Jimara 20’emîn kovara Jin derket

Hejmara 20’emîn kovara webê Jin bi sernavê "Zarok jî para xwe ji nîjadperestî û tundiya dewletê digirin" derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 20’emîn Kovara Jin a webê ku her roja yekşemê derdikeve, bi sernavê "Zarok jî para xwe ji nîjadperestî û tundiya dewletê digirin" derket. Di hejmara nû de hevpeyvîna Esma Kaya Ceylan a bi Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Komeleya Zarokan a Rojeva Ezgî Koman re ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin, cih girt.

Di hevpeyvînê de bal hat kişandin ser tundiya dewlet/uniforma a li dijî zarokan li gelek welatan û hat destnîşankirin ku li welatên ku demokrasi, maf û azadî ji bo her kesî derbas nabe, dewlet erka xwe ya parastina mafê jiyana zarokan pêk nayîne.

Mariam Seifeddine di gotara xwe ya bi sernavê "Tundiya polîs li Fransayê: Nahel Merzuk" de, diyar dike ku bûyerên li Fransayê ne tenê mijara tundiya polîsan radixe ber çavan, lê rewşa taxên çîna karkeran ên derdora paytext, ku piraniya wan koçber û zarokên wan dijîn tînê rojevê.

Ayşe Dûzkan jî  di gotara xwe ya bi sernavê "Ji bo keçan dibistaneke cuda?" û dibêje: “Metirsiya herî mezin ji bo zarokan ne zarokên din in, mezinên malbatên wan, yên di serê dewletê de ne, bi taybetî jî zilam in. Em keçan ji wan biparêzin”

Di vê hejmara kovarê de gotarên Oya Açan ên bi sernavê “Li vir binêre…” û Karla Mendez “Mîrêbira dibistana Reşikan a yekem a Hawaii: Carlotta Stewart Lai” jî cih digire.