Ji Nasrîn Sotoudeh û Sedigheh Vasmaghî li dijî cezayên darvekirinê bang
Hiqûqnasa Îranê Nasrîn Sotoudeh û Sedigheh Vasmaghî bi daxuyaniyek hevpar bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn dan û gotin: “Divê bi temamî cezayê mirinê were rakirin.”

Navenda Nûçeyan – Hiqûqnas û aktivîsta mafê mirovan Nasrîn Stoudeh û hiqûqnasa Îslamê Sedigheh Vasmaghî daxuyanek hevpar weşandin û xwestin hemû cezayên darvekirinê werin rakirin. Jinên hiqûqnas bi taybet xwestin cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn demildest were xirakirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî hatî birîn çalakiyek tolhildanê ya li dijî tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hikumetê ve, ji bo parastina mafê xwe yê hilbijartina cilan ev tevger hatiye destpêkirin, pêkanîna cezayên darvekirinê bûye sedem ku tundî di civakê de belav bibe û hate îfadekirin ku dê bi rakirina vê cezayî re di kêmkirina tundiyê de bi sûd be.
Divê demildest cezayên darvekirinê were xirakirin
Di daxuyaniya ku bi taybet bi armanca ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîde Muhammedî hatî birîn û xirakirina ceza komkirina îmza hatî weşandin ev tişt hate gotin: “Em wek îmzavanên vê daxuyniyê, em hemû cezayên darvekirinê yên li ciwanên welatê me hatine birîn bi tundî şermezar dikin. Divê cezayê darvekirinê bi temamî were rakirin û bi taybet em daxwaza dikin ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîeş Muradî û Şerîfe Muhammedî hatî birîn demildest were xirakirin.”