Ji parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo CPT name

Li Spanyayê 27 parlamenter û senatoran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin tevgerê ji CPT’yê re name şandin.

Navenda Nûçeyan- Parlamenter û senatorên ji partiyên siyasî yên cuda ên di Kongreya Nûneran a Dewleta Spanyayê de û parlamenterên parlamentoya xweser têkildarî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Dr. Alan Mitchell re name şandin.

Di nameya ku 27 navan cihê xwe girtî de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 36 mehên dawî li Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve di nava rewşeke tund a qutkirina têkiliyê de tê ragirtin û wiha hate gotin: “Di nava vê tecrîda li derveyî mirovahiyê û li dijî qanûnan de birêz Ocalan ji têkilî û hevdîtina bi parêzeran û endamên malbatê bêpar hatiye hiştin, ji cîhana derve hatiye qutkirin, lewma di pratîkê de 'hatiye windakirin' û di nava valahiyeke 'tunebûnê' de tê hiştin.”

‘Ji bo Kurdan mijarek hesase’

Di nameye de ev tişt hate gotin: “Di nava vê demê de Tirkiyeyê hewl da Girava Îmraliyê veguherîne 'darbesteke li ser avê.' Birêz Ocalan ku niha 75 salî ye, 25 sal in bi rêya tecrîdê li îşkenceyên zalimane rast tê lê belê di nava sê salên dawî de têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê tu agahî nayê dayin û ev rewş jî bûye cihê tirs û fikaran. Niha nikare bê tespîtkirin bê li ku ye, rewşa wî ya fîzîkî ji bo gelek kurdên ku wî weke nûnerê dengê xwe yê neteweyî dibînin mijareke gelekî hesas e.

 ‘Em ji we rica dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê’

Ji ber van sedemên zehmet û giran, weke CPT em ji we rica dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Tenê bi vî rengî tirs û fikarên me wê bi dawî bibin. Weke CPT hûn xwedî wî mafî ne ku serdana girtîgehên li dewletên endam bikin û Tirkiye jî di nav de ye. Ev yek erkê dide we ku hûn tîma xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; hikûmet wî mafî dide we ku hûn serdana cihê girtina birêz Ocalan bikin û bi wî re bi rengekî taybet hevdîtinê bikin. Bi vî rengî bêyî ku bikeve bin zextekê dikare di nava nepenîtiyê de têkiliyê bi we re dîne.

Em dixwazin ku CPT li gorî xala 3'emîn a Statuya Konseya Ewropayê tevbigere; 'Her endamekî Konseya Ewropayê qebûl dike ku di nava pîvana serweriya hiqûqê û qada xwe ya erkdar de her kes sûdê ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn werbigire.' Birêz Ocalan welatiyê dewleteke Konseya Ewropayê ye ku bîst û pênc sal in ji mafên mirovan bêpar tê hiştin, sê salên dawî jî nikare parêzer û malbata xwe bibîne û bi vî rengî ji mafên qanûnî yên bingehîn bêpar tê hiştin.”

‘Berpirsyartiya xwe bi cih bînin’ 

Di dawiya nameyê de parlamenter û senatoran ev tişt anîn ziman: “Em ji dil ji we dixwazin ku ji bo dîtina birêz Ocalan û kontrolkirina rewşa wî ya tenduristiyê heyetekê bişînin Girava Îmraliyê û berpirsyariya xwe tavilê bi cih bînin. Li gel vê yekê heke hûn Tirkiyeyê teşwîq bikin ku li gorî berpirsyariyên xwe yên Konseya Ewropayê û CPT destûrê bide ku malbat û parêzer serdana wî bikin, em ê gelekî kêfxweş bibin. Ev yek wê ji bo nirxandina meseleya mafên mirovan bibe alîkar ku bi milyonan kurdan eleqedar dike. Di heman demê de ji bo çareserkirina aştiyane ya meseleya kurd a li Tirkiyeyê wê ruhê lihevhatinê yê pêwîst nû bike.”

27 Kesayetên ku name îmze kirin ev in:

“Àgueda Micó i Micó, València parlamenter, (GSUMAR),

Agustín Santos Maraver, Madrid parlamenter, (GSUMAR)

Francisco Sierra Caballero, Sevilla parlamenter (GSUMAR)

Gerardo Pisarello Prados, Barcelona parlamenter (GSUMAR )

Javier Sánchez Serna, Murcia parlamenter (GCUP-EC-GC)

Jorge Pueyo Sanz, CHA parlamenter, (GSUMAR)

Marije Fullaondo La Cruz, Bizkaia parlamenter EH Bildu (GEH Bildu)

Martina Velarde Gómez, Granada parlamenter, (GMx)

Nahuel González López, Valencia parlamenter (GSUMAR)

Néstor Rego Candamil, Coruña parlamenter, Galizia Nazional Blok BNG (GMx) 

Noemí Santana Perera, Gran Canaria parlamenter, Berdevkê koma Podemos (GCUP-EC-GC)

Oskar Matute Matute García de Jalón, Bizkaia parlamenter (GEH Bildu)

Carme Da Silva Méndez, senator, BNG Galicia Nazional blok BNG (GPPLU)

Estefanía Beltrán de Heredia Arroniz, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)

Gorka Elejabarrieta Diaz, senator, EH Bildu (GPERB)

Igotz López Torre, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)

Josu Estarrona Elizondo, senator, EH Bildu (GPERB)

Laura Castel i Fort, senator ERC Catalunya Çep a Komarger (GPERB) û endama PACE

Luis Jesús Uribe Etxebarria Apalategi, senator

Nerea Ahedo Ceza, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV), endama PACE

Olaia Duarte López, senator, EH Bildu (GPERB) EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)

Irati Jimenez Aragón, Parlamenter, Parlamenta Navarrayê,

Diana Urrea, Pais Vasco parlamenter,

Edurne Benito Antolín, Pais Vasco parlamenter,

Igor Zulaika, Pais Vasco parlamenter,

Oihana Etxebarrieta, Pais Vasco parlamenter

Pernando Barrena Erza, Parlamenterê Ewropayê.”