Ji Zirganê: 13 sal in em ji bo azadiyê têdikoşin, em ê dev jê bernedin
Sediya Îdo ku şêniyek gundê Girê Mîr ê bakurê bajarê Zirganê ye, li dijî êrîşên rojane yên ku ji aliyê dewleta Tirk got: “13 sal in em ji bo azadiyê têdikoşin. Em ê dev ji azadiyê û dev ji axa xwe bernedin bernedin.”
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Zirgan biqasî ku bajarekî biçûk e û di rêza biçûkitrîn bajarên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, ewqas bi tevî gundên girêdayî wê, bi çekên giran bi dijwarî tê topbarankirin û ji hêla balafirên IHA-SIHA’yê ve jî tê bombebarankirin. Ev 5 sal in êrîşên hewayî û bejahî ji ser vî bajarî kêm nebûne.
Zirgan di nexşeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li Kantona Cizîrê, bi qasî 22 kîlometre li başûrê sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, di navbera bajarê Dirbêsiyê û Serêkaniyê ya dagirkirî de ye. Zirgan ji Cotmeha 2019’an ve ye bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimîne. 82 gundên wê hene, 46 ji wan dagirkirî ne û 36 bajar di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne.
Gelê Zirganê riya berxwedanê bijartiye
Li rojavayê Zirganê 8 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hene. Navên wan; Baregeha Bab El-Ferec, Baregeha Ebdûlheyî, Baregeha Burc, Baregeha Hemdoş, Baregeha Til Mihemed, Baregeha Inêg El-Hewa û Barageha Dawûdîyê ya ku baregeha herî mezin e. Ji van baregehan êrîşî sivîlên gund û bajarê Zirganê tên kirin. Herwiha li Bakurê Zirganê jî sînorên dewleta Tirk a di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de berî sedsalekê di encama peymana Lozanê û Sykes Picot de hatiye avakirin heye. Gel di serî de jin, rêya berxwedana li dijî dagirkeriyê bijartiye. Ji ber vê biryar û helwesta jinan, dewleta Tirk a dagirker gund û girên ku di serdemên kevnar de hatiye avakirin, bi dijwarî bombebaran û topbaran dike. Sediya Îdo, li gundê Girê Mîr ê ku 11 kîlometre li bakurê bajarê Zirganê ye, dijî. Gund bi êrîşên dagirkeriyê re rû bi rû maye, lê bûye şahidê xirabkirina gundê Mişêrfê û Esediyê ya ku nêzî wan e. Sediya Îdo li ser helwestên jinan ên li hember dagirkeriyê, ji ajansa mere axivî.
'Mişêrfê û Esediyê 'Xeza' ne û ferqa êrîşên dewleta Tirk ji êrîşên Îsraîlê tuneye'
Sediya Îdo got ku xeta Zirganê bi giştî bi awayekî dijwar tê topbarankirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li beramberî me gundê Mişêrfê û Esediyê hene, me wan wekî 'Xeza' pênase kiriye. Li vir, ferqa êrîşên dijwar yên dewleta Tirk û Îsraîlê yên li dijî sivîlan ji hev tuneye. Bi awayekî domdar bişev an jî roj ev her du gund herî zêde tên topbarankirin, gund ji ber dijwariya topbaranê hilweşiyaye. Topbaranek ne normal e. Zarok di nav tirseke ku mirov nikare pênase bike de dijîn û mezin dibin. Zarokan fêm kiriye kîjan wext topbaran destpê dike, ji lewra boxçika xwe dadigrin û diçin eraziyekê bicih dibin û li vir dema topbaran diqede, vedigerin malên xwe."
Medyaya Tirkan derewand; Dewleta Tirk sivîlên bêçek hedef digre
Sediya Îdo daxuyaniyên medyaya dewleta Tirk a dagirker ya ku dibêje ‘em terorê hedef digirin’ derewand û rastiya li ser rûyê erdê çêdibe û rojane dijîn, bi van gotinan parve kir: "Dewleta Tirk sivîlên bêçek hedef digre, ya herî zêde zirar dibîne sivîl in û ev rastiyeke ne serborî ye. Çi gunehê jinên temen mezin heye ku bêçek in û nikarin parastina xwe bikin, bibin qurbana van êrîşan? Û ji ber êrîşan li çolê di nav erdên çandiniyê de radizên. Em ji vê rewşê êdî westiyan.”
'Heta êrîşî kesên astengdar jî kirin'
Sediya Îdo balkişand ser çîneke mirovan ku ji ber êrîşan jiyana wan dikeve xeteriyê û wiha got: “Kesên xwedî pêdiviyên taybet ango astengdar, ev çîn ji mirovan yê herî zêde bi xeteriyê re rûbirû dimînin e. Mînak; Tirkan mala mêrekî astengdar topbaran kiriye, mêr xuşiyaye heta ku gihiştiye ber deriyê malê, cîranên wî ew kişandine û wî xilaskirine û mala wî hemû jî wêran kirine. Benzînxane û erdên çandiniyê, mal û sivîl, kevir û dar û her tiştî hedef digirin. Ferqa Tirkan û Îsraîliyan ji hev tuneye. Îsraîl Filistînê û Tirkiye jî gelê me bombebaran dike."
'Êrîşî ‘azadiyê' dikin'
Sediya Îdo da zanîn ku tenê daxwazeke gel heye, ew jî azadî ye û êrîşên li ser vê azadiyê bi van gotinan bibîr xist: “Gelê me ji azadiyê û ewlehiyê pêştir tu tiştek naxwaze. Ji lewra li dijî vî gelî zilm tê kirin. Divê çareseriyeke aştiyane çêbibe. Ji ber ku di nav vê rewşa şer û êrîşan de tirsa li ser zarokan, jin û kesên temen mezin, vê pirsa ewê çarenûsa me çi be bi xwe re tîne. Daxwaza me çareseriyeke aştiyane ye. Dewleta Tirk êrîşî gelekî ku 13 sal in ji bo azadiyê têdikoşin, dike. Ji lewra heta em nikarin zarokên xwe perwerde bikin, ji ber dibistanên ku lê dixwînin dibin hedef. Ewlehî tuneye.”
'Mafê me 'sivîlan' tê binpê kirin'
Sediya Îdo di berdewama axaftina xwe de got ku dewleta Tirk mafê wan binpê dike û wiha pêl da gotinên xwe: “Dewleta Tirk mafê me yê parastina sivîlan binpê dike. Mafê dagirkeran tuneye ku mafê sivîlan û bi taybetî jî mafê jinan di şer de binpê bike. Em azadiyê dixwazin, azadî jî par û mafê me ye, ji lewra em 13 sal in ji bo wê şer û têkoşîn dikin. Em li vir di navbera sînorên Tirkiyê û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne. Di nav pencên sînor û êrîşan de ne. Rewş bi vî awayî nikare dewam bike.”
'Jiyana jinan di nav xeteriyê de ye em çareseriyê dixwazin'
Sediya Îdo di dawiya axaftina xwe de helwesta xwe wiha anî ziman: “Ev der axa me ye, me li vir jiyan kiriye û emê li vir bimrin jî. Erda ku me di hembêza wê de jiyan kiriye, em ê jê dernekevin. Ji lewra ya herî zêde zirar dibîne jin û zarok in, divê çareseriyek were peydakirin ku em bikaribin ji vê topbaran û jiyana bi kabûs xilas bibin. Jiyana jinan di qadên şer de di nav xeteriyê de ye, em çareseriyek dixwazin.”