Ji sedî 77’ê jinên Iraqê rastî tacîzê tên

Li gor amarên ne fermî yên Lûtkeya Ragihandina Jinên Iraqê, ji sedî 77’ê jinên Iraqê rastî tacîzê tên. Jinên tevlî rapirsiyê bûne dibejin ku piranî jin li cihê kar rastî tacîzê tên û ji ber rewşa aborî nikarin ji kar derkevin.

Navenda Nûçeyan – Li iraqê hema bêje her roj bûyerên erîşê li ser jinê tên kirin yek ji bûyerê ku  di rojên borî de li ser medya dijîtal dîmenek derket ku bi dehan mêr li taxa Hiwane ya Silêmaniyê li pey jinek ciwan dikevin û lêdixin. Vê yekê bertekek mezin bi xwe re anî. Piştî bûyerê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê di daxuyaniyek de ragihand wan 19 kesên ku êrişê ser wê jina ciwan kirine, binçavkirine û hemûyan jî îtiraf kirine ku tevlî wê bûyerê bûne. Her wiha eşkere kir jina ciwan li dadgehê gilî li ser kesên êrişkar tomarkiriye.

Li gor amarên ne fermî yên Lûtkeya Ragihandina Jinên Iraqê, derdikeve ku ji sedî 77’ê jinên Iraqê rastî tacîzê tên. Her wiha ji sedî 90’ê jinan jî daxwaz kirine yasayek ji bo rêgirîkirina li tacîz û destdirêjiyan were danîn û bi awayek yasayî ev diyarde li nava civakê de were bi dawîkirin.

Li gor heman amaran, ji sedî 78’ê jinên tevlî rapirsiyê (anket) bûne, gotine ku ew li cihên kar tên tacîzkirin, lê ji ber rewşa xirab a darayî û debarê wan nekariye dest ji kar berdin.

Li gor heman amaran, ji sedî 57’ê wan jinan rastî tacîza bi gotinî hatine, ji sedî 20 destdirêjiya zayendî lê hatine kirin, ji sedî 5 rastî tacîza nava malbatê û ji sedî 7’ê jinan jî bi rêya medya dijîtal rastî tacîz û şantajê hatine.