Ji pênûsa koçberek: Li ser axa welatê xwe ne carek sê car in koçber dibim…

Di êvareke bi sir û seqem de em ketin rê. Du rojan em li ser rê bûn, lê mîna ku du sal bû, ne xew, ne xwarin, ne vexwarin hebû. Gelek zehmet bû, ji sermayê zarok nexweş ketibûn, sir û seqem bû, her tişt lal bûbû.

ZAHÎDE MEMO

Koçbereke rêwî me, ne carek sê caran, min û gelek kesan para xwe ji koçberiya bi darê zorê girt. Cara yekem di sala 2011'an de wexta em ji Helebê derketin çiqas giran bû jî, ne wek derketina ji Efrînê bû. Di sala 2018'an de derketina me ya ji Efrînê, dişibiya derketina ruh a ji bedenê. Bi taybetî di dema meşa me ya ber bi riya Cebel Ehlamê ve de. Di wê riyê de me çi dît û çi nedît! Di nav topbaranê de em bi wesayîta mala xalê xwe derketin. Lê bi carekê balafirê li kêleka me xist û parçe li wesayîtê ket. Em neçar man jê dakevin û bi piya herin. Êdî ji vir û pê ve min û xwişkên xwe yên biçûk me bi destên hev girt. Wek xatirxwestineke dawî ya ji Efrînê û ji hev bû.

Em di nav agir topbaran û êrîşên balafiran de dimeşiyan

Me dest bi meşa derketin û rêwîtiyeke ku em nizanibûn berê me li kîjan alî ye kir. Di nav agir, topbaran û êrîşên balafiran de em dimeşiyan. Li ber bayê mirinê û hêstrên bi şewat dilop dilop bi baranê re, li ser wê riyê diherikîn. Li wê derê bi berbanga sibehê re hê jî em diqefilîn, ji sermayê me nedixwest em derkevin. Bi dehan caran min li paş xwe dinhêrt. Min ji xwe re digot ez ê vegerim û li wir bimrim. Wiha difikirîm, lê nebû. Wek xewneke li ser wî çiyayê me hemû hêviyên xwe li pey xwe hişt, bi keser, hesret û kul...

7 salên bi hêviya vegerê

Min digot qey wê bibe koçberiya dawî, êdî bendewariya vegera Efrînê wê bibe kaniya ku jê vexwim û ji sebrê re her tiştê xwe bibêjim. Bi 7 salan li warê koçberiyê li Şehbayê, bi taybetî li Ehdasê, bi malbata xwe re, bi gel re me berxwedanî, têkoşîn û hêviyên ku me bi xwe re ji Efrînê biribû û anîbû re em jiyan. Me careke din hêza xwe hembêz kir, ji welatê xwe re hêviyên azadiyê dihûnand. 7 salan me di bin topbaran, êş û janê de me derbas kir. Em Efrînî bi hev re çîrok û xeyalên vegerê dihûnin. Em xewnên şevan ji hev re dibêjin ku me çi dît û veger êdî nêz dibe. Her roj, her şev tenê di nav van xeyalan de em li ber xwe didin..

Piştî taştê û qehweya sibehê me dengê êrîşên li ser riya Helebê bihîst

Roja 1’ê Kanûnê, saet 12’ê nîvroyê bû, li Şehba-Ehdasê wek her roj me taştê û qehweya xwe bi hev re xwar û vexwar... Em rûniştin, lê dengê êrîşên li ser riya Helebê, ji dûr ve dihat. Mala me nêzî riya Helebê bû. Lê wê demê jî hêzên me yên parastinê ew rê girtibûn û rejîm paşve kişiyabû. Min got weke her rojê ye, deng hene lê tiştek nayê nêzî me. Nîv saet derbas bû, jiyan ji nişkave bi tevahî veguherî, talanek wisa hat ku ne di xeyalan de ne jî di xewnan de me dîtibû. Di du deqeyan de tiştên xwe yên taybet û girîng xistin çenteyan û hemû pirtûk, sûret şewitandin... Min tiştên xwe yên girîng weke leptop, lênûsên rojnivîsan, hard xistin çenteyek ku berî her tiştî wan derxim. Lê lezbûna bûyeran hişt ku neçar bimînim wan li dû xwe bihêlim û derkevim.

Gelo kes ji rojeke wiha re amade bû?

Wesayîta cîranê me li ber derî bû. Me her tişt xistê û em birê ketin, min li derdora xwe dinhêrt, li kolanê dinhêrt, dengê girîn û qêrînê dihat. Her yek ji me kul û kesera xwe li ser pişta xwe bar kir. Hêdî hêdî rê li pêşiya me hatin girtin. Nizanim kesî/ê ji rojek wisa re xwe amade kiribû yan na. Em diçûn lê berê me li ku bû me nizanibû. Di rê de min jinên bi çek û rext dît, li wan dinhêrt. Wan digotin: 'Neçin. Hûn bi ku ve diçin? Divê em cihê xwe, hêza xwe, berxwedaniya xwe bernedin.’ Wexta min ev dîmen dît, min şerm kir. Dîsa zivirîm malê, çûm kolanê. Tu kes tê de tunebû. Em wisa sekinîn. Em nizanibûn çi bikin. Destên min tiştekî nedigirtin ku ez rakim û derxim.

Li Efrînê bîranîn hatin şewitandin li Şehbayê jî li cihekî hatin veşartin

Ez ketim malê, bi malbata xwe re me got ka em li malê bimînin? Rê li pêşiya me tunebû, çete ketibûn taxê û dest bi şer kiribûn. Hêzên parastinê û asayîş li serê kolanê bûn. Me ew didîtin û em diqîriyan me digot: “Çete hatin!” Em matmayî mabûn. Jin û zarok pêş, direviyan û qîr dikirin. Di wê kêliyê de, min hîs nedikir li Şehbayê me, min digot qey ez li Şengalê me. Wî dîmenê ez kuştim. Ez ketim malê. Min ji bavê xwe re got hemû tiştên min ên taybet rake bila nekevin destên wan. Li Efrînê bîranîn hatin şewitandin, li Şehbayê jî li cihekî veşartî man.
Di vê kêliyê de dîsa wesayîd hat û ajokar got ku divê beriya çete xwe bigihîjînin me em derkevin. Min got, ez dernakevim, ez ê xwe bikujim ger çete werin. Tu rê li pêşiya min nemabû, diviyabû em nekevin destên wan. Dawiyê em ketin wesayîtê. Em di du wesayîtên cuda de çûn, ez û xwişkên xwe û diya xwe bi wesayîtek, bavê min û yên din jî bi yeka din. Dîsa em nizanibûn diçin li ku, ber bi cihekî ne diyar e em ketin rê. Li her derê çete belav bûbûn.

Biryar hat girtin ku heta êvarê hemû kes ji Şehbayê derkevin

Li vir min malbata xwe û yên din winda kirin. Em nizanin çûn ku derê. Telefon jî nedişixulîn. Herî dawî me got, em dîsa vegerin malê. Belkî ew li wir bin. Em hatin, taxa me vala bû. Tenê hêzên me yên parastinê hebûn û li jêr jî çete hebûn. Rewşek qet nayê vegotin hebû, ji tirsa em derketin rê. Wê çaxê agahiyek hat, gotin ku divê em li cem nexweşxaneya Avrîn kom bibin û tevahî kes wê li wir bimînin heya ku rewş zelal bibe. Biryar hat dayîn ku wê hemû kes ji Şehbayê derbikevin heya êvarê. Li wê derê min malbata xwe dîsa dît. Min hevjînê xwişka xwe dît, birîndar bûbû di eniya şer de.

Di êvareke bi sir û seqem de em ketin rê

Di êvareke bi sir û seqem de em ketin rê. Du roj em li ser rê bûn lê weke du salan bû, ne xew, ne xwarin, ne vexwarin hebû. Em di dorpêça çeteyan de bûn. Di vê kêliyê de her tişt tê bîra mirov. Me ji xwe dipirsî ger êriş bikin, komkujî çêbikin? Her tişt tê bîra mirov. Wan du rojên ji jiyana xwe em nahesibînin. Gelek zehmet bû, ji sermayê zarok nexweş ketibûn, sir û seqem bû her tişt, lal bû.

Em di malê de hatin bicihkirin

Di roja duyem de diyar bû ku em ê derbasî Rojhilatê Firatê bibin. Lê beriya em birê bikevin çûn maleke nêzî rê, li ser riya Efrînê ji bo ku zarok xwe rehet bikin. Me destûra malê girt, em ketinê. Lê me dît ji aliyê din kesek derî lê dide. Wesayîtek leşkerî hatibû, ketin hewşa malê. Xwediyê malê ji wan re got: 'Hûn bi xêr hatin. Çima hûn dereng man? Ev du roj in em li benda we ne.' Xuya bû ku ev êrîş zû de hatîbû plankirin...

Em bilez ji wir derketin û me berê xwe da rê. Wesayîta ku birayê min diajot tije tişt bû. Heger HTŞ’ê bidîta wê me hemûyan bibira. Destê me li ser dilê me bû. Jiyana vî gelî li ser tayek zirav maye ger biqete wê felaket biqewime. Rast e bi lihevanînan li ser korîdoreke mirovî em derketin. Lê di dawiyê de bawerî bi çeteyan nabe. Di vê demê de gelek kes, bi taybetî xortan lêdan xwar, hatin girtin û kuştin. Em di nava lepên wan de bûn, bi nefret li me dinhêrtin, dîmen dikişandin, gotinên xirab digotin û heqaret dikirin.

Çîroka min ji hezaran yek e

Di rê de min li rûyê her kesê dinhêrt, şoq, xof, hêrs, keser û êş hebû... Min li birayê xwe dinhêrt çawa şaş mabû, bi zorê xwe bi hêz dikir. Lê diyar bû nizanibû çi digot, çawa dajot. Li ser wê riyê me gelek kesên rejîmê dîtin ku hatibûn kuştin, şewitandin, cenazeyên wan li erdê bûn, bi awayekî pir hovane hatibûn kuştin. Bi saet 7’ê sibehê re em gihîştin Tebqayê û hê jî em şiyar nebûbûn. Dizanim çîroka min tenê ji hezaran yek e. Yên girantir jî hene lê êşa me heman e.

Di serê min de xeyalek digere, dixwazim careke din di riyeke dirêj de biçim. Bila bi rojan be bila di serma û seqemê de be. Ez razî me. Bi hezkirin qebûl dikim, bila ev rê jî riya çûyîna Efrîna azad be, çûyîna quble û meqseda me be.