Ji Rêxistina Afûyê ya Navnetevî li ser sê kesên Îranî rapor
Rêxistina Afû ya Navnetevî der barê sê kesên ku tevlî serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûbûn û hatibûn girtin raporek amade kir û balkişand ser sîstema darazê ya li welat.
Navenda Nûçeyan - Serhildanên ku piştî qetilkirina Jina Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ destpêkir di roja xwe ya 137’emîn de didome. Gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kolanan naterîkînin. Hikumeta Îranê jî dixwaze serhildanê bi zexta darazî, qetilkirin û bi îşkenceyan bitepîsîne.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî pergala dadweriyê ya li welat a piştî serhildanê li ser 3 kesan raporek berfireh amade kir. Di raporê de hat ragihandin, Cewad Ruhî û Arşiya Takdastan ên ku ji ber cezayê darvekirinê hatibûn binçavkirin, rastî îşkenceyê hatine, Mehdî Mihemedîferd jî ji aliyê gardiyanan ve rastî êrîşa zayendî hatiye.
Di raporê de hat ragihandin ku her sê navên ku rastî îşkenceyê hatine, ji mafê hilbijartina parêzer jî bê par mane.