Jin di bin sîwana Komeleya Jinên Demokrat de têkoşînê mezin dikin
Jinên têkoşer ên endamên Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê, bal kişandin ku komele bi dehan salan e ji bo mafên jinan ên bi peymanên navneteweyî û hevpeymanan ketine bin temînatê, biparêze têdikoşe û divê têkoşîn bi hevparî were meşandin.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê ku sih sal in hatiye avakirin, tenê bi nîqaşkirina pirsgirêkên jinan bi sînor nema; ji bo zagonên ku jinan diparêzin werin derxistin têkoşiya. Ev têkoşîn li tewşê neçû; Zagona Pêşîgirtina li Şîdeta li Dijî Jinan a di sala 2017’an de hat derxistin; zagona ku mafê kurtaja bi ewle dide û di gelek zagonên ku pêşiya jinên Tûnisî vekir de xwedî bandor bû.
Komeleyê di 6’ê Tebaxa 1989’an de bi zextên tevgera jinan a serbixwe destûra hiqûqî girt. Tevgera Jinan, di sala 1978’an de ji Kulûba Çandê ya Tahar Hedad a Kulûba Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan derhat. Li wê derê li ser rewşa jinan nîqaş dihatin kirin, kêmasiyên Zagona Statuya Kesane cara yekem ketibûn rojevê, riya nûjenbûna malbat û civakê vebûbû. Vê pêşketinê, jinên Tûnisî ji jinên li welatên din cuda kir. Bi vê yekê bi cudahiya di navbera femînîzma dewletê û mafên mirovan ên gerdûnî yên kokên wan xwe dispêrin felsefeya mirovî diyar bû.
Dengê jinên demokrat cuda bû; digihîşt her derê, li ba jinên zext li wan dihat kirin, dihatin vederkirin disekinî, li dijî her cure cudakariya li ser wan û şîdetê derdiketin. Ev deng di heman demê de di serî de mijara Filistînê, bi dozên mafdar re bû, mafê gel ê ji bo tayînkirina çarenûsê diparast.
Têkoşîna dirêj jinan bi hêz kir û parast
Aktivîsta komeleyê Nezîhe Zuveyb, di daxuyaniya ji ajansa me re got ku Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê nvê têkoşîna dirêj a jinan a tu otorîteyê nikaribûye dengê wê bibire ye. Nezîhe Zuveyb diyar kir ku tevî hewldanên ku ji bo serîtewandina civaka sivîl û tevgerên jinan hatin dayîn jî komeleyê bi berxwedanê azadî, wekheviya tam û rêgezên edaleta ji bo jinan parastiye. Nezîhe Zuveyb, diyar kir ku ev pêvajoyeke dirêj a ku jinan ji gelek astengiyan parastiye û bi hêz kiriye ye û got: “Komele ji bo mafên jinan bi awayê wekhev û bi rûmet bikevin bin temînatê, ji bo pêkanîna zagonan, tevgera li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî û guherînên zagonî têkoşîna xwe didomîne. Komeleya Jinên Demokrat, bi tekoşîna xwe, tecrubeyên bi salan anî ba hev merheleyên gelek tevgerên feminist belge kir. Ragihandina van tecrubeyan ji bo nifşên nû girîng e. Berxwedana feminist ne tenê li Tûnisê, li Efrîqa û herêmê ji bo mijarên jinan dê bidome.”
‘Saziyeke demokratîk e’
Ji aktivîstên komeleyê Sebriye Ferîha jî got ku Komeleya Jinên Demokrat, tevî zext û astengiyan tu carî bêdeng nameya, mîrasa têkoşîna azadî ya pêşketî li Tûnisê parastiye û gihîştandiye îro û demokrastiya ku bawer kiriye di nava xwe de pêk aniye. Sebriye Ferîha diyar kir ku di her kongreyê de serokatî hatiye guhertin, di organîzasyonên hundir de hemû endamên jin tevlî pêvajoyê hatine kirin û da zanîn ku komele mala hemû jinan û ji rêgez, azadî û demokrasiyê tawîz nedaye.
Sebriye Ferîha, bal kişand ku komele tenê rêxistineke ku di salonan de rûdinê nîn e, di warê hiqûqî de ji bo derxistina zagonên ku mafên karkerên jin û kedkarên çandiniyê diparêzin xebitiye û wiha domand: “Bi qasî li Tûnisê, li herêmê û Efrîqayê jî destekê dide jinan. Her wiha komele di wê baweriyê de ye ku mafên jinan bi hev re girêdayî ne, hevgirtina feminist a ji sînoran derbas dibe dipejirîne.”
Sebriye Ferîha, bal kişand ser girîngiya medyaya azad û bêalî û diyar kir ku divê medya mijara jinan bigre rojevê, pêşdaraziyên qalibgirtî yên civaka baviksalar ên mafên jinan hedef digrin bişkîne û di guherîna ferastê de rola xwe bilîze.
Sebriye Ferîha wiha bi dawî kir: “Komeleya Jinên Demokrat ji herêmên cuda, hemû jinên ku xwedî taybetmendiyên cuda ne digre nava xwe, tu cudakarî û vederkirinê nake. Komele dê bibe deng û stargeha jinan û parêzvaniya ji bo mafên wan bidomîne.”