Ji roja 198’an a çalakiya nobeta “edaletê” banga ji bo baroyan
Ji Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên 198 rojin di çalakiya nobeta “edaletê” de ne banga ji bo baroyan: “Em ê roja înê bi parêzvaniyê ji vê bêedaletiyê re bêjin bes e.”
Riha– Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî 9’ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê” kirin di roja 198’an de dewam dikin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêş avahiya edliyeyê cihê ku weke "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin bi dowîza "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kirin û ji bo roja înê ku çalakî dikeve roja 200’emîn parêzer û welatparêzên dikevin edliyê û derdikevin şiyar dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê baroyên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê etîket kirin û vê peyamê parve kir: “Dayikek 6 meh in li ber deriyê edliyê, ji bo hevjîn û zarokên wê ku li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, edaletê dixwaze. Dinyayê qîrîn û banga wê bihîst Em ê roja înê bi parêzvaniyê ji vê bêedaletiyê re bêjin bes e.”