Ji Women Deliver: Hêza esasî bi hêzbûna kurevî ya jinan pêkan e

Koordînatora Komaleya Çareseriyên Nû-Mafên Mirovî yên Jinan Zelal Ayman a beşdarî Women Deliver 2023 bû ku li Ruanda hat lidarxistin got, “Hêza esasî bihêzbûna jinan a kurevî ye. Hêza di nav welatan de tenê bandorê li wê welatê dike, li kurevî nake.”

ROJDA KIZGIN

Navenda Nûçeyan –  Women Deliver (Jin Diaxivin) a parazvana kurevî ya pêşeng e ku bi hemu nasnameyên wan wekheviya zaynedî, tendirustî û mafên jinan û zarokên keç diparêze, ji sala 2007’an ve ji bo pêşketina wekheviya zayendî bi beşdarbûna bi hezaran kesên ji sedan welatên cûda konferansan lidar dixe. 

Women Deliver ku yekem konferansa xwe di Cotmeha 2007’an de li Londrayê lidar xist, di Hezîrana 2010’an de li DYE li Washington D.C., di Gulana 2013’an de li Kuala Lumpurê, di Gulana 2016’an de li Danîmarkayê li bajarê Kopenhagê, di sala 2019’an de li bajarê Vancouver a Kanadayê bi hezaran beşdarvanên ji sedan welatan konferansên kurevî lidar xist.

Konferansa herî dawî li Ruandayê hat lidar xistin

Konferansa Women Deliver 2023 jî di 16’ê Tirmehê de li paytexta Ruanda Kigalî hat lidar xistin. Li Ruanda lidarxistina konferansê ku jin piştî şerê navxweyî yê li welat rû da di ji nû ve avakirina welat de xwedî rolekî çalak diliyzin wateyek cûda hildigre. Ji Tirkiyê Koordînatora Komaleya Çareseriyên Nû-Mafên Mirovî yên Jinan Zelal Ayman beşdar bû ku salên dirêj e li ser mijarên navnetewî kar dike. Zelal Ayman derbarê konferansê de pirsên me bersivand, ezmûnên xwe yê takekesî parve kir.

Zelal Ayman bal lê kişand ku konferans ji bo tevgera kurevî ya jinan serkeftî û bi berhem bû û anî ziman ku di konferansa ku li hemberî êrişên li dijî destkeftiyên jinan weke yek deng derket de pêyama “Em ê destûr nedin vê, nikarin mafên me yên ahtine bidestxistin paş de bigrin, li dijî tevgerên dijberî wekheviyê em ê jî têbikoşin” hatiye dayîn.

‘Ji hemu welatên Efrîqayê bi dehan jin hebûn’

*Women Deliver 2023 li paytexta Ruanda Kigalî hat lidar xistin. Mijara bingehîn a konferansê çi bû? Kîjan welat beşdar bûn, çend beşdarvan hebû?

Konferans li Kîgalî di 16’ê Tirmehê de destpê kir û 4 roj berdewam kir. 6 hezar û 300 kesên ji hemu parzemînên cîhanê beşdar bûn. Bi awayekê online jî ji 2 hezaran zêdetir kes beşdar bûn. Mijara bingehîn a konferansê “Qad, Piştevanî û Riyên Çareseriyê” bûn. Panelên mezin û berfireh, xebatên hûnerî hatin kirin. Konferans bi taybetî ji ber ku li Efrîqayê hat lidarxistin, ji Efrîqayê beşdarbûn gelek zêde bû. Ji hemu welatên Efrîqayê bi dehan jin hebûn. Ji xwe piranî reş bûn. Ji parzemînên spî pir zêde beşdarbûn nînbû. Bi taybetî girîngî ji vê re hatibû dayîn. Ango ji parzemînên ku jê re dibêjin Başûrê Kurevî ya bin Ekvadorê beşdarbûn pir zêde bû.

Piştî aloziya pandemiyê bû yek ji civînên mezin ên li cîhanê tê lidarxistin. Ev tiştekî ji derveyî tevgerên jinan e. Ango ji civaka sîvîl heyanî saziyên giştî, bi beşdarbûna parlementer, serokwezîr, serokkomaran pêk hat. Di konferansê de gelek caran bal lê hat kişandin ku piştî aloziya pandemiyê bi organîzasyonek bi vê awayê qelebalix û serkeftî hatina gel hevdû çiqas girîng e.

*Ji Tirkiyeyê kê beşdar bûn? Konferansek ewqas berfireh a bi vê awayê li ser medyayê pir neteyisî çima?

Tenê li ser navê Komaleya Çareseriyên Nû-Mafên Mirovî yên Jinan ez beşdar bûm. Tevgera jinan a li Tirkiye li hemberî civînên wiha yên navnetewî pir ne eleqedar in. Tu zanî weke komale têkiliyên me yên navnetewî, beşdarbûnên me yên ji civînên wiha re pir bihêz in, ev bi salan e wisa ye. Û me gav avêt, weke nûnera komaleyê ez beşdar bûm. Cûda jî tu kes nîn bû. Medyaya navendî ji xwe bi ti awayê cih nade wekheviya zayendî, femînizm, tevgerên jinan. Medyaya alternatîf jî pir zêde pê re eleqedar nabe. Li Tirkiyeyê di mijarên di asta navnetewî de piştevanî, tevkarî de ne eleqedarbûnek mezin heye, ev di mûxalefetê de, di tevgerên jinan û tevgera jinên Kurd de rewşekî giştî ye. Weke komale me vê firsendê nirxand. Gelek baş bû jî.

‘Êrişên li dijî mafên destxistî ji wan mijaran bû ku bi awayek yek deng derket pêş’

*Di konferansê de mijarên ku herî zêde bal lê hat kişandin çi bûn? Plansaziya çalakiyên şênber derketin ango gelo tifaqî hatin pêşxistin?

Plana şênber a çalakiyan derneket. Ji xwe tiştekî hevpar pir zehmet e. Lê gelek platform, rêxistinên jinan ên hevdû dibînin, di nav xwe de gelek pêwendî û hevbandorî pêşxistin. Dê ew têkîlî bidomîn. Li gor min ji xwe armanc ev e. Di asta kurevî de derxistina planên çalakiyan ne rastîbîn e. Lê di asta parzemînî de, di asta heremî de, hîn têkiliyên asta rêxistinî, derfetên tevkariyê, riyên piştevaniyê gelek hat guftûgokirin û ez difikrim ku di nav demê de bi awayê demkurt, demê navîn û demdirêj dê encamên bi berhemdar derkevin. Bandora tiştên wiha timî heye. Li vê derê gihîştina tiştekî hevpar zehmet e lê dengê hevbeş ev bû ku bi gotina “bihêzkirina jinan û zarokên keç hê jî pirsgirêkekî girîng e” ji bo hikûmet derbarê mijarê de hê baldar bin û gavên şênber bavêjin hatin vexwendin.

Bi taybetî di rûniştinên mezin ên çêbûn de êrişên li dijî mafên desxitsî, xespa van û li hemberî tevgerên dijî wekheviya zayendî çi dikare bê kirin, ev mijar pir derketin pêş. Weke dengekî hevbeş derketin. Peyam hat dayîn ku ‘Em ê destûr nedin vê, nikarin mafên me yên destxistî paş de vegerînin, li hemberî tevgerên dijî wekheviyê emê jî têbikoşin’. Encama herî girîng ev bû. Ya din jî tevkarî bû. Lê encamên van tevkariyan bi lez dernakeve holê dê bi demê re xwe nîşan bide.

‘Ji bo tevgera jinan a kûrevî civînekê serkeftî û berhemdar bû’

*Ji b o tevgera jinan a kûrevî konferansa Women Deliver xwedî girîngiyekê çawa ye?

Ji bo tevgera jinên li Nîvkada Başûr pir berhemdar bû. Beşdarî nîqaş û civînên pir xweş bûn. Di asta hikûmetan de beşdarbûn çêbû. Parazvaniyek pir xweş çêbû, derbarê wekheviya zayendî ya civakî, femînîzm, bihêzkirina jinan û zarokên keç de. Mirov nikare ji konferansekî hama bendewariya encamekî berbiçav bike, lê di asta parzemînî de têkilî avakirina mirovan, pêşxistina tevkariyê, pêyam dayîna cîhanê li Tirkiye nateyise lê di hemu cîhanê de bi awayê ‘Women Deliver hat lidarxistin û ev pêyam hatin dayîn’ teyisî. Gelek welat girîngiya van konferansan dizane, dişopîne û parve dike. Bi ya min ji bo tevgera jinan a kûrevî civînek serkeftî û berhemdar bû. 

‘Ger li Rojhilata Navîn civîna amadekariyê hebûya dê ji Tirkiyê bêtir beşdarbûn çêbûba’

Di warê hatina gel hev a jinên li Nîvkada Başûr, pêşxistina derfetên tevkariyê û piştî pandemiyê hatina gel hev a femînistan, çalakvanan girîng bû. Em qala 6 hezar û 300 beşdarvanan dikin. Bi riya online ji 2 hezar zêdetir kes beşdar bûn. Encamên konferansê dê çend meh şûnde bê parvekirin. Mi di rapirsiya li ser konferansê de jî anî ziman, divê civînên wiha kûrevî bên lidarxistin. Bi civînên heremî divê amadekarî bên kirin. Mînak ger li Rojhilata Navîn civîna vê ya amadekariyê hatiba lidarxistin dibe ku li gor Tirkiyeyê zêdetir beşdarî çêbûba. Ez ji vê bawer dikim, dema ku bi awayekê kûrevî dibe hêz bandor dike. Em li Tirkiyeyê bihêz in lê bandora me pir sînordar dibe. Ez girîngî didim vê enerjî, rewşa qerebalix a mîna Women Deliver ku hêzekî kûrevî ye. Dibêjim xwezî 10 hezar jin were gel hevdû lê maliyeta wê pir zêde ye.

‘Di warê kûrevî de girîngiyê didim bihêzbûna jinan, hêza bingehîn ev e’

Di asta kûrevî de girîngiyê didim bihêzbûna jinan, tevgera femînîst û femînistan, hêza bingehîn ev e. Hêza di asta welatan de hindûrê wê welatê bandor dike. Pir zêde kûrevî bandor nake. Ji ber wê pir bi wate ye ku bi konferansên mîna Women Deliver ji her parzemûnê jin tên gel hevdû, bi taybetî jinên ku hê bêtir rastî metîngeriyê hatine, hê jî li wan welatan têkiliyên desthilatê bi awayekê hiş tê jiyankirin. Ji ber wê yekê ji Tirkiyê û Kurdistanê beşdarbûna jinan dê pir xweş be. Divê mirov li wir be, divê mirov bi wan jinan re di nav danûstendinê de be.

Li Tirkiyeyê piştî komarê modernbûn, asta şaristaniya muasir her tim li ser rojava, spî, Ewropa, Emerîqaya Bakûr pêş ketiye. Lê tevkariya me ya sosyolojîk, polîtîk, aborî pir zêde bi wan re nîne. Weke çand em hê bêtir nêzî Hindîstanê, Efrîqa, Rojhilata Navîn in. Welatê spiyan pir zêde tişt nade me. Bi jinên Efrîqayê re gelek xalên me yên wekhev hene. Bi jinên Aysaya Başûr, jinên ji Emerîqaya Latîn. Aborî, derfetên sosyolojîk, çand, şêwazên perçiqandinê, pergalên hikûmetê dişibin hev. Dema ku timî Ewropa Ewropa be terazû şaş dibe. Bê guman ez dixwazim di warê sekulerî, mevzûata zagonî de em hê bêtir nêzî Ewropayê bin ew tiştek cûda ye. Lê di warê derfetên polîtîk yên cûrbecûriya çandî û polîtîk de em ewqas ne nêzî Ewropayê ne. 

 ‘Li Ruandayê di warê civakî de jin li pêş in’

*Lidarxistina konferansê li Ruandayê girîng e. Piştî şerê navxweyî yê sala 1994’an jinan ji nû ve dest bi avakirina welat kirin. Ji bo jinên Ruandayî, piştgiriya hikumetê çawa bû?

Hikumeta Ruandayê pişt piştgirî da konferansê, jixwe helwesteke bi piştgirî dabû. Li Ruandayê di salên 1990'an de şerekî pir bi şîdet çêbû, nêzî du milyon mirov mirin. Piştî wê pêvajoyê ji nû ve welat hat avakirin. Di warê aborî, civaknasî, polîtîk, civakî û asta dewletê de gelek tişt ji nû ve hatin avakirin. Jin bi awayê çalak ji bo ji nû ve civak ava bibe rola xwe lîstin. Hikumetê ji bo avakirina civaka bi aştî dest bi bernameyan kir. Dadgehan ji bo lihevkirina civakî û pêşîgirtina li tolhildanê dest bi bernameyên perwerdeyê kiribû, jin bi awayê bi hêz tevli van pêvajoyan bûbûn.

Komkujiyek pir mezin bû. Encama ku ji vê derket ji bo jinan pir girîng bû. Li cihekî weke Afrîkayê, jin di nava civakê de zêdetir hatin dîtin. Niha ji sedî 56’ê jinan tevli siyasetê bûne di parlamentoyê de. Ne tenê di asta parlamentoyê de, di warê xebatê de, perwerdeyê û hwd de beşdariya jinan zêdetir bû.

‘Rola jinan a berbiçav bandorê li ser mêran jî kir û guhertinê di civakê de çêkir’

Tenê dema ku ez li Kigaliyê digerim vê yekê dibînim. Tu helwesta mêran jî dibînî. Ango rola jinan a berbiçav bandorê li ser mêran jî kiriye, civak guheriye. Pir bi rêzdarî nêz dibin. Mesela li Nîvqada  Başûr, di civakên ku pêş neketine de li dijî jinan rêzdariyek bêhempa heye. Personelên mêr ên di konferansê de cih girtine jî xwedî rêzdariyek mezin in. Ew kes ji aliyê hikumetê ve hatine peywirdarkirin, li ser navê hikumetê piştgiriyê didin konferansê. Tu li vê derê hîs dikî ku nirxê didin jinan. Jinan vê bi ser xistine, jin bi nirx in, hikumet piştgiriyê dide, raya giştî piştgiriyê dide. Mînak tu vê yekê tu carî li Tirkiyeyê nabînî.

Konferans li ser navê hikumeta Ruandayê ji aliyê Wezareta Jinan û Wekheviya Zayendî ve hatiye piştkirîkirin, koordînekirin û li ser navê wezaretê axaftina dawî ya piştgiriyê hat kirin. Serokomarê Ruandayê di vebûnê de axivî. Serokwezîrê Macaristanê, Serokwezîrê Senegalê, ji sê çar welatan tevli merasima vebûnê bûn.

‘Çalakbûna jinan hem ji bo Afrîkayê hem jî ji bo cîhanê girîng e’

Li cihekî wekî Afrîqayê ku li paş hatiye hiştin û mêtingehkirin, Ruanda tevî ku welatekî pir biçûk e jî, tevî komkujiya ku jiyaye jî xwe pir baş komî ser hev kir. Bêguman aboriyek kapîtalîst heye, aboriyek lêberal heye lê dest bi pêngavan kirine. Di warê aborî de pir hewldan hene, bi awayekî demokrasî heye. Hilbijartin çêdibin, kabîne heye, wezaret heye, parlamento heye. Jin di parlamentoyê de bi hêz in. Hewl didin li Afrîkaya Rojhilat modelek mînak ava bikin. Di vê xalê de çalakbûna jinan, di rastiyê de di asta perzemînî de ji bo Afrîqayê, ji bo hemû cîhanê pir girîng e. Modelek çêdibe li wê derê, jin bi hêz in, aborî bi pêş dikeve, demokrasî bi pêş dikeve û modelek pir xweş û pozîtîf ava dibe.

‘Ez ji jinên Afrîqayî bi bandor bûm weke Kurdek min ji ber mêtinkariyê zehmetî kişand’

*Ji bo we çawa bû konferans, ji tecrubeyên xwe yên şexsî tiştek ku hûn bibêjin heye?

Tecrubeyek pir xweş bû. Min konferansê serkeftî dît, hem di warê teknîk de hem naverok, hem jî polîtîk de. Dikarim bibêjim ku civîna herî serkeftî bû ez tevli bûm. Pir bi feyde û bi rêkupêk hatibû plankirin, naveroka wê pir bi hêz bû, peyam pir baş bûn. Li wê derê bi taybetî bi jinên Afrîqayî re, bi tevgerên jinên Afrîqayê re, hevnasîn çêbû, ez pir bi bandor bûm. Em pir baş hînî hev bûn, me hev fam kir lewre wan jî pir êş kişandine, hê jî dikşînin. Ji ber wê dema ku min bihîst konferans li Ruandayê ye min xwest beşdar bibim.

Min xwestibû beşdarî konferansa li Kanadayê bibim. Welatên spî, civaka spî, çanda spî min eleqedar nakin, bala min nakişînin lewre tiştek ji wan nagirim lê parzemîneke weke Afrîqayê ku hatiye mêtingehkirin, min eleqedar dike. Baş e ku ez çûme û min ew jin nas kirin. Ne ku ji bo di pêşerojê de em ê bi wan re bixebitin, ji bo ku wê çandî bibînim, wê berxwedanê bibînim, wan jinan bibînim çûm, ji bo min pir baş hat. Jinên Emerîkaya Latîn jî. Min komek jinên ku ji Katalonyayê hatibûn nas kirin. Ew tevgera jinên Kurd nas dikin, haya wan ji Rojava heye. Me pir xweş bi hev re sohbet kir. Ez difikirm ku bi wan re hevdîtin bikim. Min jineke femînîst a ji Hewlêrê nas kir. Hevnasîna jinên ji welat û civakên mêtinkar pir girîng bû. Jixwe wateya konferansê jî ev bû.

‘Ji însiyatîfa Women Deliver re feminîst pêşengiyê dikin’

*Women Deliver însiyatîfek çawa ye? Çawa konferansan li dar dixe, welatên ku konferans li wan çêbibe çawa û li gorî çi tên diyarkirin? Her kes dikare beşdar bibe?

Women Deliver însiyatîfek e. Ji sala 2007’an ve konferansan li dar dixe. Di vê însiyatîfê de ji her derê cîhanê, bi taybetî Ekvadora ku jê re rojavaya gerdûnî tê gotin, şeş welatên xizan ên ji welatên Asyaya Başûr, Afrîqa û Emerîkaya Latîn ên hatine mêtingehkirin û li paş mane, jinên ji wan parzemînan pêşengî dikin. Komeke şêwirmend, weke koma amadekar dixebite. Mijarê diyar dike, kesên bi axivin diyar dike, civînên navberê li dar dixe, fon dibîne, lojîstîka wê bi dest dixe, hemû organîzasyonê dike. Mirov bi gotinên ‘ez dixwazim rûniştineke wiha bikim’ serlêdan dikin. Wan serlêdanan dinirxîne. Ji Women Deliver lijneya şêwrê van hemuyan amade dike. Rêxistineke diyar tune ye lê ji her welatî rêxistinên diyarkirî piştgiriyê didin vê yekê. Mesele ji Tirkiyeyê Komeleya Çareseriyên Nû, Mafên Mirovan ên Jinan di nava însiyatîfê de ye. Di konferansan de welatê ku malovaniyê dike jî çalak e. Konferansa beriya vê li Kanadayê bû. Femînîstên li Kanadayê pir çalak in. Em wek komele beşdarî konferansa li Kanadayê bûbûn. Welatên ku konferans li wan were lidarxistin kirîterên diyarkirî ji bo wan tune ye. Mirovên li welat eleqe nîşan didin, rêxistinên jinan, hikumet. Krîterek taybet tune ye her kes dikare beşdar bibe lê çûnhatin, pereyê qeydê, cihê lê mayînê mesrefên zêde dixwazin. Ji ber wê çavkaniya madî pir girîng e. Gelek saziyên fonê hene ew piştgiriyê didin. Beşariya me ya konferansê ji Emerîkaya Latîn rêxistinek piştgirî da.