Ji Talîbanê fermanek din a li dijî jinan

Talîban ê ku di hemu qadên jiyanê de sînor li ser sînoran ji bo jinan zêde dike, vê carê jî ferman da ku ruhsata hemu salonên kuaforên jinan bê betalkirin.

Navenda Nûçeyan – Talîban ê ku di sala 2021’an de rêveberiya Efganistanê desteser kir di hemu qadên jiyanê de jinan sînordar dike, ferzkirinên xwe yên li dijî jinan didomîne. Wezareta Refah û Qedexekirinê ya Talîbanê, li ser medyaya Efganistanê nameyek weşand û da xuyakirin ku dê hemu ruhsatên salonên kuaforên jinan bên betalkirin.

Di peyama ku bi îmzeya serokê tundrê vê girûpê Hebatullah Axundzade ve hatiye îmzekirin de hat diyarkirin ku heta 5’ê mehê Tebaxê ji bo girtina salonên kuaforên jinan wext daye û  piştî vê dîrokê hemû lînas û peymanên salonên kuaforên jinan dê bên betal kirin.

Piştî ku Talîbanê nêzî du sal berê Afganîstan xist bin kontrola xwe, li ser jinan qedexeyên cuda hatin sepandin. Talîbanê ji ber ku dibistan û zanîngeh ji jinan re girtin, îstîhdama jinan a di hemû saziyên dewletê û yên sivîl de jî bi dawî kir. Piraniya jinên ku ji ber bêkar in serî li kuafor û terzîtiyê didin, bi vê fermanê dê dîsa bêkar bimînin.