Jin: Afirînera jiyan û aştiyê - GOTAR
Ji berbanga dîrokê ve, jin ne tenê nîvê civakê bû, her wiha afirînera nîvê din ê civakê bû jî. Ew e ya ku yekem daxika genim li ser agirê zanistê gihand û bi destên xwe yekem tenûr ava kir da ku xanî bibe welat.
AFAF HESEKÎ
Navenda Nûçeyan – Jina Kurd mîna xwişka xwe ya Sûriyeyî ji hemû pêkhateyan, tu carî li ser perîferiya hebûnê nebû, di nav dilê wê yê lêder de bû. Jiyanê dibexşîne û diparêze û aştiyê diçîne, dema ku yên din ji bilî çêkirina barût û şeran neçar dimînin.
Ev pêşgotin ne pîrozkirina roleke kevneşopî ye, avakirina têgihîştineke nû ye. Ji ber ku jina jiyanê diafirîne, herî zêde dikare biparêze û herî zêde hêjayî rêberiya herikîna azadiya xwe ye. Ji vê têgihîştina kûr, avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ne tenê avakirina hêzeke leşkerî bû, her wiha ragihandina şoreşeke ramanî ya kûr bû li dijî hişmendiya mêrsalar a ku dest danîbû ser dîrok û civakê. Ew hişmendiya ku li ser sêpêya desthilatdarî, xwedîderketin û dûrxistinê ava bibû û hewl dida ku jinê di nav çarçoveyên teng de pênase bike, da ku di jiyanê de wê ji rola wê ya rasteqîn a wekî hêzeke çalak, bêpar bihêle.
‘Wêrekî ne taybetmendiyeke mêraniyê ye nirxek mirovî ye’
Li Cizîr, Kobanê, Reqqa û Baxozê û li her bihosta axa ku ji aliyê destên şervanan ve hatî rizgarkirin, jinên van yekîneyan nîşan dan ku wêrekî ne taybetmendiyeke mêraniyê ye, nirxekî mirovî ye; her wiha parastina civakê ne tenêli dijî ya din milkê zayendekê ye.
Jinan çek hilda, li hemberî DAIŞ'ê ku xeternaktirîn rêxistina terorîst a serdemê bû û di xetên pêşîn de bûn da ku herêmên berfireh ji Sûriyeyê rizgar bikin. Wan tenê bi derxistina tarîtiya DAIŞ'ê re rûniştin pêk neanî, her wiha di nava fedakariyên xwe de modelek nû ji bo pêwendiya navbera jin û civakê pêşkêş kirin. Pêwendiyek ku li ser bingehê hevparî û berpirsyariyê ava dibe û ev rastî çespandin ku jin ne tenê qurbaniya şeran e, belkî afirînera aştiyê û rêbira rizgarkirinê ye jî.
Îro, dema ku em li ber deriyê qonaxeke nû ji dîroka Sûriyeyê radiwestin, em hewldanên sîstematîk dibînin ji bo ji nû ve hilberandina hişmendiya kevn bi şêwazên nû. Ya herî metirsîdar ew e dema ku mijara avakirina arteşa Sûriyeyê ya nû tê rojevê; wê demê tu dengan dibhîzî ku hewl didin rola jinê kurt bikin û ezmûna bêhempa ya ku Yekîneyên Parastina Jinan rêberiya wê kiriye, paşguh bikin.
Axaftina li ser saziyeke leşkerî ya neteweyî ku tu cih ji jinê re tê de tune be, yan jî paşguhkirina rola şervanên jin ên ku jêhatîbûna xwe di şertên herî tarî de nîşan dane, ne tenê nêzîkatiyek rêxistinî ye. Her wiha ew dirêjahiya sîstemeke dûrxistinê ye ku rêzê li fedakariya nagire û guh nade rastiya nû ya ku bi xwîna pak hatiye ferzkirin.
‘Armanc parastina mirov e ne desteserkirina wî/wê’
Mafê jinê yê tevlîbûna artêşê ne qenciyeke kesî ye û ne diyariyeke ku dikare bê betalkirin e; ew mafekî xwezayî, mirovî, qanûnî, her wiha erkek neteweyî ye. Ji ber ku artêş wekî saziyeke ji bo parastina civakê û welat, divê pêkhateya vê civakê nîşan bide, nexwe beşekî bingehîn ji rûh û şiyana xwe winda dike.
Dûrxistina ezmûna Yekîneyên Parastina Jinan ji hevkêşeya artêşa Sûriyeyê ya nû, tê wateya qelskirina saziya leşkerî bi xwe. Ji ber ku ew enerjiyeke mezin û şarezatiyeke komkirî di şerê li dijî terorê de winda dike. Ya herî giring jî, ew rûgeha ehlaqî winda dike ya ku jinê her tim di nav refên şervanan de nîşan dida. Ew rûgeha ku her tim bi bîr tîne ku armanc parastina mirov e, ne desteserkirina wî/wê ye.
Rûbirûbûna hişmendiya mêrsalar nayê wateya şerekî li dijî mêr, tê wateya azadkirina mirov ji têgihên serwerî û koletiyê çi mêr be çi jin.
Derbarê teqalîdan de, divê em xwedî wê wêrekiyê bin ku em di navbera tiştên zindî û tiştên mirî de cudahiyê bikin. Ew teqlîd ku rêzê li mirov digirin û nirxên bilind diparêzin, beşek ji nasnameya me ne. Lê belê, ew ên ku jinê sînordar dikin û nahêlin ku ew berevaniyê li welatê xwe bike û beşdarî biryaran bibe, ew dab û nêritên rûxandî ne ku rûhê wan li pêşberî fedakariya bi hezaran şehîdan miriye.
‘Aştiya em dixwazin ne tenê nebûna şer e hebûna edaletê ye jî’
Ew aştiya ku em daxwaz dikin, ne tenê nebûna şer e, belkî hebûna edaletê ye. Ne pêkan e ku edalet di civakekê de rû bide ku tê de jin ji navendên biryardanê were dûrxistin yan jî rê li ber were girtin ku beşdarî parastina wê bibe.
Em îro li pêşberî berpirsyariyeke dîrokî ne: Yan em ê ji fedakariyên bi hezaran şehîdên jin ku bi xwîna xwe xetên vê rêyê xêz kirin, bajar û gund ji zilma terorê rizgar kirin û hêviya jiyana azad û birûmet ji bo mirovê Sûriyeyî vegerandin, dilsoz bin. Yan jî em ê rê bidin ku heman hişmendiya ku hewl dida wan paşguh bike û şopa wan bide windakirin, ji nû ve were hilberandin.
Serîdanandina li ber rûhê şehîdan bi tenê têr nake, divê ev bibe helwest, bibe kiryar, bibe biryardarî da ku jin di cihê xwe yê xwezayî de wekî hevpareke tam di parastin û avakirina paşeroja Sûriyeya nû de bimîne.
Serkeftina herî mezin a ku jinê bi dest xistiye ne tenê rizgarkirina axê bû, rizgarkirina hişmendiyê bû jî. Şerê herî mezin ê ku em îro dimeşînin ew e ku em vê hişmendiyê wekî rastiyeke ku paşveçûn jê re tune ye bi cih bikin.
Werin em vê rêyê bi xeyaleke ku naşkê, bi baweriyeke ku naheje û bi vîna ku di azadiya jinê de azadiya tevahiya jiyanê dibîne, bidomînin. Hebûna wê ya tam di artêş û saziyên sivîl de û di her parçeyekî welat de, mîsogeriya Sûriyeyeke medenî, demokratîk û serkeftî li ser tarîtiyê ye.
*Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê