Roja Jinan a Cîhanê de siloganên ku parastina mafên jinan dikin, bilind dibin. Lê li Xezayê heya niha jin bi zor û zehmetiyan re rûbirû nin û ew dûrî pîrozbahiyên vê rojê ne. Piştî bidawîbûna şerê ku sal û nîv li Xezayê berdewam kir, êş û tengasiyên jinan bidawî nebûn. Ev tengasî bi qutbûna pêdiviyên jiyanî yên mîna av, ceyran û xwerinê re, dijwartir bûne. Jinên Filîstînî di nava windabûn û berpirsyariyên jiyanê de têkoşîna xwe ya ji bo parastina malbata xwe didomîne. 

'Agirbestê êş û tengasiyan dijwartir kir'

Jinên Filîstînî, êş û azar, hêvî û bendewariyên xwe yên bi mebesta 8’ê Adarê anîn ziman. Jinan dan zanîn ku rewşa wan tu car baş nebûye. Yek ji van jinan jî Wefaa El-Redîh e. Wefaa, qala kêliyên koçberiya bi êş kir û wiha got: "Ez bawer nakim ku bi zarok û hevjînê xwe yê birîndar re ji nava êrîşan derketim. Em bi seatan meşiyan. Em bi cilên xwe derketin. Ez nexweş ketim û heftiyekê li nexweşxaneya Netewî ya Ereban mam. Lê mixabin ji ber qutbûna pêdiviyên tendirustî û tedawiyê rewşa min a tenduristî xirabtir bû. Heta, derman jî tunebû ku em bikirin. Ji ber xwerinên ne paqij, zarokên me bi nexweşiyên çerm û jehrbûnê dikevin. Her wiha xizmeta tenduristî jî tuneye ku em wan derman bikin. Alîkarî tên, lê gelek kêm in. Ji ber hevjînê min jî nexweş e, hemû berpirsyarên malê ez didim ser milê xwe. Zarokên min jî li peydakirina xwarinê digerin. Heta piştî agirbestê jî pêdîviyên jiyanê peyda nabin."

'Em ji êrîşan rizgar bûn lê ji jiyana rûreş rizgar nebûne'

Mûfîda Sebih jî bi zarokên xwe re di çadirek vekirî ku wan ne ji serma û ne jî ji germa diparêze de, dimîne. Li ser erdê radizên. Mûfîda behsa kêliyên di bin çadirên koçberiyê de kir û wiha got: “Ez hêvî dikim bi zarokên xwe re di bin çadirek baş de bijîm. Pêdiviyên bingehîn ên jiyanê wek av û xwarin, nayên peydakirin. Em bi seatan di tabûran de dimînin ku hinek xwarin ji zarokên xwe re bînin. Ez dixwazim zarokên min di jîngehek paqij û bi ewle de bijîn. Hewl didim derfetên jiyanê ji wan re peyda bikim, lê hêviyên min têk diçin. Ji ber buhabûna tiştan, nikarim pêwîstiyên zarokên xwe pêk bînim. Cîhan behsa mafên jinan dike, lê em li ku ne? Dema ku em di nav rêzên alîkariyê de birçî û rûreş in, mafên me li ku ne? Belê, em ji êrîşan rizgar bûn, lê em ji vê jiyana rûreş rizgar nebûn.”

'Jin bi birçîbûn, xizanî û nexweşiyan re rûbirû ne'

Pispora Psîkolojî Rîham Ebû Yûsif jî balkişand ser bandorên şer ên li ser gel û bi taybetî li ser jinan. Rîham Ebû Yûsif da zanîn ku şerê ku li Xezayê dewam kiriye bandorek neyînî li ser psîkolojiya jinên Filîstînî ava kiriye û wiha pê de çû: “Di nava şer û pevçûnan de jinan berpirsyariyên malbata xwe rakirin ser milan. Jiyana wan hat guhertin. Hevjîn, zarok û hezkiriyên xwe winda kirin. Ew bi birçîbûn, xizanî û nexweşiyan û bê piştevaniyê re rûbirû dimînin. Gelek jin bi tevliheviyên derûnî re dijîn. Jin li stargehan tên cem min, bê rawestan digirîn, ji min dipirsin; Ma ev jiyan hêjayî jiyanê ye? Ez çawa dikarim berdewam bikim? Ev jin ne tenê hewcedariya wan bi xwarin û vexwarinê heye, pêwîstiya wan bi kesekî heye li wan guhdarî bike û vî barê giran ji wan re sivik bike."

'Di Roja Jinan de jinên Xezayê kul û derdan dikşînin'

Di 8'ê Adarê de dinya destkeftiyên jinan pîroz dike, lê jinên Xezayê bi tena serê xwe li hember xizanî, birçîbûn û koçberiyê disekinin. Ev roj ne roja pîrozbahiyê bû, ew ji bo bîranîna êş û azarên jinên Filîstînî yên ku her tişt wenda kirin, lê îradeya xwe wenda nekiribûn, bû. Rîham Ebû Yûsif di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Em wek jinên Xezayê, ne tenê hejmar in û di raporên şer de cîh digirin. Me hemûyan hezkirî û mirovên xwe wenda kirine. Ev jiyan li ser me hat ferzkirin û tevî hemû astengiyan jî, em li berxwe didin."