Ji Platforma Jinan a Batmanê banga alîkariyê
Platforma Jinan a Batmanê melzemeyên alîkariyê ku ji bo piştevaniya jinên mexdûrên erdhejê komkirine şandin Semsûrê. Platformê banga berfirehkirina alîkariyê kir.
Navenda Nûçeyan- Piştevaniya ji bo jinên mexdûrên erdhejê berdewam dike, Platforma Jinan a Batmanê ji bo pêwîstiyên taybet yên ji bo jinên mexdûrên erdhejê pêk bînin, dest bi komkirina alîkariyan kirin. Di heman demê de ji bo alîkariyên nû werin kirin bang kir. Platformê herî dawî di nav de cilên binî, pedên jina, mecûn, firçeyên diranan, mendilên şil, şampuan, kremên nermkirinê jî di nav de şandin Semsûrê.
‘Destpêk jin’
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad TJA Ruken Zeryam Işik a ku di nava xebatên alîkariyê de cihê xwe digre da zanîn ku hewil didin pêwistiyên jinan yên acil bi cih bînin û wiha got: “Di encama van xebatan de, me melzemenên ku kom kirine xist erebeyê û şand herêmên erdhejê. Li vê derê destpêkê pêwîstiyên jinan e.”
Ruken Zeryam Işik da zanîn ku alîkarî bi rêya Navneda koordînasyona kirîzê tên belav kirin û wiha got: “Pêwîstiyên lezgîn hene, ji ber vê jî divê em her tim alîkariyan rê bikin. Ji bo vê jî em xebatek baş didin meşandin. Dema erebe tijî bin em ê rêbikin Navenda Kirîzê. Ji bo vê jî em bang li gelê bajar dikin ku ji bo ev pêwîstî werin bi cih anîn divê hemû kes destê xwe bixin bin kevir. Yên ku bixwazin alîkariyê rê bikin herêmên erdhejê dikarin xwe bigihînin avahiya rêxistina navçeya Semsûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yan jî sendikaya kar ya Petrolê. Li bajarê ku piştevanî gelek tê kirin, ji bo pêwîstiyên lezgîn divê bi awayekê gav bavêjin.”
Ji bo zarokan bang
Ruken Zeryam Işık bal kişand li ser pêwîstiyên acil yên zarokan li herêmên erdhejê û ji bo şandina mamayê zarokan, bezê zarokan, şîr, cil û pêlîstok bang kir ku li gor pêwîstiyan wê lezê bidin xebatên xwe.