Ji rêveberiya kampên Rojava nameyek ji jinên Êzidî re

Çalakiyên bîranîna 9’emîn fermana 74’an a li ser civaka Êzidî berdewam dikin. Li ser navê rêveberiya kampên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji jinên Êzidî re hat şandin. Di nameye de êşa ku civak û jinên Êzidî kişandine hat parvekirin.

Şengal Di çarçoveya çalakiyên ku ji bo fermana 74’an tên lidarxistin de nameyek ji jinên Êzidî re hat şandin û nameyê de di şexsê şehîd Mam Zekî û Egîd Civyan de tevahî şehîdên Şengalê hatin bibîranîn.

Di nameyê de wiha hat gotin: “Li ser navê kampa Newrozê ya ku hûn ji nêz ve dizanin êş û azarên we ve hembêz kiriye her wiha bi navê kampa Serêkaniyê û Waşokanî, bi taybetî jî bi navê Rêveberiya Kampa Roj û Holê em silav û hezkirinên xwe ji zarokên yekrojî heya pîrên haftê salî re dişînin. Em fermana 74’an a hatiye serê gelê me yê Êzidî şermezar dikin.”                   

Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd jî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Tevahî hêzên ku di vê fermanê de cih girtine ew hêz in ku Rêber Apo di Îmraliyê de digrin. Ew hêz her roj tecrîda li ser Rêber Apo kûr dikin û her roj êrîşê zarokên me û qehremanên me dikin. Ên ku jinên me, dayik û xwişkên me li bazarên difiroşin ew hêz bi xwe ne.”                                                                                              

‘Her keça Êzidî ya em ji kampa Holê xilas dikin cihê serfiraziyê ye’

Di nameya de behsa êşên ku jin û civaka Êzidî kişandine hat kirin û bi van gotinan erk û soza li hemberî jinên Êzidî hat vegotin; “Yên herî zêde di ferqa rastiya vî dijminê qirker de ne, jin ciwan û civaka me ya Êzidî ne. Ji ber ku hûn baş dizanin ferman bi destên çend çeteyan de pêk nehat, ev hêza çete di bin siya hin dewletên kapîtalîst ên ku destek û derfet dane wan de derketine holê. Her çiqas îro em berdêlên mezin didin, êşê dikşînin jî lê em ewqas pê serbilind in. Ji ber ku em li ber xwe didin, bi taybetî dema ku em mezinên xwe, dayik û xwişkên xwe bi cesaret, sekn û coşa mezin dibînin pir kêfxweş û serbilind dibin û her wiha manewiyeteke pir mezin ji wan digrin. Her keçeke Êzidî em dema ji kampa Holê xilas dikin her çiqas bi êş jî be ew ji bo me dibe cihê kêfxweşiyê û serfiraziyê. Cihê hesabxwestinê û em vê hesabxwestinê weke erkeke xwe ya mirovî dibînin û heta dawî em ê bi gelê xwe yê Êzidî re bin û koka xwe biparêzin, çi dibe bila bibe, em ê bi baweriya xwe “Êzidxanê” ve girêdayî bimînin.”

Her wiha li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Rîham Heco axivî spasiya Rêveberiya Kampan kir û wiha got; “Di serî de em ji Şengala pîroz heya Rojavayê Kurdistanê silav û rêzên xwe dişînin û spasiya rêveberiya kampan dikin. Em weke jinên Êzidî ji Şengalê heta Rojavayê Kurdistanê silav û hezkirinên xwe ji jin, zarok, kal, pîr, xort û keçan re rêdikin. Weke jin êşa me hemûyan yek e û dijminê me jî yek e. Di heman demê de hêza me yek e û xwîna me ketiye nava hev. Em bi nameya we gelek kêfxweş bûn. Vê nameyê moral û hêz da me.”

‘Kampa Newroz hem ji êşên me re hem ji tekoşîna me re şahidî kir’

Di çarçoveya çalakiyan de Riha Heco jî axivî û di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ked û fedakariya ku gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo civaka Êzidî daye û wiha qala girîngiya kampa Newroz kir; “Weke tê zanîn tişta ku hat serê civaka Êzidî ne kêm bû. Civaka me ji derveyî dost û dilxwazên azadiyê yên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatibûn perwerdekirin kesek li kêleka xwe nedît. Ew kes bûn ku dilê wan ji bo dostanî û hevgirtina bi civaka Êzidî re lêdida. Rojavayê Kurdistanê hem dost, hem cîranê me û bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî li me derket. Em weke jin û civaka Êzidî ji dijmin re dibêjin ku ji bo em bersiva dijmin bidin û pêşiya komkujiyan bigrin, ji bo ku me bibin xwedî nasnameyên mîsogerkirî û ji bo em bibin xwediyên xwe pêwîst e em tekoşîneke hevbeş bidin meşandin. Pêwîst e em bi êşa hev bihesin. Kampa Newrozê ji bo me xwedî cihekî taybet e, ji ber em di 3’ê Tebaxê de li wê kampê hatin hewandin. Me rojên xwe yên herî zor û bi êş li wê kampê derbas kirin. Dema ku xwîn ji birînên me diherikî em li wê kampê man. Wê kampê hem ji êşên me re û hem ji têkoşîna me re şahidî kir. Di dawî de me serkeftineke mezin di wê kampê de bi dest xist. Bingehên xwe rêxistinkirina civaka Êzidî û bingeha avakirina hêza xweparastinê me di dema mayîna li wê kampê de avêt. Ji lewre ew kamp ji bo jin û civaka me cihê berxwedanê ye. Wê ew kamp her dem weke çavkaniya manewiyat, xweparastin, naskirin û rêxistinkirinê di bîr û dilê me de bimîne.”