Ji UNESCO’yê ji bo rojnamevan Raşa El Herazî ya ku hat qetilkirin peyam
UNESCO’yê ji bo rojnameger Raşa El-Herazî ya ku 9’ê Mijdarê, di cadeya sereke ya navçeya Xurmekesrê a Yemenê, bi êrîşeke bombeya ku di nava wesayîta wê de hatibû bicîkirin jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.
Navenda Nûçeyan - Di 9’ê Mijdarê de li Adena Yemenê êrîş li ser wesayîta rojnameger Raşa El-Herazî hat kirin û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî êrîşa ku hevjînê rojnamevan Mehmûd El-Atmî jî birîndar bû, gelek hevalên wê yên hempîşe peyamên piştgirî û sersaxiyê weşandin. Peyamek jî ji Dîrektora Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay ê hat.
Audrey Azoulay destnîşan kir ku ew qetilkirina Raşa El Herazî ya ku di êrîşê de bi pitika xwe re jiyana xwe ji dest da şermezar dikin û diyar kir ku hedefgirtina rojnamegeran nayê qebûlkirin. Audrey Azoulay da zanîn ku hem ji bo zêdekirina hesasiyetên li ser mijarê û hem jî ji bo hişmendi kirin û di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Ewlekariya Rojnamegeran a Neteweyên Yekbûyî û pirsgirêka bêcezatiyê de ji bo rêze tedbîr bê lidarxistin xebat tên meşandin, lê diyar kir ku divê ev yek bê zêdekirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku rojnamevan Raşa El-Herazî di sala 2019’an de li welatê xwe beşdarî xebatên UNESCO’yê bûye û xemgîniya xwe li hemberî qetlîamê nîşanda .
Werger: JINHA