Ji Tora Parastina Jinê banga muşahidiyê

Tora Parastina Jinê ji bo hilbijartinên tûra duyem a serokomariyê wê di 28'ê Gulanê de pêk were bang kir ku tevli muşahidên femînîst bibin.

Navenda Nûçeyan- Tora Parastina Jinê ji bo hilbijartina serokkomariyê ku maye tûra duyem wê di 28'ê Gulanê de pêk were bi sernavê “Li dijî dijminên jinan muşahidên femînîst, bibe dildar dîktatoriyê bişîne” bi metnekê bang li jinan kir.

Di metna Tora Parastina Jinê de bang hat kirin ku ji bo ewlehiya sindoqan beşdar bibin û wiha hat gotin:

“Me di hilbijartina 14’ê Gulanê de dît ku Erdoxan bi destê YSK’ê hîle di hilbijartinê de kir, hewl dide dijminê jinan û LGBTÎ+, paşverûtiya olî û faşîstan bixin meclisê. Li dijî vê tifaqa dijminane, em jin dê çawa jiyana xwe, mafê xwe, bedena xwe û keda xwe biparêzin? Divê em mafê xwe yê hilbijartinê jî biparêzin!

Banga me ji jinên ku di hilbijartina tûra duyem a serokkomariyê ew e ku di 28’ê Gulanê de weke erkdarên sindoqan û muşahid erka xwe bi cih bînin û em dixwazin bibin muşahid. Werin em li dijî vê rejîma yek mêrî, weke muşahidên femînîst  mudaxele bikin!

Em ne bi tenê ne, em ne neçar in bi tenê têbikoşin, em weke jin bi hev re dikarin vê berpirsyariyê bigrin!”