YRJ'ê rojnamevan Dilîşan Îbîş û rêhevalên wê bi bîr anî
Bi boneya salvegera 8'emîn a şehadeta Dilîşan Îbîş û rêhevalên wê de, Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) têkoşîna rojnamevan Dilîşan Îbiş û rêhevalên wê bi bîr anî. YRJ'ê diyar kir ku dê bi gotina azad û helwesta wêrek mîrateya rojnamevanan biparêzin.

Navenda Nûçeyan – Di salvegera 8'emîn a şehadeta rojnamevan Dilîşan Îbîş a ku bû dengê berxwedana jinan, rastî bi xwînê nivîsand û li eniyên şer cih girt da ku berxwedanê belege bike, Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) daxuaynî da û ew bi bîr anî.
Daxuyaniya nivîsîkî ya YRJ'ê wiha ye:
"Em rojnamevana azad Dilîşan Îbîş bi bîr tînin. Dilîşan Îbîş û hevriyên me yên rojnamevan dema erka xwe ya ragihandina heqîqetê bi cih dianîn, şehîd bûn. Mîna vê rojê di sala 2017’an de terorîstan hewl dan dengê heqîqetê vemirînin lê xwîna her du şehîdan di meşa ragihandina azad de bû ronahiyek ku nayê vemirandin.
Dilîşan dengê jinên berxwedêr bû, helwesteke siyasî ya zelal e û îsrara jinan a di xetên pêşîn ên berxwedanê de bû. Dilîşan kamereya xwe weke çekê li hemberî tarîtiyê rakir û dengê wê mîna sîleyek li hemberî pergalên çewisandina deng û gotina jinên azad bû."
'Dengê jinan yek ji stûnên şoreşa civakî ye'
Di nava daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şehadeta Dilîşan ne dawî bû, destpêka qonaxeke nû ya têkoşîna jinên rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî şehadeta Dilîşanê bi dehan jinên rojnamevan dane ser riya wê; êriş û eniyên şer dişopînin, sûcan belge dikin û li her gund û bajarî çîrokên jinên berxwedêr dinivîsînin ji bo bigihîjînin nifşên pêşerojê.
YRJ'ê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku dengê jinan di medyayê de yek ji "stûnên şoreşa civakî" li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Fedakariya Dilîşan û Hogir û tevahî şehîdên gotina azad dê pusûleya ragihandina jin a berxwedêr ve bimîne.
'Em ê mîrateya wê biparêzin'
YRJ'ê di dawiya daxuyaniyê de soza xwe ya berdewamkirina riya Dilîşan Îbîş û parastina mîrateya wê bi riya gotina azad û helwesta wêrek da û wiha hat gotin: "Em ê peyama wê li hemberî hemû hewldanên bêdengkirina dengê jinan bidomînin, ji ber ku rastiya Dilîşan bi xwîna xwe nivîsandiye bûye beşek ji nasnameya me ya medyayê û têkoşîna me ya berdewam ji bo edalet, azadî û wekheviyê."
12'ê Cotmeha 2017’an, dema ku welatiyên sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin û bi hevkariya şervanên QSD'ê xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikirin, rojnamevan Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa van koçberan bişopînin, berê xwe dan riya 'Xerafî' ya di navbera Dêrazorê û Hesekê de. Li vir çeteyên DAIŞ'ê du wesayîdên bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn û Rizgar Denîz bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyên Hesekê, piştre jî li nexweşxaneyên Qamişloyê, herî dawî li Şamê tedawî dît Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Rizgar Denîz 18′ê Kanûna 2017’an jiyana xwe ji dest da.