Ji qadan pêyamên berxwedanê: Na ji dagirkeriyê re

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhateyên li heremê daketin qadan. Li qadan pêyama bilindkirina berxwedanê bilind bû.

Navenda Nûçeyan – Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan, dewleta tirk êrişên xwe yê li dijî heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Dewleta tirk di 4'ê Cotmehê de asta bombebaran û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir kiriye ku zêdetirî 20 caran sivîl û binesaziyên herêman kir armanc. Li seranserî Bakûr û Rojhilatê pêkhateyên heremê li dijî êrişan daketin qadan. Ji qadan pêyama bilindkirina têkoşîn û berxwedanê bilind bû.  

Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk li ser herêmê şermezar kirin. Meşa ku ji çerxerêya Sonî destpêkir heta li ber navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo. Di meşê de pankartên “Na ji bombebarankirina dewleta tirk re” hat hildan. Gel dirûşmeyên “Bimre îxanet”, “ Na ji dagirkeriya dewleta tirk re” û “Faşîst Erdogan” berzkirin.

‘Dixwazin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Telet Yûnis diyar kir ku dewleta tirk siyaseta qirkirinê li ser gelan dimeşîne, lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara berxwedanê daye û sekin û çalakiya wan berdewamiya xeta berxwedaniyê raber dike. Telet Yûnis wiha got: “Êrîşên duh û heta roja îro li hember herêmê me li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû saziyên xizmetguzarî û cihê parastina vê gelê dikin, bû cihê armancê. Ev yek berdewamiya siyaseta qirkirinê ye. Dewleta tirk bi siyaseta qirkirinê dixwaze pergala rêveberiya xweser têk bibe. Hemû pilan û siyasetên pêk tên li hember pergala netewa demokratîk e. Dixwazin destkeftî, yekitî û wekheviya gelan têk bibin. Dixwazin bi van êrîşan aramî û ewlehiya herêmê têk bibin û Rêveberiya Xweser têk bibin. Dixwaze jiyana gel di aliyê mirovî de zehmet bike û herêma me vala bike, ev êrîş berdewamiya vê siyasetê ye.”

Bêdengiya navnetewî

Telet Yûnis bal kişand bêdengiya navneteweyî û cîhanî û got: “Hemû aliyên ku komployê de cih girtine, bê helwest û bêdengi n. Hemû hêzên garantor û civaka navneteweyî û rejîma sûriyê hevkarên vê êrîşêne lewma em şermezar dikin. Gelê me û saziyên me tên hedefgirtin, ev bêdengî hevkariya we ji dewleta tirk re raber dike. Ev civak vê bêdengiyê bîr neke û wê bibe xwedî helwest.” 

Banga xurtkirina hevgirtinê

Telet Yûnis a got “Divê em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin da ku armanca dijmin û hevkarên wan pêk neyê” bi vê pêyamê axaftina xwe bidawî kir: “Em îro qadanin û em ê her li qadan bin. Em rê nadin dewleta tirk armanca xwe pêk bîne û tirs di me de çênabe û em ê parastina destkeftiyên xwe bikin. Em nahêlin dijmin, xayîn û terorîst bi serbikeve. Ji bo hêzên koalîsyon û garantor, yek jî armanca dewleta tirk ew e ku cardin DAİŞ‘ê zindî bike û hemû cîhanê bixe di nav metirsiyê de. Banga me ji tevahî gel re heye ku li her aliyên Kurdistan û derveyî welat li qadan bin û bêdengiya hêzên navneteweyî qebûl nekin. Wek Rêveberiya Xweser em ê bi gelê xwe di xeta berxweanê de dewam bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Wê serkeftin ya gel be û bimire îxanet û hevkariya dijminan.”

Meş bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê re” bi dawî bû.

Kobanê

Li dijî bombebarana dewleta tirk, şêniyên herêma Firatê, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û saziyên civaka sivîl meşiyan.

Girse li qada Jina Azad kombûn û bi siloganên "Bijî berxwedana Rojva", "Bimre dagirker" û "Berxwedan jiyan e" dest bi meşê kirin ku li qada şehîd Egîd rawestiyan. Piştî deqeyek rêzgirtin hevserokê Encûmena Cîbicîkar yê herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî. Mihemed Şahîn destnîşankir ku armanca dewleta tirk tunekirina şoreş û pergala Netewa Demokratîk ku vê yek di bin navê bihaneyên cude de dike. Her wiha da zanîn ku dê gel riya berxwedanê hilbijarê û serkeftinê misoger bikin.

Meş bi silavkirina berxwedana li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.

Hesekê: Bersiva êrişan yekîtî ye

Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ku ji duh 4`ê Cotmeh 2023 ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, pêkhateyên Hesekê daketin qadan û êrîşan şermezar kirin. Meşvan alên Kongra Star, PYD’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîs “Na ji dagirkeriya dewleta Tirk, em ê bi yekîtî û berxwedaniyê bi ser bikevin” hilgirtin. Meşvan li çarxereya Sînalko ya taxa Til Hecer kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meş li çarxereya Şehîd Avêsta Xabûr a taxa Til Hecer veguherî mitîngê. Bi nave Rêvberiya Xweser Farûq Tozo axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe li ser herêmê aramî û rêxistinbûyîna gelên herêmê dike hedef, lewma bi belafiran êrîşên herêmê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike. Li vê derê îrdeya gelan li hemberî wê bersiva herî xurt e, yekîtiya pêkhateyan bersiva li hemberî êrişan e.”

‘Netewa Demokratîk hedef tê girtin’

Endama Meclisa Civaka Ermenî Losnak Kavoriyan tekez kir ku êrîşên dewleta Tirk li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye û wiha axaftina xwe domand: “Li herêma me bi Netewa Demokratk hevgirtin û yekîtiya gelan hatiye avakirin. Ev paradîgma û yekîtiya gelan dewletên desthilatdar ji bo xwe xeter dibînin, lewma dixwazin vê projeyê vala derxin û pêkhateyan hedef bigrin.”

‘Dem dema hevgirtin û yekîtiyê ye’

Sîham Mihemd jî yek ji welatiyên kurd ên Hesekê ye wiha got: “Em van êrîşan qebûl nakin, em ê heya dawî li qadan bin û rê nadin dijmin xaka me dagir bike. Dem dema hebûnê ye pêwist e em bi hevgirtin û yekîtiya xwe xaka xwe biparêzin.”

Şikriya ehmed jî ji pêkhateyên ereb ên bajarê Hesekê ye tekez kir ku dewleta tirk dixwaze desthilatdariya Osmanî zindî bike û wiha domand: “Em îro bi yek dengî û yek rihî li dijî van êrîşan disekinin, ji ber ku ev êrîş hemû pêkhate hedef dike. Lewra dem dema yekîtî û hevgirtinê ye, em ê yekîtiyê xwe biparêzin.”

Mîtîng bi dirûşmeya “Bijî berxwedan” bi dawî bû.