Ji Partiya Çepên Kesk mitingên dawiyê

Partiya Çepên Kesk bi mîtîngên Stenbol, Amed û Wanê dawî li xebatên xwe yên hilbijartinê anî. Li qadên ku bi deh hezaran tijî bûne tecrîd bû rojeva sereke.

Navenda Nûçeyan – Pertiya Çepên Kesk îro li Stenbol, Amed û Wanê mîtîngên dawî yên hilbijartinên 14ê Gulanê li dar xistin. Li her sê bajaran qadên mitingê tije bûn û peyama “hûn ê biçin em ê bi ser bikevin” hat dayîn.

Stenbol

Bi deh hezaran kes herikîn qada mîtîngê ya ku saet derdora 13.00’an li Qada Yenîkapiyê destpê kir. Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk, Nûnera TOP'ê ya SM'ê Nîlay Kuşya û nûnera TOP'ê ya SM'ê Nîlay Kuşya, nûnera SMF, Sirri Sureyya Onder û namzetên parlementeriyê ya HDP’ê beşdar bûn.

‘Berxwedana me pîroz be’

Mitînga biheybet, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hatin danasîn. Namzeta parlamenteriyê  Dêrsim Dag axaftina destpêkê kir û girse bi kurdî û tirkî silav kir. Dag, got ku divê komkujiyên di dema AKP’ê de hatine kirin neyên jibîrkirin û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dag; wiha got: “Ev dar sembola jiyanê ye. Berxwedana me pîroz be.” 

‘Bay bay yekzilam’

Piştre jî Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz axivî û ev tişt anî ziman: “Bay bay yekzilam. Nifirên dayikên me hene. Di erdhejê de dayikên me dan girî. Zarokan jiyana xwe ji dest dan û dayik giriyan. Lê wan ji xwe re kon firotin.” Akdenîz, dayika Ugur Çolak ê ku di teqîna madenê ya li Soma ya Manîsayê de jiyana xwe ji dest dayî Gulsum Çolak vexwend ser dikê. Gulsum Çolak, got: “Em hêj jî li edaletê digerin.” 

‘Hûnê biçin’

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî got ku dê soza xwe ya ji bo rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û ciwanên welatparêz ê niha di zindanan de bigirin û wiha domand: “Em li her derê vê dirûşmê berz dikin, em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Em li vê qadê dîsa dibêjin; em li vir in, em hene, hûn dê biçin, em ê bi ser kevin.” 

Amed

Miting li qada Stasyonê ya li navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û nûnerên Komeleya Kurd a Demokrat (DDKD) beşdarî mitingê bûn.

Wan

Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna sed hezaran kesan li Qada Beşyol a Wanê mitînga fînalê li dar xist. Gelê ku ji sê baskan ve di noxteyên lêgerînê de derbas bû, qad bi devî re tejî kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Cigîrê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), rêveberê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Bajêr Veysî Dîlekçî axivîn.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî diyar kir ku gelê Wanê vîneke mezin danî holê û wiha got: “Sibe wê rojeke xweş be, sibe wê dîrok careke din bê nivîsandin, sibe hûnê dîroka Wanê û dîroka Tirkiyeyê binivîsînin, em ê binivîsînin. Sibe cemreya siyasetê wê bikeve ser siyasetê. Sibe em ê careke din bêjin em li vir in, em ê vîna xwe biparêzin, em ê dengê xwe bi kar bînin û em ê Çepa Kesk bikin partiya yekemîn a li Tirkiyeyê. Ji ber ku tişta ku ez îro li vir dibînim ev e. Gelê Wanê bi biryar e, gelê Wanê bi biryara xwe daye, jin û ciwanên Wanê biryara xwe dane. Gelê me wê vê vînê biparêze, wê vê îradeyê biparêze ku vê zilmê, vê tundiyê, vê înkarê careke din bişîne. Niha em qad bi qad geriyan, me serdana hemû qadên Tirkiyeyê kiriye. Em li her derê axivîn û li her derê peyama xwe dan. Li sibê gotin ya we ye, mohr li cem we ye û di destê we de ye. Mohra xwe wisa li Partiya Çepên Kesk bidin ku Erdogan ji serdî 50 zêdet yekê di xewna xwe de jî nebîne. Ku talanker, qeyûmvan û kesên ev welat şelandin biçin. Bila wisa biçin ku êdî li pişt xwe jî nenêrin û nikarin êdî bên Wanê jî.”

Piştî axaftinan hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan konser li dar xistin.