Ji malbata xwe 15 kes winda kir: Rêz nedan cenazeyan

Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk Melek Ruşen ku di erdheja Semsûrê de ji malbata xwe 15 kes windakir, wiha got: “Di tu qonaxan de rêz nedan cenazeyan. Cenaze bêyî bê kefenkirin û şuştin hatin definkirin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Li gorî daxuyaniyên fermî, di erdheja navenda wê Mereşê ku di 6'ê Sibatê de pêk hat û bandor li 10 parêzgehan kir de, 41 hezar û 20 kes jiyana xwe ji dest dan. Li Semsûra ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bû jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane hêj ne diyar e.

Hatê hînbûn ku tenê li goristana şaredariyê ya li navendê 7 hezar kes hatine definkirin, li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin;  li navenda bajêr belgeyê mirinê ya 6 hezar û 150 kes hat amadekirin. Cenaze li goristanan bi awayekî komî tên definkirin, hejmarek zêde cenazeyên bê qeyd û wenda tên dîtin. Li Semsûrê malbatên bi hejmarên ku ji wan re tên dayîn re gorên xwe dibînin.

'Cenaze rastî pêkanînên dijmirovahî hatin’

Li goristanên ku tê îdiakirin ku cenaze yên tevlîhev kirin jî, girtina nîmûnê bi dozgeriyê retên kirin. Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk Melek Ruşen diyar kir ku piştî karesata qewimî cenaze hem di bin xirbeyan de hem jî dema dihatin veşartin rastî muameleya xerab hatin. Melek Ruşen, da zanîn ku cenazeyên bi rojan li peyarêyê hat sekînandin, li morgê rêza xwe sekiniyê û piştre xistine nava tûrikên reş û bi awayekî komî di çalên mezin de hatine definkirin.

'Qêrînên alîkariyê cihê xwe ji bêdengiyê re hişt'

Melek Ruşen, diyar kir ku qêrînên alîkariyê yên mirovên ku di rojên ewil de jiyana xwe ji dest nedan bi rojan domkir û pişt re cihê xwe ji bêdengiyê re hişt û anî ziman ku ji bo hevalên xwe û malbata xwe 4 rojan li benda alîkariya sekiniyê. Melek Ruşen, diyar kir ku bi hatina alîkariyê re cenaze hatine derxistin û wiha got:

“Înternet, şebeke, av û kerebe nîn e. Em wek miriyên li bajarekî mirî jiyan dikirin bûn. Li derdorê me mirî hebûn, li her derê. Me jiyan dikir lê wek mirî bûn. Heta roja çaremîn kes nehat, me bi wê neçariyê jiyan kir. Em ji aliyekî ve bi birçîbûnê û li aliyê din bi xirabeyan re ditêkoşîn. Ji malbata min 15 kes jiyana xwe ji dest dan. Bavê min wek birîndar ji bin xirbeyan hat derxistin, mala me hilweşiya. Cenaze bi rojan li ser peyarê hatin hiştin û li nexweşxaneyan ji bo cenazeyan jî cih nemabû. Cenazeyên ku dibirin li nexweşxaneyan, li wir li ser hev diavêtin. Ji dema lêgerînê dest pê kir vir ve hundirê nexweşxane bi cenazeyan tijî bû. Tu kes nikarîbû tiştekî bike, her der di nava xwînê de bû.”

'Cenaz bi rojan li peyarê hatin hiştin'

Melek Ruşen diyar kir ku di rojên ewil de cenazeyên ku malbatan bi derfetên xwe derdixistin, piştî ku bi rojan li peyarê di bin baranê de dihat sekinandin radikirin nexweşxaneyê û zanîn ku cenazeyên li nexweşxanê jî li şûna morgê li depoyê li ser hev dihatin sekinandin. Melek Ruşen balkişand ku di rojên dawî ji bo cenazeyên li xirabeyan mayîn de jî  tenê tirûkek reş ji malbatan re hatiye dayîn û wiha got: “Em heta roja çaran fikirîn ku em dikarin dost û xizmên xwe derxin, lê me nikarî yek ji wan jî derxin. Cenazeyên ku me derxistin, ji ber ku demeke dirêj di bin xirbeyan de mabûn bêhn dikir. Dema me cenazeyan ji bo definkirina bir goristanê, cenazeyên ku li ser peyarê dihatin sekinandin li morgê jî rojek an jî du rojan li dihatin sekinandin. Hin cenaze bi betaniyan hin jî bi tirûkên reş dihatin veşartin. Di kêliyên dawî de ji mirovên ji xirabeyan dihatin derxistin re tirûkên reş dihatin dayîn. Min wê gavê fikirî; gelo em ê miriyên xwe wiha defin bikin.”

'Ji ber av tune bû me cenazeyên xwe neşuşt’

Melek Ruşen dest nîşan kir ku ji hinek cenazeyan ne wesayit û ne jî kefen hatiye dayîn û wiha got: "Dema me ew qas êş dijiya, me ji xwe pirsî ‘ma wesayîtek cenaze tune bû?’. Hemû kesên jiyana xwe ji dest dan, li erdê bûn. Me enazeyên xwe yên ku nekarîn bibin nexweşxaneyê, bi xwe bir goristanê. Dîsa ji ber av tunebû me nikarî cenazeyan bişon. Ji ber bêhna cenazeyan em nekarîbûn bikevin hundir jî. Hemû kes bi dorê dihar cenaze digirt û defin kir. Hin mirovan dema definkirin nekarîn beranî peyda bikin, piştre betanî avêtin li ser axê. Li wir ji bo necemidîn betanî avêtin li ser goran.”

'Mirovên ku nikarin xwe bigihînin cenazeyan xwe hene’

Melek Ruşen da zanîn ku piştî definkirinê hejmarek zêde cenazeyên winda û sêwî hebûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir goristaneke mezin heye. Kesên ku dihatin morgê nizanibûn kîjan cenaze aîdê wan e. Cenaze di çalên kûr ên ku bi kemçeyan hatibûn kolandin hatin definkirin. Divê ew ne wisa bûya, em dikarî bûn piştê vê karasetê cenazeyên xwe bi rêk û pêk definkirin. Hêj mirovên ku ji bin xirbeyê tên derxistin hene. Hêj cenazeyên tên defin kirin hene. Hêj mirovên ku nikarin xwe bigihînin cenazeyên hene. Gel dibêjin laşên wan winda ne. Mirovan cenazeyên xwe digerin lê nikarin wan bibînin. Ev rewşek pir xemgîn û mixabin rast e.”