Aktivîsta Filîstînê: Ev der welatê me ye, em li vir in û em ê li vir bin
Aktîvîsta siyasî ya Filîstînê Nesrîn Abu Amra bal kişand li ser polîtîkayên ku tê xwestin Filistinî dev ji axa berdin û got ku jin di pêyam û sekna “Ev der welatê me ye, em li vir in û em ê li vir bin” de bi biryar in.

NEXEM KARACE
Xeza – Nêzî salek û nîv e ji ber êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê, jinên Filîstînê xwe di nava şer, bombardiman û koçberiya bi darê zorê de dîtin. Di vê pêvajoyê de, jinan tu rêxistinên navnetewî yên ku mafê jinan diparêzin, li ba xwe nedîtin.
Aktivîsta siyasî ya Filîstînê Nesrîn Ebu Amra, ji bo bihêzkirina jinên Filîstînê gelek hewl da. Nesrîn diyar kir ku ku şerê li Xezayê ne tenê şerek leşkerî bû, şerek qirkirinê ku hemû jiyanê dike hedef jî bû. Nesrîn da zanîn şer nîşan daye ku jin êdî ne tenê nîvê civakê ne, berovajî wê, nûnertiya hemû civakê dikin.
‘Jinan barê ku nekarîn hilgirin, girtine ser milê xwe’
Nesrîn Ebu Amra tengasiyên ku jinên Filîstînê kişandine, bi van gotinan anî ziman: “Her tim me digot jin nîvê civakê ne, lê belê em îro fêm dikin ku jin êdî hemû welat li ser milê xwe hildigre. Jinan barê ku nekarîn hilgirin, girtine ser milê xwe. Êdî tenê bi xwedîkirina zarok û yan jî rêvebirina kar re sînordar nabin. Di nava hilweşîna aborî de ji bo xwarinê ji malbata xwe re peyda bikin, di nava bombardimanan de zarokên xwe biparêzin, bi saetan di rêzên alîkariyê de dimînin û hinek caran tenê ji bo hinek xwarin û avê peyda bikin, neçar dimînin têbikoşin.”
‘Trump dixwaze Filîstînî koçî welatên Ereb bikin’
Nesrîn Ebu Amra da zanîn ku têgînên koça bi darê zorê hatiye guhertin û wiha dom kir: “Berê koçkirin, wek tevgerek ku ji malekê biçe malek din dihat dîtin. Lê belê êdî ev rewş, tê wateya veqetîna bi darê zorê ya ji cîhê xwe. Mirov di nav bombardimanan de tên hiştin û terkirina malên wan li wan tên ferzkirin. Neçarî jiyana li cîhên servekirî û dibîstanên qerebalix tên kirin. Hemû hûrguliyên şer ceribandin. Zarok li ber çavên wan hatin qetilkirin, neçar man ku hemû berpirsyariya hevjîn û ferdên malê bigrin. Piştre jî li bendê man ku bê westan li ser lingan bisekinin. Êşên ku jin lê rast hatine ne tenê bombardiman û hilweşîn e, di heman demê de bi planên siyasî yên li ser dûrxistina Filîstîniyan a ji xaka xwe re jî rûbirû hatin hiştin. Serokê Emrîkayê Donald Trump planek ku dixwaze Filîstînî koçî welatên Ereb bikin pêşkêş kir, lê belê ev pêşniyar di astek berfireh de hat redkirin.”
‘Bombeyên hêzên dagirker nikarin me ji vir bavêjin’
Nesrîn Ebu Amra li dijî vê planê Trump helwesta xwe bi van gotinan anî ziman: : “Em li vir in û em tu caran naçin. Ev ne tenê dirûşmeyek e, baweriyek ku di dilê Filîstîniyan de hatiye kolandin e jî. Koçkirin ji bo me ne alternatîfek û teslîmbûyîn jî ne pêkan e. Qedera me berxwedan e û emê nîşanî hemû dinyayê bidin ku dilsoziya me bi koka me ya di vê xakê re çiqas kûr e. Bombeyên hêzên dagirker nikarin me ji vir bavêjin, komployên siyasî nikarin me ji vir qut bikin. Heta dilopa dawî ya xwîna me, em ê li vê derê bimînin û li dijî hemû planên sirgûnkirinê têbikoşin.”
‘Zagonên navnetewî ku di şer de jinan diparêzin li ku ne?’
Nesrîn Ebu Amra sekna dinyaya Ereb û civaka navnetewî ya li hember rewşa wan, rexne kir û da zanîn ku şerê dawî, nêzîkatiya ne ji dil a li hember doza Filîstînê radixe berçavan. Nesrîn wiha got: “Li dijî cînayetên ku li hember jinên Filîstînê tê kirin, koçkirin û biçûkxistinê, tu rêxistinên mafên mirovan bertek nîşan nedan. Ew zagonên navnetewî ku dihat angaştin jinan di demê şer de diparêzin li kuderê ne? Kîjan mekanîzmayên ku dayîkên dibin şahidên kuştinên zarokên xwe diparêzin hene? Ev bêdengiya şermê, nîşan dide ku zagonên navnetewî tenê li ser kaxez mane û ji hêzên mezin re xizmetê dikin. Lê belê dema mesele dibe Filistînî, ev zagon ji holê radibin.”
‘Jinên Filîstînê êdî li hêviya dayîna mafên wan nasekinin ew distînin’
Nesrîn Ebu Amra destnîşan kir ku jinên Filîstînê ne tenê dayîk û hevjînin, di heman demê de şervan û parêzvanên nasnameya biryargirtin û netewînin jî û wiha got: “Jinên Filîstînê êdî ne li bendê ne hinek mafên wan bidin, êdî ew bi xwe distînin. Beşdariya jinan a li siyasetê û mekanîzmayên biryargirtinê, xwedî girîngiyek rexnegir e. Em jin ger nifşên nû bi hezkirina ji welatê xwe mezin dikin, em nabin parçeyek ji pêvajoya siyasî. Dema behsa meseleya Filîstînê were kirin, nikarin jinan ji derveyê meseleyê bihêlin. Ji ber ku em di her qada vî şerî de hene. Em dayîkên şehîdan in, em hevjînên esîran in, em xwişkên birîndaran in. Di nava şer de em hewl didin sax bimînin. Ji ber wê hûn çima me ji pêvajoyên biryardayînê dûr dixin?”
‘Em bedêlên herî giran didin lê li ser navê me biryar tên girtin’
Nesrîn Ebu Amra amaje bi wê yekê kir ku jinên Filîstînê tevî rolên mezin ên ku dilîzin, di dinyaya siyaset û medyayê de hê bi qasî ku pêwîst e nûnertiyê nakin û got: “Di siyaseta Filîstînê de nûnertiya jinan bi qasî ku pêwîst dike tuneye. Bi taybetî di pêvajoyên muzakereyan de jin bi temamî tune tên hesibandin. Li ser masayên muzakereyê ku pêşeroja me diyar dikin çima jinek tune? Em bedêlên herî giran ên vî şerî didin, lê belê li ser navê me biryar tên girtin.”
‘Em di çeperên herî pêş ên vê têkoşînê de cîh digrin’
Nesrîn Ebu Amra bi bîrxist ku çapemeniya Ereb jinên Filistînî ji nedîtî ve hatiye û ev tişt gotin: “Dema em li bernameyên siyasî ku rewşa Xezayê tê nêqaşkirin temaşe dikin, em tenê dibînin ku mêr diaxivin. Lê belê jin jî heman êşan dijîn, belkî hê zêdetir jî dijîn. Em tenê ne hejmarên di îstatîstîkan de ne, em di çeperên herî pêş ên vê têkoşînê de cîh digrin.”
‘Tu dadgehên navnetewî, ji bo darizandina sûcên şer gav neavêtin’
Nesrîn Ebu Amra diyar kir ku divê hiqûqa navnetewî zagonên ku jinan di demên şer de diparêzin ji nû ve binirxîne û destnîşan kir ku pergala heyî ne serkeftî ye. Nesrîn bi van gotinan helwesta xwe ya li hember bêdengiya navnetewî anî ziman: “Me li ber çavên xwe dît ku hemû peymanên navnetewî çawa xirab bûne. Tu dadgehên navnetewî, ji bo darizandina sûcên şer gav neavêtin. Ji ber vê yekê, divê hiqûqek navenetewî ku hê baştir jinan biparêze û serî li ber zextên siyasî netewîne, were avakirin.”
‘Ev welatê me ye, em li vir in û em ê li vir bin!’
Nesrîn Ebu Amra bang li jinan kir ku têkoşînê bidomînin û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Em jinên Filîstînê, barên ku mirov nikare bîne iman hildigirin. Lê belê em tu car dest jê bernadin. Em ê li berxwe bidin, em xaka xwe bernadin. Em ê mafê xwe bistînin û em ê dengê xwe bighînin dinyayê. Ev welatê me ye, em li vir in û em ê li vir bin!”