Dayikên Şemiyê di roja dawî ya salê de careke din bang kirin

Dayikên Şemiyê ku di roja dawî ya salê de çalakiya dawî ya îsal pêktînin, careke din bang li rayedaran kirin û aqûbeta windahiyên xwe pirsîn.

Stenbol - Dayikên Şemiyê, ji ber ku Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin çalakiya a dawîya sala 2022'yan bi rêya onlîne li dar xistin. Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwişka Hayrettîn Eren ê yek ji windakiriyên Darbeya 12'ê Îlonê Îkbal Eren Yarici xwend. xwendin.

Îkbal Eren Yarici, destnîşan kir ku bila sala 2023 bibe sala ku daxwaza edaletê ji bo her kesî pêk were û wiha got: " Em hêvî dikin di sala 2023'yan de qeyrana bêedaletî û bêhiqûqî bi dawî be.” Îkbal Eren Yarici diyar kir ku Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê, bi hesreta xizmên xwe yên winda sala nû pêşwazî dikin û wiha axivî: “Ligel tiştên ke me jiyayî em her tim bi hêvî ne ku ji bo xizmên me rojek dê edalet pêk bê.” 

Daxwazên xwe wiha rêz dikin:

“* Divê dewlet sûcê xwe ya windakirina di binçavan de qebûl bike û mekanîzmayên ku aqûbeta xizmên me diyar bike, pratîze bike. 

* Sûcê windakirina bi zorê di Qanûna Ceza a Tirk de bi sernavê sûcên li hember mirovahiyê bê sererastkirin. 

* Divê polîtîkayên bêcezahiştinê ya li hemberî kiryar û wezîfedarên dewletê yên ku sûc kirine, ji holê bên rakirin û divê li gorî hiqûqa gerdûnî sererastkirinek bê kirin. 

* Divê dewlet Peymana Navneteweyî a Derbarê Beriya Windakirinê Parastina Herkesî îmze bike. Ji ber ku ev peyman ji bo cezakirina sûcdaran û her wiha ji bo derketina rastiyan hatiye amadekirin.”

Em ê dev jî Qada Galatasarayê bernedin!

Berpirsiyariya xwe ya li hemberî me divê hûn bi cih bînin. Dawî li binpêkirina mafên me, bêhiqûqiya li hemberî me û tevahiya mirovahiyê bînin. Dozên derbarê xizmên windayan li gorî konjonktura siyasî divê bên vekirin, divê li gorî konjonktura siyasî dosya neyên bidawîkirin. Divê hûn ji bo pratîzekirina pergala darazê tevbigirin. Divê bê zanîn ku em bi sebr û hêvî çalakiya xwe ya lêgerîna aqûbeta xizmên xwe bidomînin û em dev jî Qada Galatasarayê ya ku 228 heft ne li me hatiye qedexekirin bernadin."