Ji Tûnisê rapor: Ji sedî 28’ê jinan di pêvajoya hevberdanê de hatin qetilkirin

Di raporekê li Tûnisê hat amadekirin de derket holê ku ji sedî zêdetirî 28’ê jinan beriya bên qetilkirin di pêvajoyê hevberdanê de bûne, mêrên ku pê re zewicî ne gilî kirine lê nehatine parastin.

Tûnis - Li Tûnisê der barê têkoşîn û berxwedana jinê û tundiya li dijî jinê gelek qanûn hene û yek ji wan qanûnan jî Qanûna hejmara 58'an e, lê tevî yekê jî tundiya li dijî jinê roj bi roj zêde dibe. Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê û Departmana Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Charnicolê der barê qetlîamên jinan de nêzî 46 dosyayan berhev kirin û raporek amade kir. Li gorî rapora ku di bin navê "Bernameya Bersivek Berfireh" hat amadekirin de, ji sedî 28,12’ê jinên hatine qetilkirin, beriya bên qetîlkirin ji mêrên bi wan re zewicandî re doza hevberdanê vekirin û giliyê rayedaran berpirsyar kirin. Rapor li gorî daneyên ji sala 2016'an û vir ve hatine berhevkirin hatiye amadekirin û tê diyarkirin ku ji nûçeyên 22 saziyên çapemeniyê yên der barê qetlîamên jinan de jî agahî hatine komkirin.

Piraniya jinan li malên xwe hatin qetilkirin

Di raporê de wiha hat gotin:

“Li gorî analîzên psikososyal ya dosyayan, ji sedî 71,73 jinên hatine qetilkirin zewicî ne û temenê wan di navbera 19-30 salî de ye bû. Derket holê ku piraniya van jinan xizan in û ji sedî 46 kar nakin. Piraniya jinan di malên xwe yên bi navê 'ewle' de hatin qetilkirin. Jisala 2016’an û vir ve nûçeyên derbarê qetlîamên jinan ên di medya û malperên civakî de hatine parvekirin hatin berhev kirin. Dema rm li nûçeyên qetlîamên li diî jinan meyze dkin, me dît ku bi gelemperî weke bûyerên mûnferit tê pêşkêşkirin.

'Çapemenî lêhaybûnê ava neke’

Di xebatê de encama rojnameger û xebatkarên çapemeniyê qetlîamên cidî nairin û di vê mijarê de hay jê hebûnek bingeha zayendiya cibakî avanekiriye. Li Tûnisê sedema herî mezin a qetlîamên jinan ji pergala baviksalar çavkanî digre. Di vê li dij qetlîamên jinan hewildanek xurt bê dayîn. Rêxistin û komeleyên jinan li dijî qetlîamên jinan bi gotina 'Kuştina Jinan Rawestînin' dengê xwe li qadan bilind dikin."