Ji saziya sivîl a Mexribê ji bo guhertinên yasayî hişyarî
Ji bo tevkariya li amadekariyên hikûmetê yên ji bo guhertina Yasaya Malbata Mexribê, panelek hat lidarxistin û hişyariya ‘xala 20’emîn rê li ber zewaca zarokan vedike’ hat kirin.
HENAN HERÊT
Mexrib – Hewldanên ji bo ku yasayên Mexribê di warê mafên malbatî de baştir bibin, berdewam dikin. Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê panêlek li bajarê El-Dar El-Beydaa ya Mexribê li dar xist. Panel, bi armanca pêşkêşkirina mûzakereyek berfireh a li ser pêşnûmeya guhartinên ji bo Zagona Malbata Mexribê, hat lidarxistin.
Komele, di çarçoveya amadekariyên hikûmetê yên ji bo guhertina vê yasayê de, xebatan dimeşîne. Komeleyê bi vê mûzekereyê bal kişand ser xurtkirina edaleta malbatê, misogerkirina mafên jinan û parastina zarokan. Her wiha divê di çaçoveya prensîba wekhevî û welatbûnê de mafên mêran jî li berçav tên girtİn. Parêzvanên mafên mirovan û jinan di vê panêlê de bal kişandin ser kêşeyên dibe ku pêvajoya guherandina Qanûna Malbatê rû bi rû bimîne, bi taybetî ji ber cûdahiya şîroveyên qanûnî û nîqaşên civakî yên li ser mijarên hestiyar ên wek zewaca zarokan û pirzewacê.
Divê parastina mafên jin û zarokan bên misogerkirin'
Rêvebera Komeleya Tekoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Ebdo bal kişand ser pêvajoya girîng a ku tê re derbas dibin û wiha got: "Bi rêya muzekereyên em hewl didin pêşniyarên misogerbûna mafên jinan, parastina rûmetên mêr û parastina berjewendiyên zarokan pêşkêş bikin. Em dizanin ku ji şîroveyên cihêreng ên ku dikarin bandorê li ser sepandina rast a qanûnê bikin, dûr bixin. Divê nivîsarên qanûnî yên girêdayî serparêziya qanûnî bên serarastkirin. Ji bo ku dayîk bikaribin biryarên têkildarî mezinkirina zarokên xwe bigirin û li gor berjiwendiyên zarokan be. Divê berdanên di nava jin û mêr de çêdibin bi erêkirina herdu aliyan be û parastina mafên jin û zarokan di vê rewşê de bên misogerkirin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi garantiyên zagonî û dadwerî heye ku parastina hemû aliyan a di nav de mafên jin û zarokan bike."
'Saziyek pispor ji bo hişyarkirinê divê bê avakirin'
Buşra Elî daxwaz kir ku saziyek pispor û nedadwerî ji bo navbeynkariya malbatê bê demezrandin. Buşra Elî armanca vê daxwazê bi van gotinan anî ziman: “Her wiha armanc ji vê saziyê ew e ku hişyarî û şîretan bide hevjîn û kesên ku dixwazin bizewicin. Her wiha di warê psîkolojî û derûnî de kesên dixwazin bizewicin bên amadekirin. Ji bo ku di demên pêş de bandorên neyînî li ser têkliyên zewacê û malbatê nekin. Ew hêvî dikin ku Encumena Zanistî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di Qanûna Malbatê de hatine destnîşankirin, hewlên zêdetir bide."
'Zagonên ku nakevin xizmeta jin û zarokan divê bên rakirin'
Buşra Elî destnîşan kir ku xala 20’emîn a Zagona Malbatî rê li ber zewaca zarokan vedike û xwest ku ev xal bê guhertin. Buşra Elî di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Divê mafê jinên ciwan ên Mexribê bên parastin û bibin bend pêşiya vê zagonê. Her wiha hat pêşniyarkirin ku pisporiya misogerî di doza têkildarî destnîşankirina dê û bav de mîna prosedurek qanûnî bê pejirandin. Armanc, pêkanîna wekhevî û edaleta di nava zarokan de ye.”