Ji TJK-E li dijî biryarên darvekirinê banga têkoşînê

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê nivîskî bertek nîşanê biryara darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî da. Di daxuyaniyê de banga tekoşîna hevpar hate kirin.

Navenda Nûçeyan-Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bertekek tund nîşanî cezayên îdamê yên li aktîvîstên jin hatî birîn da. Cezayên îdamê li parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî 23’yê Tîrmehê, li Şerîfe Muhammedî jî 4’ê Tîrmehê hate birîn. Her du jî di dema binçavkirinê de, rû bi rûyê êşkenceyên giran û pêkanînên dermirovî man.

Banga tekoşîna hevpar li rêxistinên jinan hate kirin

Di daxuyaniyê de êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a faşîst li Başûr û her wiha êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê pêk tîne, hate bibîrxistin û ev tişt hate gotin: “Li Rojhilat piştî êşkenceyên giran ên li parêzvana mafên jinan û rojnamevan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine kirin, rejîmê cezayê îdamê li her duyan birî. Em vê yekê şermezar dikin. Ji bo geşkirina têkoşîna hevpar a li dijî rejîma Îranê ya dijminê jinê, em banga piştevaniyê li hemû rêxistinên jinan dikin.”