‘Jin bi şoreşê re hem bûn şervan hem jî siyasetmedar’

Endama Komîteya Çandê ya Kobanê Leyla Ehmed bal kişand ku li Rojava jinan piştî şoreşê jî berxwedana xwe bênavber domandine û got ku jin hem bûne şervan hem jî siyasetmedar.

DÎREN ENGÎZEK

Kobanê- Li Rojava jin ji dema Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ve heta niha di warê çandî, aborî, siyasî, leşkerî û hemû warên jiyanê de pêşengiya xwe didomînin. Endama Komîteya Çandê ya Kobanê Leyla Ahmed, têkildarî rola jinan a beriya şoreşê û piştî wê nirxandinan kir.

Leyla Ehmed bal kişand ku beriya şoreşê, her tişt ji ber feodalî, eşîr û pergala dewletê ji jinan re qedexe bû, jinan bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya xwe dîtine. Leyla Ehmed got: “Jinan astengiyên civakê yên li ser xwe dîtin û bi wê zihniyetê re şer kirin.”

‘Jinan di her warî de pêşengî kir’

Leyla Ehmed anî ziman ku jinan ji bo civaka azad, adil û wekhev berê xwe dane şoreşê û wiha domand: “Bûn pêşengên civaka ku ziman û hebûna wê hatibû qedexekirin. Bi vê yekê li cîhanê bûn sembo. Jinên ku li azadiya xwe geriyan, civakê perwerde kirin û bûn afrînerên hemû nirxan. Jin hem bûn şervan hem jî siyasetmedarên civaka xwe.”

‘Me bawer nedikir em xwe birêve bibin’

Leyla Ehmed pêvajoya şoreşê ya li Kobanê jî nirxand û wiha got:

“Me bi awayê veşarî civînan li dar dixist, em mal bi mal digeriyan. Wê demê rejîma Sûriyeyê hebû ji ber wê me her tişt bi veşarî dikir. Me behsa jiyana komunal dikir, mirov bi me dikeniyan. Me bi salan zehmetî kişand, me bi xwe jî bawer nedikir em ê rojekê xwe bi rêve bibin. Li her taxê 25, 30 kes hebûn, rola xwe dilîstin. Me komîteyên iarastin, jin, lihevanîn û xizmetê ava kirin. Kesê bawer nedikir ev komîte ewqas xwedî rol bin û bigihîjin vê astê. Berxwedana jinan pir girîng bû. Pêşengiya wan her kesê rakir ser piyan.”

‘Civakê got êdî bes e’

Leyla Ehmed, diyar kir ku şêniyên Kobanê şeva 18’ê Tîrmehê derketiye kolanan û got: “Gel dirûşm davêt. Digotin ‘Bijî Serok Apo û berxwedan jiyan e.’ Leşkerên rejîmê dema vê coşa gel didîtin direviyan. Roja 19’ê Tîrmehê jî heman coş hebû. Civakê got ‘êdî bes e.’ Dayikan bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê çalakgeran pêşwazî kir. Kurd bûn xwedî îrade. Me dît li hemberî jinan dijmin çiqas qels e.”

‘Hevpeymana Civakî berhema vê berxwedanê ye’

Leyla Ehmed bal kişand ku piştî Şoreşa Rojava berxwedaneke bênavber domiyaye û wiha bi dawî kir:

“Xwestin astengiyan derxin ji bo em negihîjin mafên xwe. Li dijî êrîşên dewleta tirk û yên xwestin perala neteweya demokratîk têk bibin berxwedaneke mezin hat raberkirin. Bi têkoşîna jinan, rastiya pergala neteweya demokratîk îsbat bû. Hevpeymana Civakî ya ku çendek berê hat îmzekirin; berhema berxwedana jin û gelan e. Encama şoreşa “9’ê Tîrmehê ye. Ji bo azadiya jinan û mafên jinan ev hevpeyman pir girîng e.”